Rûsya, Îran û Tirkiye civîna xwe ya 17’emîn a bi navê Astanayê tê domandin, di 22’ê kanûnê de li paytexta Kazakistanê çêkirin. Piştî civînê encamnameyek hat weşandin. Di encamnameyê de carekî din gef li rojavayê Kurdistanê tê xwarin. Sîstema xweseriya demokratîk a rojavayê Kurdistanê wekî sîstemeke parvekar û Suriyeyê jî wekî ‘komara ereban’ tê binavkirin.
Di encamnameyê de diyar e ku bazariya herî mezin li ser Idlibê hatiye çêkirin. Carekî din biryar girtine ku peymanên civînên berê were cîbecî kirin. Ango, ji dewleta tirk xwestine ku sozên xwe bi cih bîne û Idlib radestî rejîma Suriyeyê bike.
Tiştê diyar e Erdogan jî li hember daxwazên ji bo Idlibê, hilweşandina rêvebiriya xweser wekî şertek daye pêş wan. Ango ji wan re gotiye ‘Hûn sîstema Rojavayê hilweşînin, ez jî hem herêmên ku min dagirkiriye radestî rejîm bikim û hem jî karê we yê li Idlibê hêsa bikim.’
Di encamnameyê de li ser petrolên rojavayê Kurdistanê û êrîşên Îsraîlê jî hin xal hene. Di wan xalan de derxistin û firotina petrolên rojavayê Kurdistanê û êrîşên Îsraîlê dij-qanûn îlan dikin. Li ser êrîşên dewleta tirk di encamnameyê de yek peyvek tune ye. Eger Îsraîl yek êrîş biribe ser Sûriyeyê, dewleta tirk sed êrîş biriye. Lê ev êrîşên hovane ya dewleta tirk bi yek peyvek jî nehatine dîtin. Ne behsa Efrîn, ne jî behsa Girê Spî û Serêkaniyê tên kirin. Em dizanin ku dewleta tirk li van bajarên dagirkirî, sûcên mirovahiyê pêk tîne. Tê dîtin ku ev sûc carekî din bûne qurbana berjewendiyên dewletan û nehatine dîtin.
Rûreşiya her sê dewletan di civîna çapemeniyê ya piştî kombûna 17’emîn de jî dom kir. Niwênerê Taybet a Sûriyeyê Aleksander Lavrentyev, piştî civînê li ser navê Rûsyayê agahî da çapemeniyê û got; “Tirkiye soz daye me ku dê di fersenda herî ewil de leşkerên xwe ji Sûriyeyê bikişîne.”
Na! Ev jî derew e. Tirkiye çi wextek an jî çi sozek nedaye wan. Tenê ji bo ku derewên wan û hevşîrîkatiya wan ên sûcên dij mirovahiyê neyê dîtin, bi hinek peyvên dîplomatîk destê wan hêsan kiriye. Ev qas. Eger ne wiha be, heman roja ku encamnameya civînê hat îlankirin, êrîşên xwe yên dagirkerî yên li ser rojavayê Kurdistanê dubare nedikir. Dewleta tirk hê civîna wan didome êrîş bir ser rojavayê Kurdistanê û çend sivîl bi bombeyan qetil kir. Her wiha hinek ji wan jin û zarok, bi dehan kes jî di van êrîşan de birîndar bûn.
Derdê Rûsyayê jî û ya Îranê jî diyar e. Her du jî naxwazin Amerîka li Rojnilata Navîn bi bandor bibe. Ji bo vê yekê jî nakokiya navbera dewleta tirk û Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Derdê dewleta tirk jî, destkeftiyên kurdan e. Ew, hebûna Amerîkayê wekî parêzvaniya destkeftiyên kurda dinirxîne û têkîliyên xwe yên li gel Rûsya û Îranê wekî tehdîdek li hember Amerîkayê bikar tîne.
Bêguman, ev ne cara yekem e ku ev her sê dewlet bi vî rengî dijminahî li rojavayê Kurdistanê dikin. Beriya niha jî gelek caran xwestekên dewleta tirk bi cih anîbûn. Heta di dagirkirina rojavayê Kurdistanê de dewleta tirk piştgiriya herî mezin ji van dewletan girtibû.
Aşkera ye. Ev pêngavên tên avêtin, hemû qirêjî ne û her sê dewlet pêkve pişgirî didin dewleta tirk û dijminahiya destkeftiyên kurdan dikin. Ev jî hevşîrîkatiya sûcên dijmirovahî ye.
Kurd divê ev şirîkatiya sûcên dijmirovahiyê ji bîr neke!