Bi taybet bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re krîz û kaosên li başûrê Kurdistanê kûrtir bû. Vê pêvajoya giran ku bandora xwe li her derê kir, herî zêde jî li başûrê Kurdistanê kir.
Nebûna siyaseteke xurt û pêşbîn kir ku başûrê Kurdistanê di nava krîzên siyasî, aborî, civakî û çandî de binale. Herî zêde jî bandor li jiyan û dahata welat kir. Xaka ku ji sedî 51’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû derxistin, 16’ê Cotmeha 2017’an ji ber nelihevkirina PDK û YNK’ê Kerkûk jî di nav de ket destê Heşdî Şebî ya girêdayî Îranê. Ji wê rojê û pêve kurd li Kerkûk û gelek herêmên weke madeya 140 tê nasîn, di navbera Iraq û başûrê Kurdistanê de li ser lihevkirin pêknehatiye, ketine rewşeke pir xirab.
Her ku çû ev rewş aloztir bû, êrîşên dagirkeriyê, nebûna xizmetguzarî û hejariyê, hêdî hêdî civak ji hev ket, hejar bû, birçî bû.
Ji wê rojê heta îro bi dehan pêşmerge ji ber nekarîn mala xwe xwedî bikin dawî li jiyana xwe anî. Tevî hemû serhildan û xwepêşandanên civakî hikûmetê nekarî pêşiya vê rewşa xirab bigire, heta kûrtir kir. Ji bo xwe bikar anî. Ji bo wan wiha baştir bû, baştir dikarî li gorî xwe teşe bide civakê.
Êdî hal giha wê yekê, reva ji welat destpê kir. Êdî ne tenê hejar, xwendekar, ciwan; kê derfet dît ket ser rêya Ewropayê. Dema rewş wiha bû, ev yek bi kêrî qaçaxçiyan hat. Bi rêbazên xapîner û dîsa taybet PDK û alîgirên wê rê da ciwan biçin Ewropayê. Jixwe li Behdînanê nerazîbûn gihabû asteke welê ku êdî hikûmetê pir tengav dikir, taybet PDK pir tengijî. Ji bo vê yekê dawî bike, rê da ciwanên Behdînanê. Dîsa gelek kes ên nexwestin biçin û serî li ber rakirin girtin.
Her ku çû ev rewş êdî giha haleke ne rizgarbûyînê, ber bi mirinê çûyînê. Encama herî şênber a welatiyên Başûr ber bi Ewropayê çûnyîna li Belerûs diyar bû. Trajediya koçberan a li Belerûsê êdî bala hemû kurdan taybet Başûr kişand ser xwe. Nîvê zêdetir koçberên li Belerûsê derket hemû kurdên başûrê Kurdistanê ne û ji ber siyaseta PDK û herêma Kurdistanê ketine ser rêya mirin.
Ev trajedî asta rewşa li Başûr têra xwe anî ziman. Ev têrê nebû, her roj, xebera mirina koçberek kurd a li Belarûs, peravên Yewnanistanê dihate bihîstin. Her xebara keştiya li peravên Yewnanistan, Derya Spî dihate bihîstin, xizmên li Başûr mayîn, destê wan li ser dilê wan bû, ka vê carê agir ketiye mala kê. Her keştiya noqî avê dibû, bi kêmanî 5 -10 kes ji welatiyên Başûr bûn.
Tevî ku her kes vê rêya mirinê jî dizane, lê tercîha vê kirin, em dibînin bê ka mayîn xirabtir e ji mirinê. Di nava van du mehên dawî de zêdetirî 50 kes ji başûrê Kurdistanê li Belarûsê, peravên Yewnansistanê jiyana xwe ji dest dane. Zêdetirî hezar kesî jî di çarçoveya li hevkirinê de hatine vegerandin. Hema di vê meha dawî de zêdetirî 20-25 cenazeyên xelkê Başûr anîn radestî malbatên wan kirin.
Trajediyek pir mezin û biêş e. A ji hemûyan biêştir, heta niha kes ne ji hikûmetê û ne jî ji partî û saziyên Başûr li ser van trajedî û mirinan daxuyaniyek nedane. Herî dawî 24’ê mijdara 2021’an koçberên ku dema xwestin ji Fransa derbasî Brîtanyayê bibin, keştiya wan noqî avê bû ji 31 koçberan, 4 ji navçeya Derbendîxan û 7 jî ji Raperînê bi giştî 11 kurd di avê de fetisîn û cenazeyên wan şandin Başûr.
Ev li ciheke din bûna, wê civak rabûna ser pêyan. Wê hikûmet îstîfa bikira. Serokê hikûmetê, serokê herêmê, sazî û partiyên başûrê Kudistanê dîsa Wezareta Koç û Koçberan li ku ne? Çima heta niha li ser vê rewşê daxuyaniyek nayê dayîn. Çima gel bêdeng e? Ev sosret e!
Di demekê de evqas agahiyên mirina xelkê Başûr ji ber hejarî û siyaseta şaş a jiyanê tê û dikevin ser rêya mirinê. Em dibînin rayedarên PDK’ê li Kanadayê xwedî qesr in. Bi pereyê karmend, pêşmerge û civakê li derveyî welat xwedî qesrên bi milyonan dolar in. Ev çawa dibe? Aliyek ji ber hejarî bikeve ser rêya mirinê, li aliyê din rayedarên hikûmetê xwedî qesr in. Ev qesr çawa kirîn? Eger ku krîza aborî heye, baş e ev qesr çawa hatine kirîn?
Li aliyê din kurê serokê herêma Kurdistanê Îdrîs Nêçîrvan Îdrîs Barzanî para (hîse) xwe ya Bankaya Kurdistanê ya navneteweyî ku 39 milyar û 600 milyon dînar e, difiroşe.
Em li aliyê civakê binêrin, ji ber nebûna binesaziyê lêhî radibe, mirov dimirin. Di rojên herî dawî de malbata pêşmergeyek dema li ser wezîfeya xwe bû, ji ber xwe ji serma biparêzin, li nava malê çenparçe dar dixin tenekeyek agir dikin ji bo xwe germ bikin, ji ber belavbûna gaza jehrî 4 kes jiyana xwe ji dest dide.
Berpirsên vê kî ne? Ev qetlîam û qirkirin e. Her roj agahiya mirinê tê, kes deng jê dernakeve. Her roj agir bi mala kurdek dikeve, gelek hê nizanin cenazeyên wan li ku ne, li ser sînorên welatan di nava avê de windabûne û çûne.
Di demekê de ku her kes qesta mirinê dike, çima kes li ber vê ranabe? Jiyan wê bi vî rengî neyê jiyîn. Ev cehenem e. Ev bêdengî dê xeteriyên mezintir bîne.
Xelkê Başûr û ciwanên Başûr, divê vê weke qeder nebînin û serî li ber netewînin. Li welatê xwe mirov bi rûmet û serfiraz li ber zilmê li ber xwe bide, jiyana xwe ji dest bide, hezar qatî çêtir e, li ser rêya mirinê û li perêvê deryayekê bifetise biçe. Ev xak û dewlemendî yê me tevan e. Heqê me teva heye, me berdêl daye, em ê xwedî lê derkevin. Rev û pişta xwe dayîn, wê trajedî û dramên kûrtir ku neyên pêçan bîne. Ji her alî ve li ser xaka Kurdistanê şer e. Em vê xakê neparêzin, em ê nikaribin li tu deverê bijîn.