Piştî ku di şerê yekemîn ê parvekirina cîhanê de osmanî têk çûn, di vê têkçûnê de hemû gelên di bin serweriya osmaniyan de bûn xwedî dewlet.
Gelê kurd biryara xwe ya dîrokî da û bi gelê tirk re li ser navê biratiya olî hevkarî kir û bi têkoşîna hevpar a gelê kurd û tirk komara Tirkiyeyê hat avakirin.
Piştî avabûna komarê, dewleta Tirkiyeyê rûyê xwe yê netewperest nîşan da. Çand, ziman, nasname û hebûna gelê kurd înkarkirin.
Bi avabûna komara Tirkiyeyê re êş û jana gelê kurd dest pê kir.
Bi zagonên ‘takrîrî sûkun û dadgehên îtiqlalê’ komkujî, koçberî, zindan û îşkence bûn pêkanînên rojane yên jiyana gelê kurd û polîtîkayên înkar û tunehesibandinê yek bi yek ketin meriyetê.
*Di 29’ê Hezîrana 1925’an de Şêx Seîdê Kal û 46 hevalên xwe bi biryara Dadgeha Îstiklalê li Amedê hatin darvekirin.
*Di 13-14′ Tîrmeha 1930’î de komkujiya Geliyê Zîlan pêk hat.
*Di 21’ê Îlona 1930’yî de bi gotina wezîrê dadê Mehmûd Esat Bozkurt a ‘Li welatê tirkan yek peywireke yên ku ne tirk in heye, ew jî xizmetkarî û koletiya ji gelê tirk re ye.’
*Li çiyayê Agiriyê nivîsa; “Kurdistana xeyalî li vê derê binaxkirî ye” hat nivîsandin.
*Li çol, çiya, deşt û bajaran nivîsên “ez bi tirkîtiya xwe serbilind im”, û “her bijî yê ku bêje ez tirk im” hatin nivîsandin.
*Di 15’ê Mijdara 1938’an de Pîr Seyîd Riza, kurê xwe Huseyîn û hevalên xwe li Çarşiya Genim a Xarpêtê hatin darvekirin.
*Li axaftina her gotineke kurdî cezayên pereyan hatin birîn.
* Sal 1980’an li dîwarên Zindana Amedê nivîsên “bi tirkî biaxive pir biaxive” hatin daliqandin û axaftina bi kurdî ya girtiyan bi malbatên wan re hat qedexekirin.
*Li zanîngehan xwendekarên ku li zimanê kurdî xwedî derketin û bi kurdî axivîn, hatin cezakirin û ji zanîngehan hatin avêtin.
*Di salên 2009-2013’an di dozên KCK’ê de li dadgehan zimanê kurdî weke zimanê ku nayê zanîn di qeyd û girtekan de hatin nivîsandin
*Sal 2016’an Kurdî-Der û 38 şaxên wê û Akademiya Ziman û Wêje ya Ehmedê Xanî biryarnameya di hukmê qanûnê de hatin girtin û deriyên wan hatin mohrkirin.
*Ligel ku bi zagonan hat sererastkirin jî her roj mafê girtiyan ê parastina bi zimanê dayikê tê binpêkirin.
*Bi salan e li girtîgehên Tirkiyeyê xwendin û nivîsandina bi kurdî dibe sedema lêpirsîn û cezayên dîsîplînê.
*Sal 2021’an revêberiyên girtîgehan nivîs, name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan.
*Sal 2021’an li Girtîgehan Xarpêtê ji ber stranên bi Kurdî û gerandina govevendê, li parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên jin cezayê dîsîplînê hat birîn.
*Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ji ber strananên kurdî û govendê li 51 girtiyên jin cezayê dîsîplînê û qedexeya hevdîtina bi malbatan re hat birîn.
*Ji destpêka avabûna komarê heta vê demê li parlementoya Tirkiyeyê axaftina kurdî qedexe ye û zimanê kurdî weke zimanê ku nayê zanîn û (x) di qeyd û girtêkan de cih digire.
*Weke bi sedan carên din axaftina parlamentera HDP’ê ya Rihayê Eyşe Surucu ya bi kurdî ji aliyê serokê parlamentoyê ve hat birîn.
*Herî dawî jî li Girtîgeha Kandirayê girtiya jin Garîbe Gezer di bin şertên tecrîdê de jiyana xwe ji dest da.
Li girtîgehên Şakran û Amedê girtiyên nexweş Abdulrezak Şûyûr û Halîl Guneş ji ber nêzîkatiya neyarane ya wezîrê dadê û rayedarên dewletê, di bin tecrîda giran de jiyana xwe ji dest dan û ev tecrîd li ser hemû girtiyên siyasî yên hemû zindanan berdewam e.
Daxwaza helê kurd a aştî, azadî, biratî û wekheviyê bi ferzkirina koletiyê tê bersivandin…