Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Hikûmeta Başûr rê nade OPCW’ê ku çekên kîmyewî lêkolîn bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve wiha got: “Armanca operasyona li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, têkbirina gerîla û tevgerê bû. Divê tevahî gelê kurd îxaneta PDK’ê bibîne û li gor wê tevbigere. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nade ku OPCW lêkolînên çekên kîmyewî bike.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar derbarê geşedanên dawî, bikaranîna çekên kîmyewî ya dijî gerîlayên azadiyê, berxwedana dayikên li Deriyê Sêmalka û berxwedana gerîla ya dijî dewleta tirk, bersiv da pirsên Ajansa Rojnewsê.

Ev demek dirêj e dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê re, bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî başûrê Kurdistanê bi taybet êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Gelo armanca van êrîşan çi ye û çima dewleta tirk, PDK’ê wekî pîyonekî li dijî gerîla bikar tîne?

Armanca dewleta tirk diyar e û hemû kes vê armancê dizane. Ji 2015’an heta niha, êrîşên dewleta tirk di çarçoveya plana çok danînê de meşiya ye. Armanca operasyona mezin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, têkbirina gerîla û tevgerê ye. Ger dijmin serbiketa wê niha rewş cûdatir bûya. Mixabin di van êrîşan de rola PDK’ê ya bi dijmin re pir mezin bû. Di tevahî şerên kurdan de, her tim hindek kurd ji bo dijmin bûne piyon. Piyonê vî şerê niha jî PDK ye. Ji destpêka şoreşa me heta niha, PDK’ê bi tirkan re hevkarî kiriye. Ji sala 1992’an heta 2000’an, PDK’ê hevkariyek mezin bi dewleta tirk re daye meşandin. Ji ber wan nêzikatiyên PDK’ê gelek kurd bi destê kurdan hatin kuştin. Di van salên dawî de jî, car caran navbera PDK’ê û dewleta tirk xirab dibû. Lê piştî operasyona dewleta tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medya yê, PDK’ê xwe bi tirkan re kiriye yek û alîkariyek mezin dide dewleta tirk. PDK rêya gerîla digire û êrîşî gerîla dike, ev hemû aşkera bûye. Di şerê tevgera azadiyê de, PDK rolekî nerênî dileyîze. PDK siyaseta malbatekî dike û tenê ji bo îktîdara malbata xwe kar dike, tu eleqeya wan bi kurdewariyê re nîne. Ev siyaseta PDK’ê zirer dide gelê kurd.

PDK’ê li Herêma Xelîfanê, bi kemînekê gerîlayên HPG’ê şehîd xistin û heta niha jî aqûbeta cenazeyên wan şehîdan ne diyar in. PDK di vê mijarê de bêdeng e, gelo PDK bi van êrîşan li pey çi ye û pêngavên mala Barzanî çi zirer dide gelê kurd?

Mijara Xelîfanê mijarekî esas û cidî ye. Di navbera PKK û PDK’ê de tu pirsgirêk nebûn û heta ku diyalog jî li gel PDK’ê berdewam bûn, lê serê meha hezîranê PDK’ê hêzên xwe ji bo alîkariya dewleta tirk birin pişt Zendûra, li çiyayê Metîna. Li wir 5 pêşmerge ji aliyê dewleta tirk ve hatin kuştin. PDK’ê li Xelîfanê kemîn danî pêşiya du komên gerîlayan û gerîlayên ku xaka Başûr diparastin şehîd kirin. Heta niha jî tu daxuyanî ji aliyê PDK’ê ve nehatine dayîn. Ev bi mehane dayikên wan şehîdan daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin. Em berxwedana wan dayikan silav dikin û em piştgirî didin wan dayikan. Mirov nikare navekî li van kiryarên PDK’ê bike. Divê hemû gelê kurd di vê hêlê de PDK’ê binirxîne û bibîne. Her wiha di van rojên dawî de, DAIŞ ketiye tevgerê û li herêma Memxûrê 10 pêşmerge kuştin. Lê PDK hêzên xwe dibe li beramberî gerîla bicih dike. Ji bo xatirê tirkan niha PDK li dijî gerîla nobedê digire. Ev nayê qebûlkirin û divê gelê kurd van kiryaran bibîne.

