Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

KONGRA GEL ji bo zindanan banga ‘seferberiyê’ kir

Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir ku li girtîgehan 'hovîtî' zêde bûye û ji bo girtiyan banga seferberiyê kir

Navenda Nûçeyan |

Hevserokatiya KONGRA GEL têkildarî rewşa girtî û girtîgehan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt anî ziman: “Her ku hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê nêzîk dibe, mîna li her derê li zindanan jî hovîtî tê zêdekirin. Li zindanan, bidawîbûna cezayê hikûmxwaran tê betalkirin û nayên berdan. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, bi zanebûn di nava lepê mirinê de têne hiştin, ji girtîgehan cenaze tên derxistin. Di nava meha dawî de 7 cenaze ji zindanan derket.

Ev rewş rûyê rastî yê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rengekî vekirî nîşan dide. Ev desthilatdariya ku sextekariya ‘biratiya gelan’ dike, ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku tu eleqeya vê desthilatdariyê ne bi ol heye, ne jî bi biratiyê hey; desthilatdariyeke faşîst e.

Garîbe Gezer û Vedat Çem Erkmen li zindanê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Di salên 1990’î de dewletê bi rengekî kiryar nediyar mirov dikuşt, niha jî înfaza li zindanan ketiye şûna vê yekê. Ev asta ku faşîzm hatiye, mezinahiya metirsiya li Îmraliyê û hemû girtîgehan radixe pêş çavan.

Di serî de Îmrali, zindan hemû li ber xwe didin. Faşîzm ji bo vê berxwedanê bişikîne êrîşî girtiyan dike. Lê belê nikare encamê bi dest bixe. Berxwedana leheng a Garîbe Gezer mînaka herî dawî ya vê yekê ye.

Divê gelên me yên li Kurdistanê, Tirkiyeyê û derveyî welat, jin, ciwan, hêzên demokrasiyê yên li ber faşîzmê radibin; divê vê rastiyê bibînin, eniya berxwedanê ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê qewîn bikin û têkoşînê mezin bikin. Ev yek wezîfeya herî stratejîk a demê ye.

Gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de divê hîn bi xurtî xwedî li zindanan derkevin. Rapora Navenda Giştî ya ÎHD’ê ya li ser bingepêkirina mafên mirovan metirsiya rewşê bi rengekî aşkera radixe pêş çavan.

Ji bo pêşî li hovîtiya li zindana bê anîn, gelên me yên li derveyî welat divê bi çalakiyên cihêreng û afirîner polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê teşhîr bikin, bala raya giştî bikişînin û ji bo saziyên navneteweyî bixin nava liv û tevgerê, seferber bibin.

Ji bo şikandina bêdengiya raya giştî û saziyên navneteweyî, ji bo liv û tevgera li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, em bang li gelê xwe yê li Ewropayê û tevahiya cîhanê dikin, bi taybetî jî sazî û meclisên me yên gel pêwîst e di vê pêvajoyê de bi roleke hîn bi bandor tevbigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar