Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Sala 2021’ê tecrîd girantir bû, berxwedan jî li cîhanê belav bû -3

Daxwaza ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ ji salên din cihê di sala 2021’ê de li dehan welatan, piştgirî ji beşên din ên civakê wergirt û veguherî berxwedaneke global. Sendîkayên karkeran, saziyên civaka sivîl, rêxistinên ciwan û jinan, parlamenter, hunermend, nivîskar ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd gotin ‘Dema wê hatiye, ya niha hewce ye’. Di gelek îlanên rojnameyên welatên cihê de hat diyarkirin azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn tê çi wateyê.

Destpêka berxwedana di sala 2021’ê de ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd li Afrîkaya Başûr a ku welatê Mandela ya hat destpêkirin û heta Ewropa, Amerîka, Afrîka û Avûstralyayê belav bû. Vê rewşê wê piştgiriyeke manewî ya girîng bida kampanyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Ji ber ku Afrîkaya Başûr welatê Nelson Mandela bû. Mandela di girtîgehên rejîma Apartheîdê de 27 salan de ma û piştî kampanyayên navneteweyî yên ku milyonan kesan piştgirî danê, Mandela azadiya xwe bi dest xist.

Di 11’ê çileyê de Koma Xebatê ya Kurdan a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATÛ) kampanyaya bi navê ‘Dema wê hatiye, ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke bi edalet pêk were azadî ji Abdullah Ocalan re’ dan destpêkirin. Armanca vê kampanyayê ev bû ku Neteweyên Yekbûyî têkeve tevgerê û nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re hat nivîsandin. Di nameyê de hat xwestin li hemberî tecrîda girankirî ya Îmraliyê divê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CAT) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) divê bi lez têkevin nav tevgerê. Di nameyê de dihat diyarkirin qaîdeyên wekî yên ‘Qaîdeyên Nelson Mandela’ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî were pêkanîn.

Çend roj piştî hewldana li Afrîkaya Başûr hat destpêkirin, Yekitiya Parêzerên Ji Bo Mafên Mirovan a Demokrasî û Dinyayê (ELDH) New World Sûmmît (Civîna Cîhana Nû) û Tifaqa Parastina Heq û Azadiyan a Navneteweyî (AIDL) diyar kirin ku ew jî piştgiriyê didin kampanyayê. Li Welatê Baskê, Belçîka, Bûlgaristan, Almanya, Îngilistan, Fransa, Yewnanistan, Tirkiye, Îtalya, Makedonya, Rûsya, Sirbistan, Swîsre, Îspanya û Ûkraynayê komeleyên endam ên ELDGH’ê hene. New World Sûmmît (Civîna Cîhana Nû) jî di asta global de xebatên siyasî û hunerî dimeşîne.

Gelek navdarên cîhanê bang kirin

Di salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de bi sedan navdar, rojnameger û nivîskaran bi sernavê ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ deklarasyonek weşandin. Rojnameger, nivîskar Janet Bîehl, hunermendê deng û nivîskarê pirtûkên zarokan Leon Rosselson, muzîsyen û nivîskar Davîd Rovîs, nivîskarê senaryoyê Atîha Sen Gûpta, grafîst Jonathan Chadwîsk jî nav de gelek kesan gotin ‘Em serbilind in ku me daxuyaniyeke wisa weşandine.’ Di bangê de hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevgera kurdan a modern û Ronesansa Çanda Kurdan tevkarî kiriye û bal kişandin ser vî tiştî: “Ji 20 salî zêdetir dem derbas bû, divê êdî Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe.”

Di heman rojan de li başûrê Kurdistanê jî deklarasyoneke wisa hat îlankirin ‘Komîteya Azadî ji Ocalan re’ ya ku herî kêm hezar û 250 rewşenbîrên kurdistanî û ereb ên li başûrê Kurdistanê diyar kiri ew jî piştgiriyê didin kampanyayê. Ev kampanya di 15’ê Sibata 2021’an de gihişt hedefa xwe û rewşenbîrên kurd û ereb ji bo 8 hezar rojên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehê derbas kiriye, 8 hezar îmze kom kiribûn.

