Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bi rêk û pêk îşkence lê dihate kirin û rastî tecawizê hat, bi awayeke guman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Parêzeran li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî dosyaya Garîbe Gezer daxuyaniyek dan çapemeniyê
Parêzerên malbata Garîbe Gezer diyar kirin ku dozgerên lêpirsînê li Kandirayê dimeşînin biryara nepenîtiyê danîne ser dosyayê. STENBOL