Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nihêniyên lêkolîna îstixbaratî yên desthilatê- Beşa (2)

Nasîna teknîk û fenên lêkolerên îstixbaratî

Fêrkarî li ser zaniyariyên pir girîng di bara lêpirsîn û lêkolîna li ser tometbar an çalakvanên siyasî de.

Ew zaniyariyên demê rojnamevan û çalakvanên siyasî tên binçavkirin û dikevin jêr lêkolînên emnî divê bizanin çi ne?!

Di beşa yekem de me hin xalên girêdayî teknîk û fenên lêkolerên îstixbaratî û ewlehiyên dewletê şîrove kirin, di vir de em ê berdewamiyê bidin ser xalên din:

6- Deranîna gotinan li jêr zimanê sûcbaran

Li demekê ku kesê desteserkirî ji dosyaya rasteqînê ya ku ew pê hatiye sûcdar kirin bê agah e, lêkoler bi diyar kirina hindek tometên derew û sexte hinek pirsan dike, pirsên wî li ser mijareke vehandî yan cuda ye ku dem û ciyê xwe girêdayî bi wê dosya ya sereke ye, tenê ji bo ku tumetbar were xafilandin û lêkoler bigehîje armanca xwe ya sereke û gotinan li jêr zimanê wî bide kêşandin, wek nimune kesek siyasî bi tumeta diziya zêringriyê lêpirsîn pêre tê kirin, tenê ji bo ku zaniyariyên nerasterast li ser dosyaya wî ya siyasî bistînin û tumetbar ji bo xwe rizgar kirina ji wê tometê bê ku bizane bi biçûk dîtina keysa sereke li gorî xwasteka lêkolerê xwe diaxive û zanyariyan dixe ber destê wî.

Di vir de pêwîst e tu wî demî tenê hizra xwe li dor wî tiştî bidî sekinandin ya ku tu dizanî pêxemetî wê tu hatiye girtin û nehêlî berê hişê te bidin aliyên din. Dema te zanî ew derewan dikin, baş bizane ku ew jî dizanin ku dibe tu ji derewên wan haydar bî, divê tu haydar bî armancek cuda li pişta vê derewê heye, lewre pêwîst e bi corekê nêz bibî ku ew guman bikin te ji derewên wan bawir kiriye, ji bo ku bikarî gotinên xwe bi wan bidî bawerkirin û li ser wan hakim bî. Helbet hinek caran ji bo teslîm girtinê ev derew tên bikaranîn.

7-Xistina bandora hewcedariyê li ser kesê girtî û dû parçe kirina konsantira wî

Kesê lêkoler pêştir li ser pêwîstîyên te haydar e, lewre her tim hewl dide wan pêwîstiyan bixe ber çavên te, ya rast ew hewl dide bi hewcedarkirinan, zemîna teslîmgirtina te xweş bike. Jixwe şikênandina serxwevebona fikrê te, ji holê rakirina hevsengiya deruniya te, yek ji fen û tektîkên herî girîng û sereke yên lêkolerên eminî ye.

Bo nimune li demekê ku zindanî pirsgirêkek xêzanî heye lêkoler îmajê dide wê pirsgirêkê ku dikare çiqas bi hêsanî çareser bike, yan lêkoler haydar e ku zindanî xwediyê keçek 15 salî ye, jê re dibêje ku keça te jî li vir û ew jî girtiye bi heman sûcê ku babê wê pê hatiye tawanbarkirin ku di derunê kesê zindanî de hestê hewcedariya bidestve anîna zaniyariyan li ser keça xwe bide vehandin.

Nimuneyek pir girîng a din ew e ku yê timî biavêje ber sînga te ku wan dosya û belgeyên exlaqî yên veşartî li ser te hene ku şerm dikin bas bikin, jixwe ew texmîn dikin dibe ku te mijarek ji wê mînakê di jiyana xwe de hebe, lewre ew guleyekê di tarîtiyê de diweşînin ji bo bandora hewcedariyê bixin ser te û te bi xwe ve girê bidin. Helbet hin carî ev saziyên navbirî hewl didin dosyayên exlaqî bi destê xwe dirust bikin, li gorî nasîna kesayeta girtiyan bi tecawizên cinsî û dîmenkirina wê hin carî kesê girtî bi vî rengî teslîm digirin û paşê jî karên hezar carî qirêjtir bi destê wan didin kirin, di vê rewşê de kesê girtî dikare xala lawaziya xwe ya di vê barê de aşkera neke ji bo ku ew bizanin ê nekarin bi vî karî wî kesî teslîm bigirin, kesê li jêr vê metirsiyê dikare bêje ez ê van bûyeran bi xwe hemûyan li demê gunca digel raya giştî parve bikim, helbet ev xala lawaziya zorîneya gelê Rojhilata Navîn bi taybet takê kurde, ku dibe di van mijarên gelerî û siyasî de êdî wek xala lawaziyê neyê dîtin û were derbaskirin.  Dibe tehdîdên kuştinê werin kirin lê ya rast tehdîda te ya bêminetbûna li hember wê xala lawaziyê bixwe yê wan ji wî karê qirêj disar bike.

