Gelek rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên ji rojavayê Kurdistanê, dê bi navê ‘Bi Kurdî’ kampanyayekê bidin destpêkirin. Pêngav ji bo ku sala 2022’yan bikin sala xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, pêk tê.
Zimanhez bi vê kampanyayê dixwazin zimanê kurdî li hemû warên jiyanê de bêhtir cihê xwe bigire; yek jê jî bi zimanê kurdî weşandina belavok û biryarên Rêveberiya Xweser be.
Pêngav dê îro li ser medyaya dîjîtal, saet di 19:00’an de dest pê bike. QAMIŞLO