Hashtag li 30 welatan gihişt milyonan

Di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de li ser medyaya dîjîtal kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ hat destpêkirin. Ev kampanya wekî kampanyaya herî xurt a sala 2021’ê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, tendirustî û ewlehiya wî di asta global de hatibû kirin. Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyaya hashtagê ya bi navê #FreedomForOcalanNow dan destpêkirin. Ji gelek welatên Rojhilata Navîn û dinyayê bi gelek zimanan bi sed hezaran kes tev li vê kampanyayê bûn.

Di nava çend saetan de li ser medyaya dîjîtal ev kampanya ket nav parvekirinên herî zêde, herî kêm li 30 welatan li ser Facebbok, Instagram û Twîtterê gihişt bi milyonan kesan. Ligel ku hinek platforman kampanya asteng û qedexe kirin, kampanya sê rojan domiya. Akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar, sendîka, parêzvanên mafên mirovan, parlamenter, partiyên siyasî û gelek nûnerên beşên civakê bi hashtaga kampanyayê gotin ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, ya niha hewce ye’. Ji Ewûstralyayê heta Hindistan, Misir û Malezyayê ji gelek welatan siyasetmedar û nivîskaran piştgirî dan kampanyayê.

Daxwaza azadiyê li çar parzemînan belav bû

Bêguman berxwedana ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tenê li ser torên medyaya civakî nehat meşandin. Di sala 2021’an de her roj Ewropa di serî de li gelek welatên cihê, kampanya, xwepêşandan û çalakiyên cihê hatin kirin. Saziyên civaka sivîl, sendîka û navdarên van welatan bang kirin. Va ye panorameyeke sala 2021’an a berxwedana li parzemînên Ewropa, Afrîka, Amerîka û Ewûstralyayê

-Brîtanya:Welatên ku herî zêde berxwedan lê hat birêxistinkirin Îngilstan û welatên Kraliyeta Yekgirtî bû. Sendîkayên herî mezin ên Brîtanyayê Unîte The Ûnîon û GMB’ê di nîsana 2016’an de kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ dabûn destpêkirin. 1,5 milyon endamên Unîte the Unîonê û 700 hezar endamên GMB’ê hene. Ev sendîka, sendikayên herî mezin ên Kraliyeta Yekgirtî ne. Di sala 2021’an de ne tenê li welatên Kraliyeta Yekgirtî li dinyayê ev kampanyayê deng da û gelek sendîka û saziyên civakî yên sivîl piştgirî dan kampanyayê. Bi vî awayî ji kategoriyên cihê bi milyonan kedkar û karker ji aliyê rêxistinên di kampanyayê de cih digirin hatin temsîlkirin.

Di meha adara sala 2021’an de Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unite The Unionê Tony Bûrke diyar kir ku wê kampanyayê geştir bikin û wiha got: “Wê Ocalan li wê giravê terkî tenêtiyê neyê kirin.” Di meha cotmehê de jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû yek ji xala rojeva konferansa sala 2021’an a Unite The Unionê. Di konferansa salane ya sendîkayê de 700 delegeyên ji Îngilistan û Îrlandaya Bakur tevî wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û afîşa ji bo azadiya wî rabûn ser pêyan û piştgiriya xwe nîşan dan. Sendîkayê di rûniştina xwe de pirsgirêkên navneteweyî niqaş kir û ev rûniştin bi çalakiya hevgirtinê ya kurdan dest pê kir. Sekreterê Giştî ya jin a yekemîn Sharon Graham jî afîş hildabû.