Ev demek dirêj e çekên kîmyewî li dijî gerîla tê bikaranîn, dijî çekên kîmyewî gelek bang ji aliyê sazî, partî û gelê kurd ve hatin kirin, lê heta niha jî tu saziyên mafên mirovan bi erkên xwe ranebûne. Gelo tevî evqas bangewaziyan jî çima saziyên mafên mirovan û bi taybet OPCW bêdeng in?

Dewleta tirk di şerê li dijî gerîla de xitimiye. Li hember berxwedana gerîla, nekarîn serbikevin û niha jî çekên kîmyewî bikar tînin. Li pêş çavê tevahî cîhanê û li her qadê ev çekên qedexekirî bikar tînin. Komek gerîla şehîd bûne û gelek gundiyên derdor jî jê zirer dîtine. Em li ser vê mijarê disekinin, lê mixabin cîhan bêdeng e. Rêxistina dijî çekên kîmyewî ku navenda wê li Hollanda Den Haagê ye, li ser xwestekên dewletan dikeve tevgerê. OPCW xwe ji bo me nebihîstî dike. Cihê ku çekên kîmyewî tê bikaranîn, başûrê Kurdistanê ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe alîkariya dewleta tirk dike û ji cîhanê re dibêje tiştek wisa nayê bikaranîn. Yê ku nahêle lêkolîn bê kirin hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Me di ragihandinên cîhanê de ev mijar xistiye rojevê, lê wekî tê xwestin me nekariye em deng ji dewlet û OPCW derxin. Lê em ê heta dawî vê mijarê bişopînin û bigihijînin armancê. Erdogan û Tirkiye li ser rêya Seddam Huseyîn û Iraqa kevn dimeşe û wê dawiya wan wekhev be. Em ê di demek nêz de bigihijin serkeftinê. Ji bo wê em bang li gelê xwe dikin ku di warê berxwedanî û têkoşînê de bibin xwedî rol.

Li dijî dagirkerî û hevkariya Mala Barzanî ya bi tirkan re, heta astekê bertek derketine. Ji bo ku dagirkerî, îxanet û çekên kîmyewî bên rawestandin, çi ji gel tê xwestin û banga we ji bo gelê kurd û bi taybet ji bo OPCW çi ye?

Di pêvajoya ku em tê de ne, pêvajoyekî pir hesas e. Divê em vê rastiya şer qebûl bikin û li gor pêvajoyê tevbigerin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat, êrîşekî ne normal li ser tevgera me heye. Li her derê dijmin dixwaze me têk bibe. Lê li her derê berxwedana me heye. Çiqas metirsî hebe, ewqas berxwedanî heye. Em ne kurdên berê ne, êdî em bûne xwedî hêz û perwerdekirî. Ji bo wê jî em ê her tim li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Pêwîst e gelê me jî xwe amade bike û bibe xwedî biryar. Ew kesên ku alîkariya dagirkeran dike, em wan mehkum û şermezar dikin. Divê li hember wan jî gelê me bibe xwedî helwest. Ev dem ne dema temaşekirinê ye, dem dema şerê gelê şoreşgerî ye. Divê em tev li berxwedanî û şer bibin. Sala 2021’an diqede em ber bi sala nû ve diçin. Eger em salê di aliyê têkoşînê de binirxînin, em gelekî serketine. Me dijmin daye xitimandin. AKP, MHP û Ergenekon ber bi têkçûnê ve ne. Me di sala 21’an de gelek bedelên mezin jî dane, lê giştî serketiye. Rojên xweş li pêşiya me ne û hêviya me ew e ku di sala 2022’an de kampanyaya ji bo azadiya Rêber Apo, hîn mezintir bikin û gavên mezintir biavêjin. Em ê heta dawî piştgirî bidin hevalên xwe yên niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin û em berxwedana wan a dîrokî silav dikin. Em ê di aliyê dîplomasî de jî hîn berfirehtir xebatên xwe bidin meşandin. Bi vê boneyê em sersala nû li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û tevahî gelê kurd pîroz dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar