Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Deriyê Sêmalkayê rûreşiya PDK’ê ye

Di 16’ê kanûnê de Rêveberiya PDK’ê deriyê sînor ê Pêşxabûrê girt. Girtina vî derî piştî çalakiya ciwanan a piştgiriya bi dayikên şehîdan ku ev zêdetirî 2 meh û nîv in di nobedê de ket rojevê. Ev dayikên şehîdan bi rojane xew bi çavên wan neketiye û li bendê ne ku cenazeyên zarokên xwe bigirin. PDK’ê heta beriya çalakiya ciwanan xwe bêdeng kiribû û weke ku tu çalakî li ber derî tune ye dixwest bide nîşandan. Heta di hin çapemeniya PDK’ê de hat gotin ku rêveberiya derî nizanin ev çalakî ji bo çi ne! Lê her kesê ku di deriyê sînor ê Sêmalka re derbas bûbe, helbet mereq kir û pirsî ev çi çalakiye û bersiva xwe girt. Çima PDK’ê dibêje em nizanin? Ya rast ew e ku yên herî zêde dizanin ev çalakî ji bo çi ye PDK’ê ye.

Rûyê PDK’ê reş e û nema dizanîbû çi bike û çawa bersiva pirsa çima hûn cenazeyan nadin malbatên wan bide. Li hincetekê digeriya ku derî bigire û ev hincet jî çalakiya ciwanan a li ser pira li ser çemê Dîcle ya Sêmalkayê bû. Di dema çalakiyê de, pevçûn derket û ev yek jî kirin hincet ku 2 parçeyan ji pirê vebikin û rêya çûyîn û hatinê bigirin. Gotin ku Ciwanên Şoreşger êrîşî endamên ewlehiya sînor kirine! Lê dîmenê ku paşê hat belavkirin, ev bû; Ciwan li ser pira hesin in û li aliyê din çekdarên PDK’ê yên li deriyê sînor in. Çekdarên PDK’ê li ser koma keviran sekinîne û keviran diavêjin ciwanên li ser pirê yên çalakger. Hin ciwanan jî ew kevirên ku çekdarên PDK’ê diavêtin wan radikirin û careke din li wan vedigerandin. Rastî ev bû lê mixabin di aliyê çapemeniyê de ev rastî zêde nehat rojevkirin.

PDK’ê zêde tengav bûbû ji ber vê çalakiyê. Ji ber di vî derî re gelek şandeyên biyanî dihatin û diçûn û wan jî dipirsî çima ev çalakî li vir e û rastiya wê ji wan re dihat gotin. Vê jî PDK’ê hîn zêde dixist bin barê.

Me ji hin welatiyan jî pirsî ka hûn ji bo girtina derî çi dibêjin û qutbûna hin madeyên sereke yên jiyanê ku di vî derî re derbas dibûn? Bersiva wan ev bû; nebûna madeyên xwarinê êdî me naêşîne û me gelek rojên zehmet derbas kirin, lê ya me diêşîne mesela neteweyî ye ku aliyekî kurdî derî girtiye û kurdan ji dijmin zêdetir ji hev parçe dike.

Li aliyê din, bi girtina deriyê sînor ê Sêmalkayê re, deriyê El-Welîd ku 35 km li başûrê Pêşxabûrê dikeve jî ji aliyê PDK’ê ve hat girtin. Em vê pirsê jî bikin, ger çalakiya ciwanan sedema girtina Sêmalkayê be, sedema girtina El-Welîd çi ye?

Nûçeyên Têkildar