Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

‘Berxwedana Li Îmraliyê tecrîdê vala derxist’

Birayê Veysî Kaya, Mûhîttîn Kaya diyar kir ku hewl tê dayîn ku tol ji Ocalan bê girtin û got ku berxwedana Îmraliyê tecrîdê vala derxistiye

Li Îmraliyê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî bêbersiv tên hiştin. Di vê pêvajoya li gelek welatan çalakî û aktivîteyên li dijî tecrîdê berdewam dikin de birayê Veysî Kaya ku di 9’ê sibata 2006’an de li Edeneyê li dijî tecrîda li ser Ocalan laşê xwe dabû ber agir û di 28’ê sibata heman salê de jiyana xwe ji dest dabû Mûhîttîn Kaya jî got ku li dijî tecrîdê divê herkes dengê xwe bilind bike.

Kaya diyar kir ku tecrîda 23 salan a li Îmraliyê bi ser neketiye û berovajiyê vê berxwedan tecrîdê vala derxistiye.

Kaya da zanîn ku tecrîd ketiye halekê bixwîn û wiha got: “Tecrîd berê fizîkî bû niha halekê kujende girtiye. Bi bilindbûna fazîşmê re tecrîda hişk didome. Em ji vê rewşê bifikar in. Pêkanîna tecrîdê wê qet nede qezenckirin. Bi kûrbûna tecrîdê re remzên berxwedanê jî derdikevin holê. Tecrîd têkoşîn û berxwedana hember bilindtir dike. Di vê rewşê de remzên berxwedanê derdikevin holê. Mînak Halîl Guneş 29 salan li ber xwe da. Di encama tecrîdê de nexweş ket û îro şehîd bû. Niha ‘kê qezenc kir, kê winda kir?’ Em bi awayekî vekirî dikarin bibêjin ku kurd qezenc kirin. Heval Halîl Guneş careke din hêza berxwedanê nîşanî kurdan da. Tecrîd qet nade qezenckirin. Tecrîdê tenê mirin, alozî û pirgirêkan mezin dike. Hikûmeta Tirkiyeyê weke tênagihîje vê israra xwe tecrîdê jî didomîne. Em vê qebûl nakin.”

Berxwedana ku rûmetê aniye

Di axaftina xwe de Kaya destnîşan kir ku weke malbat ew dizanin ku tecrîd çi ye û ji bo wan tê çi wateyê û wiha domand: “Berxwedaneke ku rûmetê aniye heye. Di malbata me de dema ku tecrîd tê gotin berxwedana tê hişê me. Me vê di malbatê de dît û li ber xwe da. Weke ereb jî em bi vê serbilind bûn. Di vî warî de me tu carî kurdan bi tenê nehişt. 15 sal in em li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Divê kurd li dijî tecrîdê têbikoşin. Vê jî bi awayekî zelal bibêjim; di malbata me de piştî ku du kesan li dijî tecrîdê laşê xwe dan ber agir û şehîd bûn, hê bêtir me li ber xwe da.”

Ocalan têk neçû

Her wiha Kaya da zanîn ku hewl tê dayîn tol ji Ocalan bê girtin û ev tişt anîn ziman: “Faşîzm 23 sal in hewl dide tol bigire û di vî warî de tecrîdê kûr dike. Faşîzma bixwîn dibêje ’23 sal in ez Ocalan tecrîd dikim, di vê pêvajoyê de çawa nexweş neket an jî li dijî tecrîdê têk neçû’. Niha di şexsê Ocalan ku tecrîdê vala derxistiye de hewla tolhildanê tê dayîn. Herkes li texma xwe ve divê li dijî tecrîdê bikeve tevgerê. Divê tecrîd vala bê derxistin û li dijî wê têkoşîn bê dayîn. Li dijî tecrîdê divê xebateke mirovî bê kirin. Li tu devera dinyayê, kesek 24 salan di odeyekeke yekkesî de nayê tecrîdkirin. Heke ku girtîgeh vê bi ser bixe, weke civak em dikarin li her qadê li ber xwe bidin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar