Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Gelo çima êrîşî me dikin?

Dewlet bê navber êrîşî axa kurdan dike. Bênavber êrîşî nirxên kurdan dike. Bênavber êrîşî ziman, çand û nasnameya kurdan dike. Destûr nadin ku em li meclise bi zimanê xwe biaxivin. Destûr nadin ku em li dadgehan bi zimanê xwe parastina xwe bikin. Bênavber êrîşî hiş û aqilê me dike. Talan, wêran û parçe dike. Ditevîzine. Keda me dixwe. Înkar û qetil dike. Tacîz û tecawiz dike. Bi tiryakê pûç dike. Bi fihûşê sincê civakê parçe dike. Bi birçîbûnê terbiye dike. Bi betaliyê bê hêvî dihêle. Me diavêje zindanan û bedena me di hucreyên tarî yên zindanan de dirizîne. Destûr nadin ku em cenazeyên xwe defin bikin. Bendavan li ser axa me ava dikin. Kanên madenê di zikê axa me de ava dikin. Bênavber axa me bombe dikin. Bênavber çekên kîmyewî dibarînin. Mirovên me û xwezaya me jahrînî dikin. Bê destûr neçîra sewalên me dikin. Sal 12 meh daristanên me dişewitinin. Bajarên me topbaran dikin. Gundên me qedexe dikin. Keda cotkar û rençberan erzan dikin. Ceyranê li ser welatiyan qut dikin. Avê li ser welatiyan qut dikin. Vîrûsa Covid-19 li ser serê me dibarînin.  Êrîş li ser êrîşê dike. Bênavber êrîş dike. Bênavber bi her awayî tune dikin. Çima gelo? Gelo ji ber ku hêza wê heye êrîş dike? An jî ji tirsa têkçûna pergala xwe êrîş dike. An jî ji ber helwesta me ya qels û parçe êrîş dike.

Na ne ku dewlet xurt e. Ne ku dewlet bi hêz e. Ne ku ew mafdar in. Çend sedemê vê yekê hene. Yek ji bo ku dewlet karibe pergala xwe bi rêve bibe û serwer bike, her tim serî li hîle fen û futan dide. Her tim rê û rêbazên xwe diguherîne. Ya duyemîn serî li parçekirinê dide. Ya sêyemîn mirovan bê hêvî û bê bawerî dihêle. Ya çaremî birçî dike û bi birçîbûnê terbiye dike. Bi xeyalên pûç mijûl dike. Vê yekê bi amûra leşkerî û polîsan, bi amûrên çapemeniyê, bi amûrê  sîxuriyê û bi amûrê dibistan û zanîngehan pêş dixe. Bi amûra perwerde û tenduristiyê û gelek rêbazê din pêş dixe.

Li aliyê din sedemên girêdayî me jî hene. Ev sedem çi ne? Ji ber ku em li dijî van êrîşan bertek nîşan nadin. An dema em bertekê nîşan didin jî lawaz û demkî ne. An jî tenê em temaşe dikin. Çima em helwestek sist nîşan didin û temaşe dikin? Ji ber ku em dem dirêj lê nanêrin. Ji ber ku em berfireh lê nanêrin. Ji ber em heta koka wê nakolîn. Ji ber van sedeman jî em bi van êrîşan zêde xwe naêşînin. Ev êrîş zêde me aciz nake.

Baş e em çiqas vê yekê dibînin û di ferqa vê yekê de ne. Dema em li siyaseta kurd, sendîka, rêxistin, sazî û dezgehên kurdan dinêrin, em dibîn ku di axaftin, daxuyanî, mîtîng, panel, kongre û semînerên xwe de bi teoriyek baş tînin ziman. Rexneyên giran li pergalê dikin. Analîzek xurt dikin. Ev nîşan dide ku tahlîl û analîzên baş tên kirin. Teşhîsên baş tên kirin. Bijîşk nexweyişa nexweş baş tespît kiriye. Baş e ger ku nexweşî diyar be. Ger ku nexweş jî diyar be. Çima bijîşk mudaxale nake. Bijîşk em bi xwe ne. Em nexweşiyên xwe jî zanin, êrîşên li dijî xwe jî zanin. Lê…

Her ku em bêdeng dibin êrîş dikin. Her ku em temaşe dikin êrîş dikin. Her ku dibêjin tişt nabe êrîş dikin.

Duh dîsa êrîşî Kobanê kirin. Beriya wê êrîşî Şengalê kirin. Ev nîşan dide ku heta em bêdeng bin û temaşe bikin ew ê êrîşên xwe berdewam bikin. Heta ku em bi van êrîşan bêzar nebin û nekeven nava tevgerê ew ê êrîşên xwe berdewam bikin. Wê demê divê em ji her tiştên ku me pûç dike, ditevizîne û bê bertek dihêle re bibêjin ‘Êdî Bes e’. Divê em her roj her saet ji her tiştên wan re bêjin bes e. Divê em êdî her tiştên wan red bikin. Heta ku em kaniya wan avê vexwin û aşê wan nan bixwin, em ê her tim wisa temaşe bikin. Em xwedî hêz in. Em xwedî rêxistin û bîrdozî ne. Em xwedî zanîn û bawerî ne. Lê divê em êdî xîret bikin. Em xwe ji her tiştê dewletê qut bikin û bibin xwe. Hemû alav û amûrên ku beden û hişê me dike koleyê xwe divê em her roj red bikin. Sal 12 meh divê em red bikin, da ku em temaşe nekin û ew jî nikaribin bi hêsanî êrîş bikin.

Nûçeyên Têkildar