Rewşa Rêberê Gelê Kurd di konferansa salane ya Partiya Karkeran a ku partiya mûxalefetê ya sereke ye jî hat rojevê. Konferans di 28’ê îlonê de li bajarê Brîghtonê hat lidarxistin û rûniştinek ji bo banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Hevserokê Kampanyaya Azadî Ji Ocalan re Sîmon Dûbbîns civîn bi rê ve bir. Baroness Chrîstîne Blowers, parlamenter û Serokê Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlamentoyê Lloyd Rûssel Moyle, parlamentera Sînn Feînê Chrîz Hazard, Hevseroka Meclisa Gel a Brîtanyayê Elîf Sarican û parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy di civînê de axivîn. Axaftvana qala qirkirina ku dewleta tirk li ser gelê kurd kirin û diyar kirin heta ku Abdullah Ocalan azad nebe dê li herêmê aştî, demokrasî û azadî pêk neyê.

Sendîkayan di demên cihê yên sala 2021’an de îlanên mezin ên yekrûpelî dan van rojnameyan Newham Recorder, Saffron Walden Reporter, Inlington, Hackney Gazette, Hucknall Dispatch, The Gazette, The Guardian, Advertiser, Rasen Mail, Sunderlan Cho, Sleaford Standard, Visitor, The News Courier û The Bucks Berald. Di îlanan de wiha hat gotin: “Dem hatiye tecrîda dermirovahiyê ya li ser Abdullah Ocalan û dîlbûna wî ya 20 salan were anîn.”

-Îtalya: Di sala 2021’an de tevî Îngilistanê welatê ku daxwaza azadî ji Ocalan re bi awayekî berfireh û bi bandor lê hat rêxistinkirin, Îtalya bû.  Derdorên çepgir, demokrat û şoreşger ên Îtalyayê piştgiriyeke xurt dan Rêberê Gelê Kurd.

Rêxistina çandê ya çepgiriya antîfaşîst ARCI di civîna xwe ya meclisa neteweyî de biryar da ku piştgiriyê bidin kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. ARCI ya ku li Îtalyayê milyonek endamên wê û 4 hezar û 400 komeleyên wê hene, di civîna meclisa neteweyî ya dawîn de diyar kir ku dê ji bo azadiya Kurdistan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixebitin. ARCI li hemberî çanda kapîtalîst , ji aliyê antîfaşîst û çepgiran de di 26’ê gulana 1957’an de wekî rêxistina civaka sivîl hat avakirin. Ji xeynî qada çandî di qada civakî û siyasî de jî dixebite.

Bi heman awayî di nîveka pêşîn a salê de sendîkayan îtalî jî diyar kirin ew tev li kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ bûne. Sendîkayên Îtalyan COBAS, CÛB û UNICOBAS ji bo piştgiriyê bidin kampanyaya ‘Dema wê hatiye, azadî ji bo Ocalan, li Tirkiyeyê edalet û aştî’ ya ku Înîsîyatifa Azadî Ji Abdullah Ocalan re, name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin. Dema ku ev name gihiştin Neteweyên Yekbûyî Dibistana Gel a Antonîo Gramscî, Kovara IL Bene û Sendîkaya Mamosteyan a COBAS-Sardûnyayê jî diyar kirin ew jî tev li kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin.

74 profesor û doçenetên di senatoya akademîk a fakulteya zanistên siyasî û civakî ya zanîngeha Calabrîayê piştgirî dan kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan. Zanyaran di daxuyaniya hevpar de ev tişt gotin: “Serokê gelê kurd piştî ku li welatê me statuya îltîcaya siyasî ya dereng stend, 22 sal in li Girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê di girtîgeheke ewlehiya wê ya zêde girtî ye û li ser wî tecrîd heye. Mixabin saziyên navneteweyî mafên mirovan ên herî bingehîn ên ji bo Abdullah Ocalan jî mîsoger nekirin.”

Di sala 2021’an de şaredariya Rende ya Cosenzayê ya girêdayî herêma Calabrîa ya Îtalyayê biryar da ku hemwelatiya rûmetê bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Şaredarê Rendeyê Marcello Manda, di 3’ê Nîsanê de li meclisa şaredariyê axivî û diyar kir ku ji bo hemwelatiya rûmetê bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wî jî dengê erê daye û wiha got: “Bi vê biryarê re me xwest em balê bikişînin ser girîngiya ji bo mafên mirovan. Li gorî me girîng e ku em balê bikişînin ser vî tiştî li Tirkiyeyê mafên mirovan hatine redkirin.”

