PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ne PDK ne jî Tirkiye dê li Şengalê negihêjin armaca xwe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta li ser êrîşên li dijî Şengalê û şehîdbûna Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel diyar kir dê PDK û dewleta tirk nikaribin îradeya Şengalê bi van êrîşan bişikînin û careke din li wir serwer bibin

Navenda Nûçeyan |

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tev li Bernameyeke Taybet ya televîzyona Stêrk TV bû û li ser Şengalê û çend mijarên din ên di rojevê de nirxandinên girîng kir.

Sozdar Avesta êrîşa li dijî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û zarokên wî weke êrîşeke tirsonek û nemerdane bi nav kir û sersaxiyê ji şengaliyan re xwest.

‘Êrîşa dijî heval Merwan rasterast bi destê PDK’ê hatiye kirin’

Avesta diyar kir êrîşa dijî Merwan Bedel gelek peyaman di nava xwe de dihewîne û wiha got: “Ev êrîş gelek peyamên cuda di nava xwe de dihewîne. Wê yên êrîşkirin û hevkarî bi wan re kirin hesabê wê bidin. Divê bêzanîn wê ev êrîşane bê hesap nebin. Ev êrîşa dijî heval Merwan rasterast bi destê PDK’ê hatiye kirin. Li gorî agahiyên ku ji berê de li berdestê me hene, PDK pêşeng û rêberên civaka êzidî yên weke heval Zerdeşt û Merwan û hwd. ji xwe re kiriye hedef. Dibêjin heya pêşengên vê civakê neyên qetilkirin û ji holê neyên rakirin, em ê nekarin vegerin Şengalê û desthilatdariya xwe bidomînin. PDK êrîşên bi vî awayî plan dike, îstîxbarat dide û hedefê nîşan dide, dewleta tirk jî tetîkkêşiya wî dike.”

Avesta da zanîn ku armanc hedefgirtina pêşeng û rêberên civaka êzidî ji bo ji hev belavkirinê ye û ev tişt anî ziman: “Civaka me ya êzidî jî baş dizane, rêberên wan tên hedefgirtin, ji bo wan ji hev belav bikin, nekare xweseriya xwe pêk bîne û mafê xwe bidest bixe. Ji ber vê jî destpêkê rêber û pêşengên wê ji holê radike.”

‘Ya girîng helwesta civaka me ye’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku ya girîng bersiva civakê ya ji van êrîşan re û wiha berdewam kir: “Wê çawa pêşî li van êrîşan were girtin, helwesta civaka me wê ji bo van êrîşan çibe, ya girîng ev e. Civak baş dizane ku dijminê wî kî ye? Ji sala 2014’an ve plan li ser Şengalê heye. Wê demê bi çeteyên DAIŞ’ê re bazar kirin, bi vî awayî plankirin çete bikevin Şengalê(…) Lê Tevgera Azadiyê bi saya van pêşengên civaka êzidî yên weke heval Merwan û hevalên din pêşî li van êrîşan û qirkirina êzidî girtin. Nehiştin plana DAIŞ’ê biçe serî. Lê niha bi van êrîşan ji DAIŞ’ê re dibêjin, a we nîvçe hiştiye em ê temam bikin. Bi vê armancê di hilbijartinên Iraqê de jî herî zêde li Şengalê hîle kirin.”

‘Li Şengalê yên hevkarî bi wan re dikin hene’

Avesta da zanîn li nava Şengalê yên îstîxbaratê didin PDK’ê û Tirkiyeyê hene û li ser vê mijarê jî van hişyariyan da: “Em dizanin li Şengalê yên hevkariyê bi wan re dikin hene. Gotineke navdar a kurdan heye, dibêjin ger kurmê darê ne ji darê be, dar narize. Eger li Şengalê jî kesên bi wan re hevkarî dikin tuneba, agahî û îstîxbarat bi wan re parve nekiriba, wê ev êrîşan pêk nehatiban. Hinek kesên li beramber berjewendiyên gelekî ketî û çar qirûş pere, hevkarî bi wan re dikin û tev li planên wan dibin. Ev xiyaneteke mezin e. Li ciheke weke Xanesorê eger xiyanet tunebe, wê nekaribin vê êrîşê serbixin. Divê helwesta gelê me yê Şengalê destpêkê li dijî van xiyanetkaran bin. Divê gelê me ev kesên xiyanetkar ên bi dewleta tirk û PDK’ê re di nava hevkariyê de ne ji nava xwe derxîne. Pêwîst e êdî rê nedin ev xiyanetkaran di nava wan de bijîn. Pêwîst e wan deşîfre bikin, helwest bigirin û bi ser wan de biçin.”

