Başûrê Kurdistanê ku bi berdêlên giran ên kurdan hat avakirin û ji parçeyên din hinek serbixwe û federal dijî, di destê hikûmeta heyî de ji her alî ve dinale.
Di van roj û qonaxan de bi bûyer û pêşketinên rû didin, em dibînin ku hinek alî li ser van berdêlan rûniştine, dixwin-vedixwin, xwedî qesir û kelh in, hinek jî li avahiyên bi xwêdan û xwîna xwe bi salan karî ava bikin, li ber pêla lehiyê ketin û bi xwe re birine.
Li başûrê Kurdistanê her çendî di warê siyasî û leşkerî de qonaxek xwe ya dirêj heye jî, lê tim em dibînin ji pirsgirêkên civakî û gel re xizmeteke baş nehatiye kirin. Her çendî qonaxên berê qonaxên şer û têkoşîna serfiraziyê bûn. Lê taybet ji salên 90’î ve başûrê Kurdistanê bi parlamento û herêmê weke Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê hatiye nasîn.
Parlamento û hikûmeta heyî hemû jî kurd in, ji partî û saziyên civakî yên navxweyî ne. Lê mixabin, dema em li jiyana rojane dinêrin û dikevin nava civakê, bêedaletiyeke yekcar mezin heye. Dewlemend pir dewlemend, hejar jî pir hejar in. Heta ev yek li ser erdê jî diyar e. Taxên dewlemendan bi vîla û qesr in, taxên hejar û yên berdêl jî dayîn ji ber bê xizmetiyê di xaniyên kevin û bê ewle de dijîn.
Dema mirov li vê tabloyê dinêre, dibîne ku hinek alî taybet girêdayî partî û rêxistinên siyasî yên xwedî gotin ku qaşo ji bo xizmeta gel bikin, bi dengê gel hatine hilbijartin, gendelî, dizî, nelirêtî dikin. Li ser xwîn û keda hejar û berdêldayîn dixwin-vedixwin; xwedî qesr û kelh in.
Herî dawî derket holê ku qesrên bi milyonan dolar a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Amerîkayê heye. Dema em li Hewlêrê dinêrin, ên herî zêde berdêl dayîn, di kêrê de ne, nanê rojê nîne bixwin. Dîsa pereyê ji bo xizmet û binesaziya civakî tê dayîn jî, di destê endazyar û gendeliyên alîgirên hikûmetê de tên xwarin û xizmeta baş nayê kirin. Dema pêlek baran jî tê, li ber lehiyê diçe û hildiweşe.
Li aliyekê karker, xwendekar, mamoste, jin û li aliyê din hêza parastina civakê pêşmerge ji ber nebûna nan, dawî li jiyana xwe tîne, her roj li kolanan daxwaza mafê xwe dikin.
Li hundir rewş wisa ye lê derve rayedarên PDK, YNK’ê û gelek kesên dewlemed xwedî qesr in. Zarokên wan li zanîngehên herî baş dixwînin, zarokên gel jî ji ber nebûna bûrs (dermale) nikarin bixwînin. Rengê edaleta li Başûr ev e! Ji bo rayedar û alîgirên PDK, YNK’ê her tişt heye, lê ji bo feqîr û hejaran mafê jiyanê jî nîne.
Zarokên dewlemendan li her cihê bixwaze diçin, zarokên hejar û şehîdan jî bi hêviya jiyanek baştir û rehet li ser rêya koçberî û behra spî difetisin.
Yek ji sedama vê ya esasî PDK û YNK siyaseta baş ji bo civakê nake. Çima herî zêde rexne li PDK û YNK’ê tê kirin. Herdu hêz hêzên sereke ne û li parlamentoyê jî xwedî kursiyên herî zêde ne. Ji her tiştî Başûr ev berpirs in. Lê mixabin em dibînin van herdu partiyan, başûrê Kurdistanê parçe kiriye û li xwe parve kiriye. Hem siyaset, hem hêz û hem jî dahata tê, jê dixwin.
Ji ber siyaseteke wiha wê ev civak ji vê êşê rizgar nebe. Ji bo vî gelî pêwîstî bi pêşengayetiyeke rast heye.
Ciwanên Bakur-Rojava û Rojhilat dikarin ezmûnên xwe yên têkoşîna azad a demokratîk, ji bo ciwanên Başûr ragihînin. Rêbaz û têkoşîna azadiya maf û dijî dagirkeriyê nîşan bide. Ciwanên Başûr jî divê ji vê yekê netirsin. Pêşengtî ji civakê re bikin û sûdê ji ezmûnên ciwanên kurd ên Rojava, Bakur û Rojhilat bigirin, ne tenê ji wan; ji ciwanên şoreşger ên Tirkiye, hêzên antî-faşîzan û hêzên demokratîk bigirin.
Jinên Bakur-Rojava divê pêşengtî ji jinên Başûr re bikin. Bi çalakî û rola xwe ya pêşeng a di nava civakê de ji bo jinên Başûr veguhêze. Hêzê bide jinan. Em dizanin li Başûr sîstemê jinan hebsî malê kiriye û ji têkoşîn û şoreşê daye paş. Ji bo vê divê di warê siyasî, leşkerî û bîrdozî de îlhamê bidin jinan. Jinan ji çarşava reş a li ser hat ferzkirin, rizgar bikin. Cih di warê siyasî, leşkerî û civakî de bigirin.
Dîsa ya herî girîng û bikare guherînê çêke, hişmendiyeke neteweyî û siyasî ya kurdistanî ji bo Başûr lazim e. Divê HDP rola xwe ya neteweyî di vir de bilîze. Partî û rêxistina herî xurt niha li Bakur ji bo Kurdistan û demokratîkbûnê têkoşîna neteweyî dide HDP ye. HDP xwedî ezmûneke dûr û dirêj a mîrasê siyasî ya kurdî heye. Dîsa rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedarên ku bi salan li ber zext û zilmê têkoşiyan, di platformên siyasî de bikare rêbaz û xeta têkoşînê bigihîne Başûr û siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan ji vê aliyê hîzbayetiyê rizgar bike, di warê neteweyî de xurtir bike.
Dema vê tînim ziman bila şaş neyê famkirin ku civaka Başûr di van mijaran de lewaz e. Berovaj xurt e, lê dema ku xeteke rast a neteweyî ku bikare hemû berjewendiyên neteweyî esas negire, dihêle ku êşa bi salan xilas nebûyî, her tim dubare bike. Jixwe krîz û nalînên civaka Başûr dikişîne ji ber vê bêrêkupêkiya siyasî û dîsa nebûna bereyeke xurt a demokratîk e.
Binêrin bakurê Kurdistanê bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, hunermend, parlamenter li ber faşîzmê serî netewandin, girtî ne; lê dîsa jî li ber xwe didin. Vê berxwedanê kiriye ku dawiya faşîzmê bîne.
Ji bo wê pêwîstî bi ezmûna Bakur heye. Di her warî de divê taybet jin û ciwan vê yekê ji bo xwe esas bigire. Berê derfet nebûn, niha bi rêya teknîkê dikarî xwe bigihînî her derê. Ji bo vê çareserî rêxistinbûn, biryardarî û israra daxwaza heq û mafê xwe ye.
Başûr bi hemû aliyên xwe kar vê bike, wê dawî li vê bêedaletî û sîstema tenê hinek bixwin, desthilat bin, xwedî mal û milk bin; yên din feqî û hejar bin, bîne.