Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Girtiyên nexweş dimirin, tavilê bikevin nava liv û tevgerê’

MA-TUHAYDER'ê têkildarî girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku divê her kes ji bo girtiyên nexweş tavilê bikevin nav liv û tevgerê

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MA-TUHAYDER) têkildarî girtiyên nexweş Abdulrezzak Şûyûr û Halîl Guneş ên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: “Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ya yek şexsî ku di şexsê Birêz Ocalan de hatiye avakirin, parçeyek ji wê sîstemê ye ku li ser gelên Tirkiyeyê bi taybetî gelê kurd û tevahiya civakê tê ferzkirin. Herî zêde jî bandorê li girtîgehan dike.”

Nayên dermankirin û rastî îşkenceyê tên

Di daxuyaniyê de îşaret bi asta zextê ya li girtîgehan hat kirin û hat ragihandin ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin.

Di daxuyaniyê de binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan hat bibîrxistin û wiha hat domandin: “A herî lezgîn jî ew e ku girtiyên bi nexweşiyên giran nayên dermankirin, bi tena serê xwe li hucreyekê tên girtin û nayên berdan. Bi vî rengî bi sistematik tên îşkencekirin.”

MA-TUHAYDER’ê diyar kir ku her sal bi dehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin an jî nayên berdan jiyana xwe ji dest didin, lewma girtîgeh veguherîne qadên kuştinê.

Di daxuyaniyê de li dijî îşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehan bang hat kirin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê û wiha hat gotin: “Her wiha em bang li rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên pêwendîdar û gelê xwe dikin ku li ber zilma li girtîgehê rabin û cihê xwe li gel xizmên girtiyan bigirin ku li Baroyên Wan û Amedê çalakiya nobedê digirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar