Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Sala 2021’ê tecrîd girantir bû, berxwedan jî li cîhanê belav bû – 4

Di rojên destpêkê yê sala 2021’ê de CPT serdana Tirkiyeyê kir, lê neçû Îmraliyê. Li ser zexta gelê kurd û raya giştî ya demokratîk, Konseya Ewropayê di çaryeka dawî ya salê de rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xist rojeva xwe

Sala 2021’ê bû saleke welê ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şidandin, berxwedana li dijî tecrîdê global bû û li aliyê din jî kiryarên li dijî mirovahiyê û bêhiqûqiya li Îmraliyê ket rojeva qada navneteweyî. Bi saya têkoşîna gelê kurd û gelan, Îmralî ya ku sîstema tecrîd û îşkenceyê her sal lê giran dibe, ket rojeva saziyên navneteweyî.

Heyetek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 11-25’ê çileya 2021’ê de serdana Tirkiyeyê kir. CPT agahiya li ser serdana xwe piştî çend rojan parve kir û aşkera bû ku neçûye Îmraliyê. Hat ragihandin ku armanca serdanê lêkolînkirina kiryarên li dijî mirovên têne destgîrkirin û şert û mercên girtî yên kesên li girtîgehê ye. Lê belê tevî vê yekê jî CPT Îmralî ji nedîtî ve hat ku gelê kurd nerazîbûn nîşanî vê nêzîkatiyê da.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan diyar kir ku di hevdîtina bi CPT re qala bêhiqûqiya li Îmraliyê kiriye û wiha got: “Me rapora Buroya Hiqûqê ya Sedsalê pêşkêşî wan kir. Hevdîtina bi hikûmetê re girîng e. Em ê bibînin ku ji niha û pê ve wê destûra hevdîtinê bê dayîn an na û CPT çiqasî bi bandor be. Heyeta CPT got ‘Em cidiyeta pirsgirêka li Îmraliyê zanin û em ê ji hikûmetê re ragihînin’. Lê belê tevî vê soza CPT jî deriyên Îmraliyê nehate vekirin û ji bo naskirina ‘mafên qanûnî’ yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li aliyê Konseya Ewropayê bi mehan tiştek nehat kirin.

Banga li CPT: Wezîfeya xwe bi cih bîne

Li ser vê yekê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojên dawî yên meha tîrmehê serî li CPT dan û bang li komîteyê kir ku bi lezgînî berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Parêzeran diyar kirin ku di 6 mehên destpêkê yên salê de qedexeya li ser hevdîtinan bi rêk û pêk dewam kiriye û ji CPT xwestin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Meha îlonê jî vê carê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, Komeleya Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Weqfa Lêkolînên Hiqûqê û Civkê, Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de û Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku hevdîtina wan tên astengkirin serî li CPT dan. Di serlêdanên van rêxistinên civakî yên sivîl de ku li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi rêxistin in, hat ragihandin ku astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş re li dijî hiqûqê ye.

Bersivên ‘şermokî’ yên konseya Ewropayê ji sendikaya Fransayê re

Ji bilî raya giştî ya demokratîk a li Kurdistanê û Tirkiyeyê li Ewropayê jî di nava salê de gelek bang li CPT û Konseya Ewropayê hat kirin ku dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê bîne. Di serî de yekitiya sendîkayî ya Fransayê Solidaires ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn nameyek ji di 6’ê cotmehê de ji Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Maria Pejcinovic-Buriç re şand.

Bi navê Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Pejcinovic-Buriç piştî mehekê ji aliyê Alîkarê Sekretera Giştî Miroslav Papa bersiv da nameya sendîkaya Fransayê. Rayedarê Konseya Ewropayê bersivên ‘şermokî’ da pirsên li ser rewşa li Îmraliyê û ev îdîa kir: “Weke ku hûn jî zanin şert û mercên girtîhiştinê yên li vê girtîgehê, di navbera CPT û meqamên tirk de tim mijara diyaloga rêk û pêk û veşartî ye. Konseya Ewropayê, organ û saziyên wê li gorî wezîfeyên xwe, bi hesas nêz dibe ku Tirkiye û dewletên endam li gorî pîvanên mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê tevdigerin an na.”

Konseya Ewropayê piştî 7 salan biryara DMME’yê anî bîra xwe

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi biryara xwe ya 18’ê adara 2014’an a têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hikum dabû ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li dijî qedexeya îşkenceyê ye, di vê mijarê de divê guhertinên qanûnî bên kirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku heman piştî vê biryarê diviyabû biketa nava liv û tevgerê û zext li Tirkiyeyê bikira, piştî ku 7 salan sekinî dawiya dawî di civîna xwe ya navbera 30’ê mijdarê û 2’ê kanûnê de mijar xist rojeva xwe.

Komîteya Wezîran piştî civînê di 3’ê kanûnê de daxuyanî da û têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku bû mijar ji ‘mafê hêviyê’ yê DMME’yê re, tespît kir ku ji bo bicihanîna biryarê heta niha tiştek nehatiye. Komîteyê her wiha bang li dewleta tirk kir ku ji bo bicihanîna tedbîrên qanûnî û têrker ên ji bo mekanîzmana lêkolînkirina bicihanîna biryarê, pêk bîne. Komîteya Wezîran bang li Tirkiyeyê kir ku ji mînakên baş ên reformên ji aliyê dewletên din ên endam ve hatine qebûlkirin sûdê werbigire. Her wiha ji rayedarên li Tirkiyeyê xwest ku li ser bicihanîna tedbîrên giştî herî dereng heta dawiya îlona 2022’yan agahiyê bidin.

KCK: Biryar dereng ketiye lê em ê şopdarên biryarê bin

Ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd ev biryar têker nebe jî biryara Konseya Ewropayê ji bo mijar bikeve rojeva qada navneteweyî girîng hat dîtin. Konseya Rêveber a KCK’ê piştî çend rojan ji daxuyaniya Konseya Ewropayê nirxandinek kir û ji bo biryarê wiha got: “Biryar derengketî û kêm jî be em ê şopdarên biryarê bin.”

KCK’e diyar kir ku yek ji berpirsyarên sereke yên sîstema tecrîda giran a li Îmraliyê Konseya Ewropayê ye û ji bo berxwedan ji niha û pê ve bê mezinkirin û dewamkirin ev bang li raya giştî ya kurd û cîhanê kir: “Tevî ku Konseya Ewropayê beriya 3 salan bi rêya CPT ji Tirkiyeyê ragihand ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li dijî qanûnên Ewropayê ye, hîn nû xistiye rojeva xwe û biryarek bi bandoreke netêrker wergirtiye. Tevî ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê weke parçeyek ji cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî tê meşandin, di vê mijarê de helwesteke şênber nehatiye nîşandan. Ji ber vê yekê biryara ku hatiye dayîn di serî de gelê kurd ji aliyê dostên kurdan, hêzên demokrasiyê û saziyên hiqûqê ve têrker nehatiye dîtin. Lê belê netêrker jî be divê Komîteya Wezîran biryara xwe bişopîne û ji bo rakirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Biryara Komîteya Wezîran bi derengî jî be, ji bo rakirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê gaveke û wê meşandina tecrîdê girantir bike. Têkoşîna gelê kurd karakterê faşîst û antî demokratîk ê dewleta tirk ewqasî teşhîr dike ku maskeyên şerê taybet ên li ser rûyê rejîma faşîst yek bi yek dixîne. Têkoşîna me ya azadiyê hem li hundir dewleta tirk lawaz û teşhîr dike, hem jî li derve teşhîr dike, qels dike û dawî lê tîne.

Têkoşîna li dijî tecrîdê û têkoşîna ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sala 2021’ê gihîşt asteke gelekî girîng. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû yek ji rojevên hêzên demokrasiyê yên cîhanê. Têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin, dema ku li gel biryara Komîteya Wezîran a Ewropayê tê nirxandin, hingî aşkera dibe ku sala 24’an a komployê wê ji aliyê azadiya Rêber Apo ve encamên girîng bi xwe re bîne; wê azadiya Rêber Apo bike rastiyeke rojane. Jixwe gelê me jî, dostên kurdan û hêzên demokrasiyê yên cîhanê jî dixwazin êdî bi Rêbertî re bicivin; dibêjin ku êdî dema azadiyê hatiye.”

KCK’ê ji bo bidawîkirina sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê bangeke bi vî rengî kir. Kiryarên li dijî hiqûqê yên li Îmraliyê ne tenê di rojeva Konseya Ewropayê de bû, sala 2021’ê di rojeva gelek welatên rojavayî de bû. Li ser zexta raya giştî ya navxweyî bi taybetî jî zexta partiyên çep, sosyal demokratan hin hikûmetên rojavayî têkildarî tecrîda li Îmraliyê di sala 2021’ê de ev helwest nîşan dan:

Îngilistanê ‘bersiva ji bo CPT’ parast

Endamê Kamara Avamê Llord Russell-Moyle meha çileyê pêşnûmeyek pêşkêşî Wezîra Karên Derve yê Îngilistanê Wendy Moroton kir. Di pêşnûmeyê de ji wezîr hat pirsîn ku têkildarî tespîta CPT ya li ser tecrîda li Îmraliyê wê çi bikin. Parlamenterê brîtanyayî ji wezîr pirsî ku wê piştgiriyeke çawa bide tespîta CPT ku tecrîda li Îmraliyê weke asteke nayê qebûlkirin pênase kiribû. Wezîra Karên Derve bersiv da pêşnûmeya perlamenterê Brîtanyayî.