Di 11’ê sibatê de di rojnameya l1 Manîfesto de îlaneke mezin yekrûpelî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat weşandin.  Komîteya ‘Dema wê hatiye, azadî ji Ocalan re’, Tora Komîteyên Dostaniya Kurdistan û Îtalyayê û Buroya Enformasyonê ya Îtalya-Kurdistanê ev îlan dan. Le Monde Dîplomatîqûe ya ku bi gelek zimanan mehane derdikeve di hejmara wê ya Îtalyayê de jî bi îlaneke wisa kampanya ji raya giştî ya Îtalyayê re hat ragihandin.

-Almanya: Kampanyaya bi navê ‘Dema wê hatiye, ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke bi edalet pêk were azadî ji Abdullah Ocalan re’ ya ku Koma Xebatê ya Kurdan a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATÛ) dabûn destpêkirin û kampanyaya ku sendîkayên Îngilistanê pêşengtiya wê dikirin li Almanyayê derdorên çepgir, demokratîk û koçber xwedî lê derketin. Di meha sibatê de Meclisa Gel a Tamîl Eelam, Kongreya Amerîkaya Latîn, Almanya Ya Basta Netzwerk jî di nav de 10 saziyan diyar kirin ku ew jî tev li kampanyaya KHRAG û COSATÛ’yê bûne.

Di heman rojan de 17 sazî û rêxistinên din gotin ‘Dema wê hatiye, ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke bi edalet pêk were azadî ji Abdullah Ocalan re’ diyar kirin ku ew jî piştgiriyê didin kampanyaya ku li Afrîkaya Başûr hatibû destpêkirin. Rêxistinên Ciwanên Keskan ên ku şirîkên hikûmeta nû ya li Almanyayê jî di nav vê kampanyayê de cih girtin. Piştî demeke kurt li Çepgira Mûdaxelevan Interventionistische Linke ya ku li 33 bajarên Almanyayê rêxistinkirî ne û ji hezarî zêdetir endamên wan hene, bi daxuyaniya çapemeniyê diyar kirin ku ew tev li kampanyayê bûne.

Alîkariya Sor (Rote Hîlfe) ya ku li 40 bajarên Almanyayê rêxistinkirî ne û rêxistinên ciwanan ê ku eyaletên NRW û Hambûrgê ya Partiya Keskan Grune Jûgend û saziya bi navê ‘Seebrucke’ ya ku bi piştgiriya ji bo koçberan ketibû rojeva Almanyayê jî xwedî li kampanyayê derketin. Vî tiştî jî derxist holê ku daxwaza ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ ji aliyê gelek beşên civakê tê ziman. Di rojnameya Jûnge Welt de ya ku rojnameya rojane ya welat e jî bi bangeke yekrûpel îlana kampanyaya sendîkayên Îngilistanê hat kirin.

Teoriya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk, xwerêveberî, xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zanîngeha Potsdamê bû mijara dersê. Biryar hat dayîn ku teoriya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk, xwerêveberî, xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya dersa ‘Semînerên li felsefeya anarşîst, têgeha ekolojiya civakî ya Mûrray Bookchînser mînaka şoreşa Rojava’ were xwendin. Ders wê ‘somestir’a vê zivistanê were xwendin û 25 xwendekaran xwe lê qeyd kirin.

-Swêd: Li welatî sendîkayan pêşengtiya azadiya Rêberê Gelê Kurd kirin. Organîzasyona Navendî ya Karkerên Swêdê (SAC) di salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo azadî, edalet û aştî pêk were divê Rêberê Gelê Kurd were berdan.  SAC a ku sendîkaya karkeran a radîkal e, li ser navê wê Sekreterê Giştî yê sendîkayê Erîk Bonk daxuyanî da. Bonk axaftina xwe kir vîdeo û li ser medyaya dîjîtal weşand û diyar kir doza kurdan bi tenê bandorê li Tirkiyeyê nake, di heman demê de bandorê li Iraq, Îran û Sûriyeyê dike û doza kurdan li Rojhilata Navîn yek ji pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn e.

