Alî Asker Bîngol ê li navçeya Gimgim a Mûşê dijî, bi armanca tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bê rakirin, di serî de Aysel Tûglûk hemû girtiyên nexweş bên berdan, li avahiya HDP’ê ya Gimgimê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Bîngol ku dest bi greve kir diyar kir ku bi biryara xwe ya takekesî dest bi vê çalakiyê kir.
Bîngol bertek nîşanî, tecrîd, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û di serî de Aysel Tûglûk neberdana girtiyên nexweş da û wiha got: “Ez êdî nikarim îdare bikim. Ez dixwazim derbarê jiyan û tenduristiya Birêz Ocalan de agahiyekê bigirim. Dixwazim pêkanînên keyfî yên desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê bi dawî bibin. Heta ku fikarên min bi dawî bibin, heta girtiyên nexweş bên berdan ez ê vê çalakiya xwe bidomînim.” MÛŞ