Wezîra Îngiliz Wendy Morton îdîa kir ku bendewariyên wan ên mafên mirovan ji Tirkiyeyê ‘aşkera’ ye û îdîa kir ku di mijara mafê parastinê û mafê tedawiyê de ku pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye, ew piştgiriyê didin ‘rayedarên tirk’. Wezîr bal kişand ser bersiva Tirkiyeyê ya sala 2019’an ku ji bo rapora CPT îdîa kiribû ku ‘ew toleransê nadin îşkenceyê û hevkariyê bi CPT re dikin’. Wezîr di bersivê de diyar kir ku ew ‘bersiva Tirkiyeyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin’ û ji bo li gorî peymanên Konseya Ewropayê tevbigere di asta wezaretê de wê ‘piştgiriya’ ji bo Tirkiyeyê dewam bike. Di bersivê de hate ragihandin ku ev piştgirî wê ji bo reformên hîn berfireh ên mafên mirovan derbasdar be. Lê balkêş e ku li gel vê soza hikûmeta îngiliz jî di nava salê de bi tu awayî zextek an jî bangek li desthilatdariya AKP-MHP’ê nehat kirin.

Partiya desthilatdar SNP: Tecrîd nayê qebûlkirin

Berevajî rêveberiya Londonê, Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) ku li Skoçyayê desthilatdar e, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyên şênber da. SNP’ê xwest ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û hevdîtinên ji bo aştiyê ji nû ve dest pê bikin. Di daxuyaniyê de ji Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê hat xwestin ku bi lezgînî bang li hikûmeta tirk bike ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Hiştina Ocalan bi 20 salan bi rengekî tecrîdkirî hem li dijî qanûnên neteweyî yên Tirkiyeyê ye, hem jî li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê mohra xwe daniye bin cezayekî li derveyî mirovahiyê ye.”

Norwêc: Em ê ji bo rakirina tecrîdê bixebitin

Li Norwêcê parlamenterê Partiya Çep Sosyalîst Freddy André Øvstegård tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê 18’ê kanûna 2020’î bi pêşnûme pirsekê xistibû rojeva parlamentoyê. Ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina mafên girtiyan, parlamenter ji Wezîra Karên Derve ya Norwêcê Ine Eriksen Soreide xwest ku bikeve nava hewldanan. Bersiva ji pêşnûme pirsa parlamenter jî di rojên destpêkê yên sala 2021’ê de hat dayîn.

Wezîr Soreide bi bîr xist ku ji bo Tirkiye bi hurmetdarî nêzî mafên demokratîk ên bingehîn û pîvanên dewleta hiqûqê bibe, wê mijar di tebaxa 2019’an di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê tirk re xistiye rojevê û astengkirina hevdîtinên girtiyan bi parêzeran û malbatan re, kêmasiya têkiliyên navbera girtiyan û bisînorkirina derketina derve ya girtiyan rexne kiriye. Wezîr Soreide destnîşan kir ku parastina mafên Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo hikumeta wan girîng e û wiha got: “Norwêc wê li ser binpêkirina mafên mirovan pirsên xwe dewam bike.”

Awûstûrya: Bila raporên CPT ên têkildarî Tirkiyeyê bên aşkerakirin

Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, bi rêya parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat (SPO) ket rojeva Awûstûryayê. Pêşnûme pirsa li ser mijarê ya wekîlan, di meha nîsanê de bi navê hikûmeta Viyanayê bersiva xwe ji Wezîrê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Alexander Schallenberg bersiva xwe wergirt. Di bersivdanê de hat ragihandin ku Awûstûrya ji binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bi fikar e û Ewropayê ji ber vê yekê jî ji sala 2016’an ve helwest nîşan daye ku danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re bên rawestandin.

Schallenberg bal kişand ser rapora CPT ya meha tebaxê hat weşandin û tevî girtîgeha Îmraliyê çavdêriyên li gelek girtîgehan parve kir û diyar kir ku wan ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwestine ku ji sala 2016’an û vir ve raporên CPT ên der barê Tirkiyeyê hemû bên weşandin. Wezîr Shacllenberg gotina ‘em bi fikar in’ ya ku di rapora CPT de li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan weşandibû, bi bîr xist. (dawî)

Çavkanî: ANF

Sala 2021’ê tecrîd girantir bû, berxwedan jî li cîhanê belav bû -3

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar