Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberiya Xweser têkildarî êrîşên dewleta tirk hişyarî da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku êrîşên dewleta tirk nîşaneyên metirsîdar ên şer in

Navenda Nûçeyan |

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li Kobanê daxuyanî da.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Di berdewamiya şerê li dijî gelê me de bi awayekî sîstematîk û di çarçoveya berdewamkirina şerê qirkirinê yê li dijî herêma me de, dewleta tirk bi balafireke bêmirov malek li rojhilatê Kobanê li taxa şehîd Payman kir armanc. Di encamê de hejmarek sivîl jiyana xwe ji dest dan û hinek din jî birîndar bûn, ev yek qonaxeke metirsîdar a şer nîşan dide ku taktîkeke nû ye ji bo têkbirina vîna gelên me û hewldanên wan ên ji bo pêkanîna aramiyê û pêşxistina projeya demokratîk piştî têkbirina DAIŞ’ê.

Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî ji malbatên şehîdan re û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin û em piştrast dikin ku em ê têkoşîna xwe ya demokratîk û xebatên xwe yên ji bo pêşîlêgirtina li vegera terorê û parastina istîqrara herêmên me bidomînin. Her wiha em piştrast dikin ku pêwîst e hêzên çalak li Sûriyeyê bi serkêşiya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya, helwestên xwe bi zelalî der barê êrÎşan de diyar bikin, eger ev alî bêdeng bimînin em ê guman bikin ku haya wan ji van êrîşên Tirkiyeyê heye.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî, hemû rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan dikin ku ji bo pêşîlêgirtina li pêşiya êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina herêmên me yên ku rêxistina terorîst a DAIŞ’ê têk birin, bikevin nava tevgerê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar