Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Başûrê Kurdistanê jî di xetereyê de ye

Bêguman, li ser hemû beşên Kurdistanê xetere hene. Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk li ser sê beşên Kurdistanê bênavber didomin. Roj derbas nabe ku herêmek, dewerek neyê bombebarankirin, kurdek neyê kuştin. Lê divê em rastiyê ji çav nerevînin, xetereyek mezin li ser başûrê Kurdistanê jî heye. Çi kes nikare bêje, li başûrê Kurdistanê sîstemek federalî heye, ew beş xwe ji dagirkeriyê xilas kiriye û xetereyek nîne. Belê, ala Kurdistanê li vê beşa welatê me li ezmanê ye. Mixabin, ala Kurdistanê nav û nasname xelas kiriye, lê bi xwe re azadî neanî ye. Berpirsên vê yekê jî di serî de hikûmeta herêma Kurdistan û du partiyên sereke, ango PDK û YNK ne.

Ev beşê welatê me di destpêka salên 90’î de ji guherîna siyaseta li hember Sedam Huseyîn derfet dît û hêzên kurdî li ser axa xwe carekî din bûn desthilatdar. Wan salan me hemû, vê beşê wekî çavê xwe parast. Xewna hezar salan bû ku kurd li ser axa xwe azad bijîn û xwe bi rêve bibin. Ev xewn demek kurt li Mahabadê pêkhatibû û lê ew jî bibû qûrbaniya lîstîkên hêzên navneteweyî. Çi kes nedixwest ku başûrê Kurdistanê jî heman qederê bijî. Li çar beşên Kurdistanê hemû kes bi navê başûrê Kurdistanê, sond dixwarin.

Îro ev beş di xetereyê de ye, sedema esasî jî siyaseta korhizbî ye, siyaseta berjewendiyê ye.

Ji roja ewil ve em dizanin ku PDK û YNK tu car lihevnekirine. Tenê wekî ku lihevkirine nîşan dane. Hêzên pêşmerge nebûn hêzên giredayî hikûmetê, her pêşmerge bi girêdayî partiya xwe tevgeriya. Ev rewş hê jî didome. Artêşeke giştî ya başûrê Kurdistanê tune ye. Artêşa PDK û YNK’ê hene û ev jî zêdetir hizbên xwe, berjewendiya kesên sereke yên hizbên xwe diparêzin.

Di sala 1994’a de nakokiya navbera partiyan zêde bû û PDK û YNK carekî din şerê hev kirin. Herî kêm 4 hezar pêşmerge jiyana xwe ji dest dan. Piştî heyamek Amerîka wan li hev anî. Ev car di navbera xwe de peymanek stratejîk çêkirin û vê beşa Kurdistanê bi hev re par kirin. Siyaseta ‘fîftî-fîftî’ mala kurdên vê beşa welatê me xerakir. Çi kes nedikarî bû hesab ji PDK an jî ji YNK’ê bipirse. Ev cudabûn, ango siyaseta ‘fîftî-fîftî’ derfeta herî zêde da dewletên dagirker. Îran ji alîkî ve, Tirkiye ji aliyên din ve bandora xwe zêdetir kirin. Tirkiye, bi taybet herêma di bin desthilatdariya PDK’ê de ye, hema bêje bi her awayî teslîm girt. Dest bi damezrandina baregehên leşkerî kir. Îro li başûrê Kurdistanê herî kêm 40 baregehên leşkerî ya dewleta tirk bi fermî hene. Bi sedan noqteyên leşkerî ya nefermî jî li ser kar in. Şermek mezin e ku rêvebirên hin navçeyên başûrê Kurdistanê dema hemwelatî ji wan daxwazan dikin, wan dişînin ber MÎT’a tirk û dibêjin “Em ne dethilatdar in, nikarin çareser bikin. Herin bila MÎT’a tirk çareser bike.”

Dewleta tirk jî ji hêla aborî ve zext danîye ser vê beşa welatê me. Hemû bazar girtine bin kontrola xwe. Her çi malên li başûrê Kurdistanê hene, hema bêje sedî 90 malên Tirkiyeyê ne. Ev têr nake, çanda xwe jî li kurdan ferz kirine. Di televîzyonan de rêzefîlmên tirkî û stranên tirkî hene.

Em dikarin hezaran tiştên ne li rê ji bo rêvebiriya başûrê Kurdistanê bêjin. Ne bi hev kirin, ne hiştin kurdên beşên din bi hev bikin. Li gel dewletên dagirker têkîliyên qirêj danîn û domandin. Xetereya ku em behs dikin, ev têkîlî ne. Ji ber ku ev têkîlî hêz dida neyarên kurdan, encamên referanduma serxwebûnê jî bi rêve neçû û vegeriya bû sedema koletiya kurdan. Kerkûk ji dest çû. Îro dewleta tirk dikare li pêl her kevirê başûrê Kurdistanê bike, lê kurdek nikare li ser axa xwe azad tevbigere. Ew hêzê ku bixwaze dijberiya dewleta tirk bike, berê her kesî hêzên başûrê Kurdistanê, bi taybet jî PDK ji bo dewleta tirk dibe senger.

Ev cûre siyaset gendeliyê mezin kir. Ji ber vê siyasetê xizaniya gel her çû zêde bû. Kurdên başûrî, ji ber vê yekê berê xwe didin sînoran. Li Belarûsê ji serma û seqeman jiyana xwe ji dest didin, li Merîcê, li Manşê dixeniqin. Ev 40 sal in kurd li başûrê Kurdistanê desthilatdar in, lê başûrî hatine wê radeyê ku li Sedamê qatilên xwe digerin.

Rayedarên başûrî ji bo ser van xerabiyan bigirin, her carê ji xwe re dijminên navxweyî dibînin. Ew xeslet û nexweşiyên tirkan bi wan jî zeliqî ye. Niha bi dijminatiya PKK û rojavayê Kurdistanê îdare dikin. Siberoj ev hincet ji destê wan derkeve, ew ê xwe bi xwe carekî din bibin dijminê hevûdû. Ji ber ku ev cûre siyaset, tenê bi ‘dijminan’ li ser pêyan dimîne.

Mixabin, ev serdem bi me da nîşandan ku al bi tena serê xwe azadî nayne. Di hebûna al de dibe ku li ser nav û nasname xetereyek tune be, lê li ser jiyan û azadiya însanan xetere didomin. Mixabin, ezmûna ev 40 salî vê yekê bi me nîşan da.

Nûçeyên Têkildar