Ji xeynî kurdistaniyan hunermend û polîtîkavanên swêdî jî name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re şandin û xwestin Rêberê Gelê Kurd serbest were berdan. Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat û şanoger Kemal Gorgu jî name şandin. Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat dema ku name şand axivî û bal kişand ser şertên dişibin hev ên serokê ANC’ê Nelson Mandela û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

-Fînlandiya: Li Fînlandiyayê yê jî Tevgera Ciwanên Çepgir (Vasemmistonuorte) diyar kir ku ew tev li kampanyaya ‘Dema wê hatiye ji bo aştiyeke bi edalet a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re’ bûne. Sekreterê Giştî yê Tevgera Ciwanên Çepgir (Vasemmistonuorte) Henrik Jaakola li ser navê tevgerê name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re şand. Vasemmistonuorte ya ku ji bo nirxên sosyalîzm, demokrasî, femînîzm, derdorparêziya sor û kesk û enternasyonalîzmê têdikoşe li 9 herêmên Fînlandiyayê rêxistinkirî ye.

-Norwêc: Li vî welatî jî Partiya Sor a Norweçê, Ciwanên Sor, Changmaker û rêxistinên Hevgirtina Kurdistanê di serî de gelek saziyan piştgirî dan kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Saziyên Norweçê ragihandin ew tev li kampanyaya li Afrîkaya Başûr a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bûne û bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres kirin.

-Danîmarka: Li Danîmarkayê jî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi îlanên ‘Azadî ji Ocalan re’ ji raya giştî re hat ragihandin. Îlan li rojnameya neteweyî ya sereke ya bi navê Polîtîkînê hat weşandin. Di îlanê de gotinên Abdullah Ocalan a ‘Azadiya jinan azadiya civakê ye. Heta jin azad nebe, civak azad nebe’ bal kişand. Rojnameya Polîtîkê ji aliyê yek ji koma herî xurt a çapemeniyê ya bi navê JP/Polîtîkens Hûsê tê derxistin û gelek xwendevanên wê hene.

Di rojnameya bi navê Jyllands-Postenê de ya ku li Danîmarkayê xwedî trajeke bilind e, di 9’ê Cotmehê de ya ku salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îlaneke yekrûpel a ‘Azadî ji Ocalan re’ weşand. Di îlanê de qala tecrîda li Îmraliyê hat kirin û hat diyarkirin ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewldaneke mezintir were kirin û ji Danîmarkayê hat xwestin ku bila di têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê de roleke çalak werbigire. Di rojnameya Informatîonê de jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin û nerazîbûn nîşanî sûcên şer ên dewleta tirk hat dayîn.

-Swîsre: Parlamenterê swîsreyî Fehlmann Rîelle Laûrence di 5’ê gulanê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyaznameyek da meclisa federal. Crottaz Brigitte Dandres, Christian de la Reusille, Denis Fridez, Pierre-Alain Friedl, Claudia Funiciello, Tamara Gysi, Barbara Locher, Benguerel Sandra, Marti Min Li Molina, Fabian Munz, Martina Pillier Carrard, Valerie Prezioso Batou Stefania, Plut Jon, Schneider Schutel Ursula îmze dan pêşniyaznameyê û ev bang li hikûmeta Bernê kirin: “Kampanyaya ‘Dema wê hatiye’ wekî gelek welatên li dinyayê di medyaya Swîsreyê de jî cih girt. Di rojnameya karkeran de ya ku sendîkaya Unîa derdixe îlana ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat weşandin. 16 federasyonên vê sendîkayê û 380 hezar endamên wan hene. Rojname bi sê zimanan tê weşandin û bi rêya posteyê digihêje ber destê endmaên xwe yên li kantonên cihê. Di kovara bi navê Gaûchehebdo de jî kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî îlan-nûçe weşand.

-Fransa: Rojnameya herêmî La Marseîllaîse ya ku di dema dagirkeriyê de ji aliyê berxwederan hatibû avakirin, bi manşeyeke yekrûpel a li ser daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket. Rojnameyê portreya rûkên a Abdullah Ocalan di yekrûpelî de di manşetê da û 4 rûpel da vê meseleyê. Di hejmara taybet de bi sernavên ‘Çîroka Mandelayê Kurd’, ‘Berpirsên siyasî yên herêmî, komele û kesên hatine hilbijartin azadiya wî dixwazin’, ‘Fikrên Ocalan sînoran derbas dike (Hevpeyvîna bi Eyyup Dorû re), ‘Çima divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin’, ‘Nifşê Ocalan, ev ciwanên ku ji bo li Kurdistanê çareseriyeke siyasî pêk were, seferber bûne’ û ‘Azadiya me û wan girêdayî hev in’ nivîs hatin weşandin.

-Awûstralya: Di rojên pêşîn ên vê salê de di rojnameya The Syndey Mornîng Heraldê de kampanyaya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat ragihandin. Di bin sernavê ‘Dema wê hatiye’ de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û daxwaza aştiyê ya Kurdistanê  îlanek hat dayîn. Di îlanê de wêneyên sendîkavanên îngîlîz ên ku posterên Rêberê Gelê Kurd hildabûn hat bikaranîn. Rojnameya The Syndey Mornîng Herald rojane 11 milyon xwendevanên wê hene. 10 milyon û 701 hezarê wê di qada dîjîtal de rojnameyê dixwînin û 1,5 milyon jî wekî kaxiz tê belavkirin.

Bi pêşengiya Federasyona Civaka Kurdan a Demokratîk a Ewûstralyayê (DKTF) û Amnesty Internatîonalê li Parlamentoya Federal a Ewûstralyayê bi Partiya Lîberal, Partiya Karkeran, Partiya Keskan, senatorê serbixwe û parlamenterên din gelek civîn hatin kirin. Li ser navê DKDF’ê 4 kes tev li civînan bûn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn rojevê. Parlamenterê Melboûrneyê Peter Khalîl diyar kir ku wê fikarên li ser rewşa Abdullah Ocalan bibe ji rojeva partiyê û parlamentoyê û wê hevkarên xwe yên li Ewropayê re jî vê rewşê nîqaş bikin.

-Gana: Yekitiya Projeyên Civakî yên Afirîner (ACCP) a Ganayê jî bi şandina nameyan tev li ji bo kampanyaya navneteweyî ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî hatibû destpêkirin, bû. Serokê ACCP’ê John Yaw Okyere li ser navê rêxistina xwe name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî şand û wiha got: “Ew nûnerê meşrû yê gelê kurd ê bi milyonan e û li hemberî zextên dewleta tirk serokê berxwedanê ye”. ACCP di sala 2008’an de li Ganayê hat avakirin û ji sala 2013’an û vir ve xwedî statuya Konseya Ekonomîk û Civakî (ECOSOC) a Neteweyên Yekbûyî ye.

-Ekvator: Berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qûîtoyê ya ku paytexta Ekvatorê ye di fûarê de hat nîşandan. Her sal 10 weşanxane tev li fûarê dibe û fûar sê rojan didome. Fûar îsal ji ber baranê biharê li Navenda Çandê ya El Utero hat lidarxistin. Ji xeynî berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirtûka bi navê ‘Jiyana min her dem şer bû’ ya Sakîne Cansiz jî gihişt ber destê xwendevanan. Li navenda çandê ya ku fûar lê hat lidarxistin, afîşên ji bo protestokirina tecrîda li Îmraliyê û yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hatin daliqandin.

Çavkanî: ANF

Sala 2021’ê tecrîd girantir bû, berxwedan jî li cîhanê belav bû -2

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar