Navenda Nûçeyan |
Welatparêzê kurd Ahmet Aksûngûr (Seyîd Ahmed) ku li bajarê Goeborgê yê Swêdê dima wefat kir. Aksûngur demeke dirêj ji bo têkoşîna azadiyê ya kurd dixebitî. Li nava kurdên li Goteborg û derdora wê rûspiyekî dihate hezkirin.
Cenazeyê Aksûngûr roja şemiyê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li gundê Girêmîra hat veşartin.
Meclisa Gel a Demokratîk a Swêdê ji malbata Aksûngûr re sersaxî xwest.