Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo PKK’ê dê bi milyonan îmze bên komkirin

Ji bo derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' tê xwestin ku bi milyonan îmze bên komkirin

Navenda Nûçeyan |

Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi taybetî ji lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ yên DYE û Konseya Ewropayê bê derxistin, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’ê kanûnê de kampanyayek hat destpêkirin.

Kampanya dê li qada navneteweyî bê meşandin. Ji 30 welatî zêdeyî hezar kesayetên naskirî mohra xwe danîn binê kampanyayê û serkêşiyê jê re dikin. Gelek parlamenter, akademîsyen, sînemavan, lîderên siyasî, nivîskar û aktîvîst jî hene.

Her kes dikare tev li bibe

Li gorî agahiyên ku ji înîsiyatîfê hatin wergirtin, her kes dikare tev li kampanyayê bibe. Kampanya li ser malpera înternetê (https://justiceforkurds.info) bi gelek zimanî hat destpêkirin. Kampanya dê li Ewropa, DYE, Kanada û Awûstralyayê bê meşandin. Di çarçoveya kampanyayê de navendên civaka kurd dê bi roleke çalak rabin. Di vê çarçoveyê de dê stant bên danîn û îmze werin komkirin.

Armanc komkirina 4 milyon îmze ye

Hat ragihandin ku kampanya dibe ku bi heman dewam bike. Armanc jî komkirina 4 milyon îmzeyê ye.

Îmze wê pêşkêşî Konseya Ewropayê û saziyên pêwendîdar ên li DYE’yê bên kirin. Her wiha ev îmze dê ji bo parlamenteran jî bibin referans û bi vî rengî mijar bikeve rojeva parlamentoya neteweyî yan jî federal.

Înîsiyatîf dixwaze hinceta ‘lîsteya terorê’ ji destê dewleta tirk derxîne ku vê hincetê ji bo sûcên xwe bi kar tîne. Dewleta tirk hem ji bo êrîşên xwe yên dagirkeriyê hem jî ji bo bêdengkirina dengên muxalîf ên li hundir bi taybetî jî yê kurdan, ‘lîsteya terorê’ ya Yekitiya Ewropa û DYE’yê û pênaseya ‘terorîst’ ji xwe re dike hincet.

Dewleta tirk ku li Mexmûr, Şengal û Rojava bi awayekî sîstematÎk sûcên şer dike, li van deveran jî heman hincetê pêşkêş dike.

Înîsiyatîf ji bo şikandina bêdengiya hêzên navneteweyî, derxistina navê PKK’ê ji lîsteyê girîng dibîne. Derxistina PKK’ê ji lîsteyê wê di heman demê de deriyê edaletê ji bo kurdan veke.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar