Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Xerîba Beyanî, Garîbe Gezer, jina li Silêmaniyê

Weke jin her yek ji me awêneyek in ji bo hev. Naskirina me ya hevdu nebe jî, me di xewnên şevan de jî hevdu nedîtibe, lê li cihekî din ê dinyayê weke awêneyeke bêsir, em di rûgehê xwe de çîroka jineke din vedişêrin, dihewînin û nîşan didin. Nav, şûn, cureyê bûyerê girîng nîne, lê em weke jin çîrokê xwe dispêrin hev û dijîn. Ew çîrok ji kurahiya dîrokê ve xwe digihîne roja me ya îro û ji parçeyekî Kurdistanê xwe digihîne parçeyekî din ê Kurdistanê.

Ji zarokatiya min heta îro, çîroka ew stranên ku behsa heqîqeta jinan dike û dîroka jinan di hinavê xwe de vedişêrin, karîgeriyeke mezin li ser min, li ser serpêhatiya jiyana min kirine. Piranî ev stran li ser lêvên dayika min xwe gihandin şaneyên hebûna min. Di her kilameke jinan e de rastiya êşê, rastiya dijwariya jiyana jinan û di heman demê de jî rastiya zilamê serdest xwe honandiye. Yek ji wan kilaman kilama ‘Xerîba Beyanî’ bû. Ew jina ku di berdêla aştiyê de weke dîl didin eşîra neyar di bin navê zewacê de, yek ji kilamên ferzkirina çarenûsa jinan e. Ji gotinên vê kilamê;

‘Xerîba beyanî, agir girte xanî, kes bi halê xerîb nezanî,

Hoy hoy li min xerîbê, bê tal û nesîbê, Xwedê neke kes xerîbbê’

Di berdewamiya kilamê de hesreta Xerîbê dil wêran dike;

‘Xerîba xwedêyo

Berbanga rojêyo

Hesreta daykû bavêyo’

Lê di kilamê de beşek heye ku dema çîroka wê tê zanîn jana Xerîb kizînî bi dilê her jinekê dixîne. Xerîb ducaniye, dilê wê diçe binerdka, lê pere yan tiştekî wê nîne ku bide etar û binerdik jê bikire, ji bo wê kembera zîv a li piştê diyariya mala dayik û bav dide etar, ji xwe kilam jî dibêje Xerîb hem bi girî binerdka dixwe û hem jî vê kilama dilşewat li ser xwe digerîne. Kilam dibêje;

‘Xerîb gotegote

Cotyar çûne cote

Xerîbê kember difrote’

‘Dîrok di roja me ya îro de ye, em jî di kurahiya dîrokê de dijîn’ digot Pîrmend. Ev kilama jinan e, di şaneyên jinên welatê qedîm de weke şîfreyekê xwe bicih kiriye. Bi awayekî, bi mebestekê xerîbiya jinan di navê Xerîb de tê ser ziman.

9’ê kanûnê li zindaneke dûrî welat, dûrî hezkirina dayik û dûr ji bêhna nanê tenûrê, termê jineke ciwan bi ser dayikê de hat. Ji ber ku di nasnameyê de Garîbe Gezer nivisandibûn, tevahî ragihandin, tevahî ew kesên ku behsa wê kirin,  ew wisa bi nav kirin. Lê ev navê ku ji bo wê dihat gotin lê nedihat weke kirasekî teng û bê reng. Ji ber ku me baş dizanibû, dayikên me tu carî nikarin bêjin ‘Garîbe.’ Ev nav li hev nedikir, bi çarenûsa erdnîgariya axê re, li hev nedikir bi çarenûsa jina li ser axa qedîm re û li hev nedikir bi heqîqeta jiyana kurdewarî re. Heta dema ku lorîna dayika wê ya bi navê ‘Xerîba min’ dikare bê gotin ku cenazeyek li pey navê xwe hebû. Dayika Xerîbê bi wê lorînê xerîbiya keça xwe bi dawî kir û di hembêza xwe de careke din ew anî dinyayê. Bi vî navî Xerîbê kirasê xwe yê eslî li ber kir, xwe ji xerîbiya neyaran rizgar kir û xwe gihand bêhna nanê tenûra dayikên xwedawend.

Me destpêkê got; em jin awêne ne ji bo hev. Sibeha 13’ê kanûnê li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanî jineke temen 20 salî, kuştî hat dîtin. Şopa guleyekê li navtenga wê hebû. Bi cilê malê bû. Tiştekî ku karibe wê bide nasîn bê kê ye, ji ku ye, li ser nebû. Tenê jineke kuştîbû li nav kolanên bajarê rewşenbîrî. Derba mirinê li aliyekî, bênavî û xerîbiya jina 20 salî li aliyekî, xwe weke xumameke ne diyar li ser bajêr rapêça. Kesek xwedî lê derneket, ne kesûkar û ne jî çi takekesek ji civakê. Weke ku nîne û nehatiye ser rûyê erdê, weke ku bi hinekan re nekeniyabe, ne giriyabe, nan û av nexwaribe, li nav gerekên bajêr negeriyabe, hebûna wê bi mija xerîbiya ku li ser jinan tê ferzkirin hat daqurtandin. Jineke 20 salî li nav kolanên bajar li pey nav û çarenûsa xwe digere.

Belê her jinek awêneye ji bo jineke din. Bi me nîşan dide bê ew çarenûsa tê ferezkirin çi ye. Lê em ji bîr nekin yek derzek jî wê awêneyê dikare hurûhela bike.

Nûçeyên Têkildar