‘Şehadeteke giran e lê divê bikin bingeha derketineke mezin’

Sozdar Avesta diyar kir ku şehîdbûna Merwan Bedel gelekî giran e, lê divê gel vê ya ji xwe re bike sedema têkoşîneke mezin û wiha pêde çû: “Helbet şehadeta heval Merwan şehadeteke giran e, em bi xwe jî wî ji nêz ve nas dikin. Lê xwedî derketina li şehîdan bi xwedî derketina li keda wan re dibe. Weke ew bi xwe jî gotiye, ‘Eger bê xwestin em ê canê xwe jî di ber xweseriyê de bidin.” Pêwîst e helwesta gelê me helwesta hevalê Dijwar (Merwan) be. Dibe ku bi van êrîşan gelek diêşin, lê dikarin lehengên din ên weke hevalê Dijwar derxin. Dikarin di xeta Dijwaran de derketineke mezin çêbikin. Dikarin vê êşa xwe veguherînin têkoşîn û rêxistineke mezin û şerê li dijî xiyanetê were xurtkirin.”

‘PDK hem hedef dide nîşan hem jî rewatî pê dide’

Avesta li ser servîskirina nûçeyên derbarê êrîşên li ser Şengalê de jî ev tişt anî ziman: “Balkêş e êrîş çawa pêk tên, yekser di çapemeniya PDK’ê de ku berê hatiye amadekirin, tên servîskirin! Mehme Xelîl dema qeymeqamê Şengalê bû ji tirsonekiya xwe Şengalê terk kir û reviya. Di hilbijartinê de jî bi sextekariyê xwe kir wekîl. Wê rojê derketibû televîzyonê û hevalê Dijwar weke milîtanekî PKK’ê binav kir. PDK hem hedef nîşan dide, hem jî piştre derdikevin rewatî bi wê ya dide.”

Sozdar Avesta diyar kir şehîdbûna pêşengan di civaka êzidî de valahiyek çêbike jî, wê ew fikrê azad û şoreşger yê piştî fermanê di civakê de pêşketiye, têkoşînê mezin bikin.

‘Civaka êzidî hevalê Merwan ji bo hevserokatiyê hilbijart’

Avesta her wiha diyar kir Merwan Bedel li ser daxwaza zêde ya civakê derbasê xebatên Rêveberiya Xweser bûye û wiha got: “Hevalê Dijwar hîn ji destpêka êrîşên ser Şengalê ve mil da milê 12 gerîlayên bi hawara Şengalê ve çûne û li çiyayê Şengalê di çeperan de li dijî DAIŞ’ê şer kir. Li ser daxwaza zêde ya civaka Şengalê ji bo Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê hat hilbijartin.”

‘Divê PDK û Tirkiye bizanibin dê nekarin li Şengalê serwer bin’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta got ku wê ne PDK û ne jî Tirkiye nekarin bi van êrîşan li ser Şengalê serwer bibin û vê peyamê da: “Êrîşên çêdibin li ser îradeya gelê Şengalê û sivîlan e. Ji ber vê divê şehadet bibin bingeha derketineke mezin û xwedî derketinê. Bila ev hêzên tirsonek jî wisa bizanibin, wê ne PDK ne jî dewleta tirk nekaribin îradeya gelê Şengalê bişkînin û li Şengalê serwer bibin. Yan divê yekî êzidî li wir nehêlin, yan jî wê nekarin weke berê fermanê li wir bicih bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar