Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG her roj bi tevlibûnên nû xurtir dibe

Komek ji ciwanên Efrînê ku tev li nav refên gerîla bûn daxuyanî dan û wiha gotin: “Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdên Kurdistanê, li dijî destavêtin û destdirêjiya li gel û xaka me, tev li nava refên PKK'ê bûne."

Hêzên Parastina Gel (HPG) her roj bi tevlibûnên nû xurtir dibe. Komek ji jin û xortên efrînî bi daxuyaniyekê tev li nava refên gerîla bûn.

Daxuyaniya ciwanên efrînî wiha ye:

“Dewleta tirk a dagirker, qirker, faşîst, şerê qirkirina gelê kurd wek her demê didomîne. Ji ber vê yekê her roj bi rengekî hovane êrîşî jin, ciwan, gel û xaka me dike. Dewleta tirk a faşîst û dagirker jin, ciwan, gel û her parçeyek ji vê axa pîroz tenê layîqê mirin û qirkirinê dibîne. Lewma her roj bi vê armancê kar dike. Ji bo serxistina vê armancê tevahiya hêz û derfetên xwe yên aborî, îstîxbaratî, leşkerî xistiye meriyetê.

Tevî hemû hêz, derfet û her cure rê û rêbazên şerê taybet jî li çiyayên azad ên Kurdistanê li hember berxwedan û têkoşîna gerîlayên qehreman neçar maye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê ciwantiya Apoyî fermana vê hêza duyemîn a NATO’yê anîne. Bi berxwedan û têkoşîna destanî tola salan ji faşîzma qirker a tirk hiltînin. Artêşa wan li gel tevahiya teknîka serdemê jî li hemberî îrade û ruhê milîtanên Apoyî neçar bûye.

Bi navê ciwanên kurd, li pêşberî vê berxwedan û têkoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê me jî biryar dan ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Em gihan wê zanebûnê ku têkoşîna ji bo parastina rûmet û kerameta gelê kurd û gelan erk û berpirsyariya me hemû ciwanan e.

Azadiya Rêber Apo ji bo me mijara hebûn û tunebûyê ye. Em jiyaneke bêyî azadiya Rêber Apo weke bêrûmetiyê dibînin û ji bo azadiya Rêber Apo, hilanîna tola şehîdên Kurdistanê û li hember her cûre destavêtin û destdirêjiya li gelê me û welatê me tê kirin bi gerîlabûnê, bi tevlêbûna nava refên PKK’ê bersivê didin. Ji ber yekane rêya rûmet û azadiyê gerîlabûne. Ji ber ku gerîla hêza parastin û mezinkirina nirx, rûmet û şerefa gelê kurd û tevahî mirovahiyê ye.

Em di sala 44’an a damezirandina PKK’ê ku ji bo me vejina nû ye, tev li nava refên PKK’ê dibin. Em di çarçoveya pêngava ‘Dem dema Azadiyê ye’ de, bi dirûşma ‘Werin cenga azadiyê’ tev li nava refên gerîla dibin. Ji ber ku ev ceng cenga serfiraziyê ye, cenga rûmet û kerametê ye, cenga serketin û azadiya gelê kurd e. Em bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan dikin ku hûn jî werin di vê cenga rûmet, azadî û serketinê de cihê xwe bigirin.

Serketin a gerîlayên azadiya Kurdistanê ye, serketin a PKK’ê ye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar