Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnameger Rizgar Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdê çapemeniya azad Rizgar Denîz ji aliyê rojnemeger û malbata wî ve di salvegera 4’emîn a şehadeta wî de hat bibîranîn

Rojnameger Rizgar Denîz (Rizgar Adanmiş) ku di 12’ê cotmeha 2017’an de dema pêngava rizgarkirina Dêrazorê dişopand, di encama êrîşa DAIŞ’ê ya xwekujî de, tevî Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed bi giranî birîndar bû. Dilîşan li wir, Hogir di 15’ê cotmehê de û Rizgar jî piştî berxwedana 70 rojan di 18’ê kanûna heman salê de tev li karwanê şehîdan bûn.

Rizgar her sal li Mexmûrê ji aliyê rojnameger û malbata wî li ser gora wî tê bibîranîn.

Îsal jî li Mexmûrê bi munasebeta 4’emîn salvegera şehadeta rojnameger Rizgar Denîz bi tevlêbûna hevalên wî yên rojnameger û malbata wî ve merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de dayika Denîz Firat Sûltan Yildiztan jî amade bû.

Beriya ku merasîm dest pê bike di şexsê şehîd Rizgar Denîz de ji bo tevahî şehîdên çapemeniya azad û têkoşîna azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê rojnamegerên li Mexmûrê Jiyan Pîran axivî. Pîran diyar kir ku ew ê şopdarê rêya şehîd Rizgar bin û wiha got: “Wek tê zanîn şehîd Rizgar di demeke pir krîtîk a şoreşa Rojava de ku rastiya kurd dihat berevajîkirin de tev li şoreşê bû. Ji bo şoreşa Rojava ku şoreşa jinan e ji raya giştî re ragihîne, gihişt merheleya şehadetê. Em jî wek rêhevalê şehîd soz didin, em ê têkoşîna ku şehîd Rizgar a di nîvî de mabû berdewam bikin.”

Her wiha dayika Şehîd Rizgar Meryem Adanmiş jî hestên xwe anîn ziman. Dayikê destpêkê xêrhatina tevayî kesên ku li wir amade kir û ev tişt anî ziman: “Di 4’emîn salvegera şehadeta şehîd Rizgar de wî bi bîr tînim. Rizgar ji bo bibe dengê gelê xwe û gelên bindest berê xwe da rêya azad. Her digot ez bizanim ger ku wêneyê zarokek wê rewşê biguherîne ez ê ji bo kişandina wê sê caran canê xwe feda bikim.”

Dayîkê di dawiya axaftina xwe de got ku bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêhevalên wî sax be.

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar