PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK’ê hedef nîşan da dewleta tirk komkujî pêk anî!

Medyaya PDK’ê ev demeke Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Rojavayê Kurdistanê bi awayeke sîstematîk hedef nîşan dida, di encama hedef nîşandana PDK’ê de balafirên dewlet tirk li Kobanê komkûjî pêk anî. Di komkujiyê de 5 ciwanên şoreşger şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn

Hêzên PDK’ê di 26’ê tîrmeha 2021’an de li gundê Bexme ya ser bi bajarokê Xelîfanê, êrîşî komek gerîla kiribûn. Ji ber êrîşê heya niha jî aqûbeta 3 gerîlayan nayê zanîn. Her wiha di şeva 28-29’ê tebaxê de jî kemîn avêtibûn pêşiya komek gerîla ya ji 7 kesan pêk tê. Di encama êrîşê de 5 gerîla şehîdbûbûn û aqûbeta gerîlayek nayê zanîn û gerîlayek ji gihîştibû yekîneya xwe.

Piştî herdu bûyeran di serî de li rojavayê Kurdistanê li seranserê parçeyên Kurdistanê PDK hatibû şermezarkirin.

Bi pêşengiya Malbatên Şehîdên Rojavayê Kurdistanê li deriyê Sêmalkayê çalakiya nobetê li dijî pêkanînên PDK’ê destpê kir û îro çalakî di roja xwe ya 84’an de ye. Malbatên şehîdan daxwaz dikin PDK’ê têkildarî êrîşa li dijî gerîlayan daxuyaniyek bide raya giştî û cenazeyan jî teslîmê malbatan bike. Lê heya niha jî ev daxwaza malbatan nehatiye bersivandin, berovajiyê wê asayîşa Pêşxabûr ya PDK’ê hemû hewldanên malbatên şehîdan û dayikan a ji bo girtina cenaze asteng dike.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger yên Rojavayê Kurdistanê bi mebesta piştgirîdayîna daxwazên malbatên şehîdan û şermezarkirina hevkariya PDK’ê ya li gel dagirkeriya tirk 13’yê kanûnê meşeke dirêj a ji Qamişlo heya Sêmalkayê rêxistinkirin. Meşa ciwanan ku gihîşt deriyê Sêmalkayê rastî êrîşa hêzên PDK’ê û çeteyên Roj hat. Di encama êrîşa bi gaz û keviran de gelek ciwan birîndar bûbûn.

Hêzên PDK’ê bi vê êrîşa Sêmalkayê re sînodar nema, li ser medyaya xwe ya şerê taybet li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger ya Rojavayê Kurdistanê hemleyek a hedef dayîna nîşandanê da destpêkirin. Medyaya PDK’ê bi sernava ‘Ciwanên Şoreşger kî ne’ rojeveke taybet a hedef nîşandayînê ava kir.

Her wiha PDK’ê li gel hedef nîşandana ciwanan, Deriyê Sêmalka û El Welîd ku weke şantajekî bikar tîne li ser rojavayê Kurdistanê de girt. Dewleta tirk jî hemwextê pêkanînên PDK’ê yên dijî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, êrîşên hewayî û bejahî dijî Rojava da destpêkirin û welatiyên sivîl hedef girtin.

Balkêşe piştî ev bangeşeyên hedef nîşandanê yên medyaya PDK’ê balafira bêmirov û biçek a tirk li Kobanê komkujî pêk anî. Di encama êrîşê de 5 ciwanên bi navê; Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Menla Hisên ku endamên ciwanan in şehîd bûn.

Ciwanên Şoreşger şevê din li gelek herêman êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê şermezarkirin.

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar