Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Pirtûka Antolojiya Êşên Jinan

20 nivîskarên jin ên kurd pirtûka Antolojiya Êşên Jinan (20 Jin 20 Çîrok) amade kirin. Ji nivîskarên pirtûkê Yasemîn Elban destnîşan kir ku jinên kurd ji aliyê wêjeyê ve gelekî xurt in

Pirtûka Antolojiya Êşên Jinan (20 Jin 20 Çîrok) ji 182 rûpelan pêk tê. 20 nivîskarên jin ên kurd bi 20 çîrokan di pirtûkê de gihandin hev. Pirtûk ji aliyê wêjeya jinên kurd ve weke berhemeke serketî tê nîşandan.

Ji nivîskarên pirtûkê Yasemîn Elban têkildarî pirtûkê ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Li ser fikr û armanca pirtûkê Elban ev tişt anî ziman: “Mixabin her jinek xwedî çîrokên bi êş û gelekî giran e. Me xwest ku bûyerên bi serê jinan hatiye lê belê nedihat xwestin ku bê bîranîn û bê parvekirin, bi rû bi rûbûnê re vî barî sivik bikin. Hewl hat dayîn ku jin hîn bêhtir bi xwe bawer bin û karibin bêjin ‘ez jî dikarim bikim’. Gelek êşên giran mîna tecawiz, tundî, destdirêjiyê ku berê bi serê wan ve hatî lê naxwazin bi bîr bînin, mîna barekî giran li ser pişta jinan e.

Jinbûyîn tiştekî çawa ye? Jiyana bi rengê jinan çawa ye? Jin ku ji roja ji dayik dibe heta mirinê timî li hinekan dinihêrin, diparêzin gelo ji bo xwe çi dixwazin? Keda jinan çima nayê dîtin? Çima bi mêran re çarenûseke ku newekhev e parve dikin? Jinên ku bi hêza xwe dikarin cîhanê ji nû ve ava bikin, çima her roj digirîn? Bersiva van pirsan û pirsên mîna van di van çîrokan de dikarin bên peydakirin.

Êşên hemû jinan

Li ser pirsa ‘Ya ku 20 jin li hev civand çi ye?’ Yasemîn Elban wiha got: “Bêguman ne tenê 20 jin, êşên hevpar ên hemû jinan hene. Di vê pirtûkê de çîrokên ku qala êşa hevpar a 20 jinan dikin hene. A rast, pirtûkeke welê ye ku êşên jinan lê digihêjin hev. Ji ber vê me navê pirtûkê kir ‘Antolojiya Êşên Jinan’. Armanca me ji weşandina vê pirtûkê ew bû; nîşan bidin ku jinên kurd mîna li her qada jiyanê di wêjeyê de jî xwedî pênûseke gelekî xurt e.”

Taybetmendiyên hevpar ên pirtûkê

Li ser taybetmendiyên hevpar ên jinên di pirtûkê de li hev civiyane Elban wiha domand: “Taybetmendiyên taybet ên ku 20 jin li hev civand, çîrokên wan ên li ser êşên hevpar e. Bi sê zaravayên kurdî çîrok hene. Nivîskarên me yên jin ji Rojava, Başûr, Bakur û dîasporayê tev li bûn.”

Yasemîn Elban di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pirtûk ji aliyê Melîke Altan ve ji bo weşanê hatiye amadekirin, Nesrîn Rojkan tevna têkiliyê danî û ji aliyê weşanên NA’yê ve hat weşandin.

Her wiha Elban spasiya nivîskaran û her kesên di amadekirina pirtûkê de ked dane, her wiha spasiya weşanxaneyê kir û got ku pirtûk li ser înternetê dikare bê kirîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar