Sala 2021’an esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket sala 22’yan. Her wiha berxwedana Rêberê Gelê Kurd ê ku 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî hatibû revandin û hêsîrkirin a li dijî rejîma îşkence û tecrîdê 22 sal li pey xwe hişt. Li Girava Îmraliyê desthilata AKP-MHP’ê sala 2021’ê tecrîd, îzolasyon û ‘mirina li zemên berbelavkirî’ girantir kir. Mijara jiyan, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd ji rojeva Kurdistanê û gelên din neket.
Piştî helwesta zêde ya raya giştî ya Kurdsitanê û cîhanê Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 324 roj bûn agahî jê nedihate standin, 25’ê Adara 2021’an hevdîtinek kurt kir. Abdullah Oalan ku herî dawî 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe re axivî bû û gotibû; “Hevdîtineke wiha pir şaş û taloke ye. Heke hevdîtinek wê bibe divê parêzer hazir bin” û van gotinan mohra xwe li salê da.
Mehmet Ocalan got kesekî xwe weke Midûrê Girtîgeha Îmraliyê da naskirin 24’ê Adarê saet di 18:00 de lê geriya. Mehmet Ocalan got: “Got ku divê 25’ê Adarê saet di 13:45’an de li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bim ji bo bi telefonê bi kekê xwe re biaxivim.”
Ocalan her wiha got ku serê sibehê ew li Edliyeya Rihayê bû û haya rayedarên li wir ji axaftina bi telefonê hebû û piştî 10 deqeyan ew xistin odeyeke li qatê jêrê ku bi tenê lê bû.
Rewş hem siyasî û hem hiqûqî ye
Mehmet Ocalan anî ziman ku jê re hatiye gotin, li odeyê xebatkarek heye û ew wê li vê odeyê bi kekê xwe re biaxive. Mehmet Ocalan diyar kir ku dema telefonê lê da, wî bersiv da û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekser jê re gotiye, “Tu çawa hat vê derê? Kê te anî? Çawa çêbû? Tu ji ku digere?”
Mehmet Ocalan wiha dewam kir: “Kekê min ji bo vê rewşê got, ‘Hem tu hem jî dewlet şaş dikin. Sedema wê jî ev e; saleke bi ti awayî hevdîtin nîne. Cihê vê yekê ne di nava hiqûqa dewletê de ne jî di nava hiqûqeke cuda de nîne. Hatina te şaş e û gelekî metirsîdar e. Dewlet jî gelekî xetere ye. Ev tiştekî rast nîne. Eger hevdîtinek pêk were divê di çarçoveya hiqûqî de be. Nabe ku piştî salekê li gorî dilê xwe bi telefonê hevdîtinê bidin kirin’. Serok dubare dubare got, ‘Ev tişta hûn dikin gelekî şaş e. Dewlet jî bi rengekî şaş tevdigere, hûn jî. Ev hiqûqî nîne, rast jî nîne. Ev ti carî nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de metirsîdar e. Gelo haya we jê heye ku hûn çi dikin? Ez dixwazim ku parêzerên min bên vê derê û hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk wê dema bê çawa be? Ev pirsgirêk tenê bi hiqûqê dikare çareser bibe. Çima nayên vir? Eger hevdîtinek wê bibe divê bi parêzeran re bibe. Ji ber ku ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”
Mehmet Ocalan diyar kir ku wî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ragihandiye, yek ji sedemên hatina wî ya hevdîtinê jî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê ye û wiha dewam kir, “Serok got, ‘Ez naxwazim kes ji bo min li greva birçîbûnê û li zindanan bimire. Min ev berê jî gotibû, niha jî dibêjim. Pêwîstî bi vê nîne. Ev tiştekî gelekî giran e. Divê hûn vê bibînin’. Nêzî 4-5 deqeyan em axivîn. Dengekî zirav bû. Bawerim dengê Serok bû. Serok ji min re got, ‘Ev hevdîtin gelekî şaş e. Ev hevdîtin jî nîne’ û piştre telefon hate birîn.”
Di bin tecrîda giran de du cezayên disîplînê
Dewleta tirk bersiveke erênî neda bangaa gelê Kurd û dostên wan û berxwedana wan, rejîma tecrîd û êşkenceyê ku dewleta tirk li Imrliyê daniye sala 2021’an du caran cezayê disîplînê da Rêberê Gelê Kurd. Parêzerên Bûroya Hiqûqa Sedsalê wan rojan ku bi serlêdan û daxuyaniyan dixwest bigihije Imraliyê hîn bû ku 29’ê Çileya 2021’an cezayê disîplînê dana Rêberê Gelê Kurd.
Raya giştî ya Kurd 29’ê Mijdarê hay ji cezayê disîplînê yê duyan çêbû. Parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê bi daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku tecrîda giran a li ser hatiye danîn û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş re 22’ê Mijdarê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabû. Bûroyê bal kişandibû ser ku ev 8 meh in ji miwekîlê xwe Abdulalh Ocalan û 3 girtiyên din derheqê jiyan, rewşa tendiristiya wan, şertê gritîbûna wan, rewşa wan a hiqûqî û tevdîrên hêla kovîdê ne xwedî agahî ne. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdan red kir û qedexeya 6 mehan a 12’ê Cotmeha 2021’an a ji ber lêpirsîna disîplînê hincet nîşan da. Daraza dewleta Tirk di biryara redkirina hevdîtina malbatê jî biryara Seroktiya Desteya Disîplînê ya Midûrtiya Saziya Înfazê ya Cezayê ya Imraliyê ya bi dîroka 18’ê Tebaxa 2021’an 3 mehan ‘bêparhiştina ji heqê qebûlkirina serdanvanan’ hincet nîşan da. Lê derheqê lêpirsînên disîplînê û cezayê ku dane ti agahî nedan.
Qedexeya ‘volta’ yê
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica têkilî piştperdeya cezayên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got:’’ Cezayê ku didin Ocalan dixwazin veşêrin. Naxwazin ev ceza bêne dîtin. Gelek cezayê dîsîplînê ji ber Birêz Ocalan mafê xwe yê sporê bi meşê derbas dike, didin wî. Ji ber ku Birêz Ocalan li hewşê diçe û tê tûran davêje, ceza dide wî. Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber li hewşê tûr (Volta) avêtiye ceza lê hatiye birîn. Di wextê wê de ev yek îtîraz jî kiriye. Mafê tûran (Volta) mafekî gerdûnî ye. Ev nîşan dide ku cezayekî keyfî dane.
Cotmehê derketibû holê beriya niha jî bi hinceta ‘voltayê’ ‘Cezayê disîplînê’ li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn. Bi hinceta ku ‘xebatên sporê dike civat’ Seroktiya Destûra Disîplînê ya Girtîgehê 14’ê Îlona 2018’an cezayê ‘3 mehan bêheqhiştina ji qebûlkirina serdanan’’ hatiye birîn lê raya giştî ya Kurdan piştî 3 salan 29’ê Cotmeha 2021’an hay ji cezayê çêbûye.
Dadgeha destûra bilind jî destek da îşkece û tecrîdê
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku xwest ku biryara desteya disîplînê, ku hebin têkilî vê biryarên Dadgeha Înfazê û yên Dadgeha Cezayê Giran, mînakên dosyayan bidin wan, ji bo ku cezayên disîplînê yên neheq û dijî hiqûqê bêne rakirin sala 2020’an meha Kanûnê serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezayê Giran dabûn.
Ev daxwaz pêşî i hêla Dadgeha Înfazê û piştre bi biryara Dadegeha Cezayê Gran ve hate redkirin. Parêzeran ji bo miwekîlên xwe Veysî Aktaş û Hamilî Yildirim jî meha Cotmehê serî li Dadgeriya Înfazê dan ku bikarbin serdanên malbatê werin kirin. Lê serlêdan hatin rekirin. Parêzeran bi sedmea ku diî hiqûqê ye, ji bo Konar, Aktaş û Yildirim serî li Dadgeha Destûra Bilind dan.
Dadgeha Destûra Bilind 13’ê Adara 2021’an biryar da û serlêdan weke ‘nayê qebûlkirin’ pênase kir û biryar li ser da. Dadgehê biryar li ser da ku ti binpêkirin nîne. Dadgehê bi vî rengî pêknehatine serdana parêzer û malbatan ku ji mêj ve li Imraliyê nabin, her wiha xwenegihandina birarên derbarê miwekîlên parêzeran jî ‘li gorî hiqûqê’ dît. Di biryara navborî de Îrfan Fîdan jî hebû ku 27’ê 2020’an bûbû endamê Dadgeha Bilind û li gel ku tu xebata wî jî nebû Serokkomarê tirk Erdogan ew kiribû endamê Dadgeha Destûra Bilind.
Parêzeran 165 caran, malbatan 53 caran serlêdan kir
Li dijî konsepta taybet a dewleta tirk a li ser fizik, tendiristî û ‘mafên yasayî’ ku ji hêla qanûnan ve hatî diyarkirin, parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan helkefta xwe domandin. Parêzeran sala 2021’an 165, malbatê 54 caran serlêdan kir lê daraza tirk bersiva vê neda.
Rêberê Gelê Kurd herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an parêzerên xwe dît, li gel ku mafê xwe yê yasayî jî piştî 21 salan cara pêşî 27’ê Nîsana 2020’an karîbû vî mafê axaftina bi telefonê bi kar bîne.