Carna jî çareserkirina pirsgirêkek te ya mezin ku zaniyarî yên wan li ser hene, dizanin tu haydarî ku ji aliyê desthilatê çareserkirina wê hêsan e, hewl tê dayîn wê pirsgirêka te bi wê dosya tu pê hatiye sûcdarkirin ve girê bidin. Ev hemû ji bo vê yekê ye te neçar bikin tu hewceyî wan bibî û te teslîm bigirin jibo ku wan karan ji te re bikin an wan faylên exlaqî yên li ser te wek nihênî biparêzin.

8- Wec girtin ji du niyetên dijî hev

Lêkoler ji bo girtiyê xwe wisa dide diyar kirin ew kesek ne li gorî wê tawanê ye ya ku li ser hatiye sepandin û pesnê hindek karên wî dide ku giwaye niyet pakiya wî ji bo xizmet kirina civakê îzbat bûye, hem jî ew bi niyetek baş çûye pêş û nexwastî tuşî hinek xirabiyan bûye, zindanî jî bi zar tê û başiyên xwe yên ku di rastiyê de di çavê lêkoler de tawan têne zanîn zêdetir bi ziman tîne, lê ya rast bê ku kesê girtî bizane dan bi wan tawana dadine ku herî dawî yê wî bêxe nava pirsgirêkên pir ciddî yên hiqûqî û zagonî. Ji aliyek din eger kesê girtî genc be bi vî şêwazî hewla qazenckirina wî tê dayîn heta ku bi başî wî teslîm digirin, li dawiyê êdî her karekê bi destê wî didin kirin.

9- Çêkirina bûyerên wehmî ji bo tevlihevkirina konsantire, yan serxwevebûna hizrî

Ji bîr neke lêkoler pir derewan dikin, wan mafê wî karî berîdem daye xwe, dibe bêjine te me şuntilyên te li ser filan karî di filan cihî de hene, yan me taqîkirina (DNA) li ser te encam daye û encamên wê hevdû digirin, an dîsa bibêje me faylên exlaqî li ser te hene.

Hindek cara lêkoler bi hejmarek telefonê yan nav û nîşanekê li ser boyereka qewmî ku di esas de her hema tiştek wisa çê nebûye yê danin ber sînga te û îmajê bi boyerek girîng a çêkirî bidin ku ya rast ji şanoyekê wêdetir nîne, tinî bi merema tevlihevkirina konsantire yan rewşa deruniya te, yan ji bo bidestve anîna her zaniyariyek li derdora wî babetî ye ku te bi ciyên mezin ve biden mijulkirin heya babetên biçûktir ji wê mijarê li jêr zarê te bikêşînin, tiştên ku girîngiya wan di hişê te de dişkênin lê ji bo wan ev îfade armanca sereke ye.

10- Handana kesê girtî bi axaftinê bi îrada wî bixwe

Bi bîr xistin û bi zar anîna hindek karên baş û yên hêjayî şanaziyê ji serpêhatiyên kesê girtî, berê wî ber bi aliyê başiyan tê dayîn ji bo ku ruhê wî ji kiryarên din bidin veqetandin û ew bixwe qayl bi mikurhatina li ser karên din bibe ji bo ku girêdana xwe bi wan şanaziyên hatinî baş kirin bide selimandin, bê ku bizane ew mikurhatin li dawiyê dibine zemîneya cezayên giran li ser wî bixwe.

Di vê derê de jî divêt tometbar tiştekê ji bîr neke ku ew weke tometbarekê li beramber wan kesane ku erkê wan ew e wî neçarî mikurhatinê bikin ca bi heçî şêwazê boyî, çi bi dilovantî û hevaltî be yan bi şîdet û tundutîjiyê be.

..

11- Çêkirina dijmintiya di navbera te û hevalê te yê hevkeys de

Yek ji teknîkên lêkolînê ev e bi pênaseya wan li ser nakokiyên te di gel hevalekê te ku guncavtir hatibe dîtin, bi aşkerakirina hindek kudên veşartî yên di navbera te û wî de, te li hember wî bidin handan, helbet bi wec girtin ji hindek pêzanînên pêşwext bi diyar kirina wê ku giwaye hevalekê te her tiştê di bara te de ji bo wan daye aşkerakirin û her tişt xistiye stuyê te û bi vî karî hestê reşgumaniya te li hember hevalê te di te de tê avakirin,  hewl tê dayîn te li hember hevalê te bikar bînin. Armanc ew e tu ji bo bergiriya li xwe li hember vê rewşê zaniyariyên di bara wî de aşkera bikî.

Li wê demê pêwîst e bi hişyarî dîmenekê sexte ji bo wan bidî vehandin û hewl bidî li wan veşêrî ku tu li ser wê fena wan a bikar tînin haydarî û bi şêwekê guncav peyama ku te divêt di wê çarçovê de bighînî û li şûna ew te bixapînin tu bi xwe bi hostatî, bêyî ku ew haydar bin berê wan bidî aliyê ku tu dixwazî.

(Çaverêy beşa sêyemîn bin…)

Nihêniyên lêkolîna îstixbaratî yên desthilatê- Beşa (1)

Nûçeyên Têkildar