Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bazirganê şer û qeyranan R.T.Erdogan

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Wisa diyar e R.T.Erdogan, di bazirganiya şer a cîhanî de ber bi  şampiyoniyê ve dibeze. Niha jî berê xwe daye Afrîka û bi giranî jî Etiyopya, Somalî û hwd.

Ajansa nûçeyan a Almanya DW’ê, di manşeta xwe de wisa dibêje: “Hedefa Tirkiyeyê ya ji bo firotina SÎHA; Afrîka ye. Bazirganiya xwe ya di warê ewlekariyê de li gel dewletên Afrîkayê kûr dike.”

Ji bo vê armancê, li Stenbolê li gel 39 dewletên afrîkî, Civîna Bilind a Hevpar a Tirkiye-Afrîkayê lidar dixe. Civîn 3 rojan (16-18 Mijdar 2021) dewam dike û bi piranî serokên van dewletan beşdar dibin.

Li gorî Enstituya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI), di salên 2015-2019’an de li Afrîkayê, Rûsya pêşengiya bazirganiya çekan dikir, lê niha çekên tirkan jî pir balê dikişîne ser xwe. Modela TB2 ya Bayraktaran, ji ber ku li Libya û Qerebaxê di şer de serkeftî hatin xuyakirin, lewma daxwaza kirîna wan zêde bûye.

AFP dibêje; TB2, berhema şirketa bergiriyê Baykar a zavayê Erdogan e. Erdogan di cotmehê de çûbû Angola, Nijerya û Togoyê û li vegerê gotibû “li Afrîkayê herkes ji me ÎHA, SÎHA û AKINCI dixwazin!”

Jixwe niha li Somalî baregehek leşkerî ya Tirkiyeyê heye. Fas û Tunisê jî di meha îlonê de SÎHA’yên tirkan kirîne. Di meha tebaxê de jî, ji bo li dijî Tigrayê şer bike, li gel Etiyopyayê peymanek hevkariya leşkerî îmze kiriye.

Lê ji ber ku li herêma Tigrayê, di şer de bi hezaran însan hatine kuştin û zêdeyî 2 milyon însan bê şûn û war mane û bi 100 hezaran jî gel birçî dinale, NY nerazîbûna xwe li dijî Tirkiyeyê nîşan daye. R.Erdogan, di 18’ê tebaxa 2021’an de Serokwezirê Etîyopyayê Abiy Ahmed Elî vexwendibû Tirkiyeyê û gelek peymanên leşkerî bi hevdu re îmze kiribûn. Meclisa Bazirganiya Derve ya Tirkiyeyê diyar kiriye ku firotina amûrên bergirî û ezmanî ya îsal gihiştiye 94.6 milyon dolarî.

Li ser vê bazirganiyê, Eniya Rizgariya Gelê Tigrayê TPLF’ê jî, Tirkiyeyê hişyar kiriye û gotiye; “yên alîkariya leşkerên kirêkirî û çekên leşkerî bidin hikûmeta Etîyopyayê em ê  bikujin!”

Serokê DEÎK’ê Naîl Olpak gotiye: “armanca me li gel dewletên Afrîkayê, asta bazirganiya me bigihêje 75 milyar dolaran!”

Li aliyê din dîsa DW dibêje: “Rêxistina Greenpeace (Aştiya Kesk), rexne li Almanya kiriye û gotiye ‘Ma çi karê SÎHA’yên Bayraktar TB2 yên bi sensorên elektro optîkên almanan, li Tirkmenistanê heye?’ Û xwestiye ev bazirganiya leşkerî were rawestandin.”

Dibêje, ev sensoran li şaxê şîrketa Hensoldt a almanan a bi navê Hensoldt Optronics Pty a li Afrîka Başûr hatiye avakirin, hatinin çêkirin û ji wir firotine Tirkiyeyê. Her wiha firotina sensorên Argos II jî li cîhanê pêk tê.

Greenpeace pêşbînî dike û dibêje; piştî ku şirketa Technologies Harris L3 ya Kanadî, biryara qedexeya bazirganiya li gel Tirkiyeyê da, Hensoldt derket bazarê û li gel Tirkiyeyê dest bi firotinê kir.

De kerem bikin, dewleta tirk bi van çekên malxerab çi anî û hin jî tîne serê gelê Kurdistanê li ber çavê raya giştî a cîhanê ye. Jixwe van çekên mijara gotinêne û hîn cûreyên din ên kîmyewî û gazên jehrî jî li gel van, hemû li ser serê gelê Kurdistanê ceribandine û bi pêşve xistine. Lewma ewqas bi berfirehî li gelek welatên din ên cîhanê jî niha dest bi bazirganiya van çekên qirkirinê kirine. Ji bo bazirganiya van çekan li gel Polonya û Ukraynayê jî hewldan hene.

Em dîsa vegerin Kurdistanê, niha bi taybetî giraniya xwe, di serî de daye ser qirkirina gelê me yê êzidî yên li Şingalê û herêmên derdorê wê bi giştî. Her wiha li Rojava û Bakur jî, bênavber van çekên qirker dide xebitandin.

Îca divê hem ên dibin alîkar û hem ên bêdeng dimînin ji van kar, kiryar û bazirganiya dewleta tirk re, ne carekê û du caran, divê êdî hezar carî li xwe binêrin û li xwe vegerin û her wiha bersivê bidin gelê Kurdistanê û mirovahiya cîhanê!

Nûçeyên Têkildar