Rojên pêşî yên salê HDP’ê li dijî tecrîdê starta kampanyayê da. HDP’ê encamnameya Meclîsa Partiyê ya 10’ê Çile aşkere kir. HDP’ê bi vê bangê kampa ragihand:
”Weke peywira me ya lezgîn hatiye nirxandin ku ji bo daxwaza grêvên birçîbûnê ya li hemû girtîgehan bi rengekî domdar û dorveger ji bo tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan rabe û dawî li kirinên dermirovî yên li girtîgehan were hatî destpêkirin bi cih were divê bihistyariya demokratîk a xurt were avakirin. Divê em diyar bikin têkoşîna dijî tecrîdê û têkoşîna ji bo çareseriya demokatîk û hêviya aştiyê di zik hev de ne, ev rojeva girîng ne tenê ya beşekî civakê an jî partiyekê, divê rojeva hemû hêzên demokrasiyê be.’’
Her wiha wekîlên HDP’ê Kemal Bulbul, Huseyîn Kaçmaz, Abdullah Koç, Celadet Gaydali, Şevîn Çoşkun, Feleknas Uca, Kemal Pekoz, Omer Faruk Gergerlîogl, Erol Katircioglu û Gulîstan Koçyîgît jî 15’ê Çile ya 2021’an ji b tecrîda girankirî ya li ser Ocalan rabe li Meclîdê daxuyaniya çapemeniyê dan. Wekîlan ji bo grêva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê banga bihistyarbûnê irin. Meha dawî ya salê jî malbatên girtiyên din ên Imraliyê Omer Hayrî Knar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bang kirin. D civîna 1’ê Kanûnê de Wekîlê HDP’ê Omer Ocalan, xwîşka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, xwîşka Veysî Aktaş Sabîha Aktaş û ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol û Serbay Koklu hazir bûn.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê helwest geştir bûn
Gulanê 768 parêzer û hiqûqnasan kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. Ên ku kampanya îmze kirin gotin hewcehiyeke dewleteke hiqûqê ye ku daxwaza hevdîtina bi parêzeran re ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanwere bicihanîn Di kampanyayê de ku ku OHD’ê bi îlana ku dayî rojnameya Yenî Yaşamê, hate xwestin ku Abdullah Ocalan demildest bikaribe parêzerên xwe bibîne. Di nav wan kesan de ku kampan îmze kiribûn Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn û parêzer Ercan Kanar jî hebûn.
Her wiha Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê jî bang kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevger çêbibe û hin parêzerên xwe weke parêzerên parastina Ocalan diyar kir. Li Bakurê Kurdistanê jî hin saziyên rêxistina civakî li dijî tecrîda li Imraliyê helwesta xwe rêxistinî kirin. 344 rêxistinên civaka sivîl bi sîwana Platforma Demokrasiyê ya Herêmê daxuyaniya hevpar dan, diyar kirin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.
Platforma Demokrasiyê ya Herêmê ku ji 21 bajaran 344 rêxistinên civaka sivîl din av de cih digirin ji bo ku li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşuyoluê 21’ê Sibatê hatin cem hev, polîsên tirk park dorpêç kir. Bi hinceta kovîdê daxuyaniya platformê hate astengkirin. Endamên platformê xwestin ku bikevin parke, polîsan ew kirin sê kom û dorpêç kirin. Piştî ku ji muzakereyên Platformê û polîsan tu encam derneket daxuyanî li Cemiyeta Nûçegihanên Rojhilatêbaşûr (GGC) çêbû.
Rêxistinên demokratîk ên girseyî yên li Enqereyê jî eynî rojan bi daxuyaniyekê diyar kirin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe. Nûnerên rêxistinên civakî ku li Rêxistina Bajêr a Enqereyê daxuyanî dan gotin ‘’Tecrîda li Imraliyê sûcê mirovahiyê ye, divê demildest bidawî bibe. Alinterî, Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD), Devrimci Partî, Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan, Kongreya Demokratîk a Gelan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Sosyalîst a Nû (SYKP), Kaldiraç jî di civînê de hazir bûn.
4’ê Nîsanê jî Amara ji hela polîsan ve hat dorpêçkirin
Beriya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêzên dewleta tirk dîsa ketin alarmê. Beriya rojbûna 72’an a Abdullah Ocalan bi 2 rojan, polis û leşkerên tirk gundê Amara yê navçeya Xelefetî ya Rihayê ku Ocalan lê çêbûbû dorpêç kirin. Li gel qedexe û astengiyan jî girse ji bo ku rojbûna Ocalan pîroz bikin bi rê ketin. Beriya rojbûnê rêyên ku diçin Amara bi wesayitên zirxî hatin girtin. 4’ê Nîsanê şandeya KCD, TJA, DBP û HDP’ê xwest biçe Amarayê. Leşker û polîsên tirk nehiştin ku kes biçe gund.
Ne tenê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha şopên ku li Kurdistanê hiştî jî dewleta tirk ditirsîne .Rêberê Gelê Kurd sala 1979’an piştî ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûbû, demekê li gundê Elpelorê ya Kobanê li malekê mabû. 16’ê Nîsanê dewleta tirk êrîşa hewayî bire ser malê. Dewleta tirk bi droneyan êrîş bire ser û ji ber êrîşê ziyan gihaşte malê.
Çavkanî: ANF