Sala 2021’ê gelek dijwar û ewqas jî xemdar derbas bû. Di vê salê de 2 êrîşên xedar hebûn. Yek; Pandemiya vîrûsa Covid-19, du; vîrûsa faşîzma AKP-MHP’ê!
Ya yekê; weke ku di navê xwe de jî diyar dibe, êrîşek li ser hemû gelên cîhanê bû û di encamê de heta niha zêdetirîn 5 milyon însan jiyana xwe ji dest dan, 282.006.149 kes bi vê nexweşiyê ketine, 251.483.149 kes ji nexweşiyê rizgar bûne.
A duyemîn; her du vîrûsan bi hev re êrîşî gelê Kurdistinê kirin û mirov dikare bi hêsanî bêje ku ji hemû welatan û gelan pirtir welatê me û gelê me ji van vîrûsan zirar û ziyan dîtin e.
Weke tê zanîn, di serî de dewleta AKP-MHP’ê, her çar dewletên mêtinger, di vê sala 2021’ê de, ji salên din bêhtir êrîşên xwe yên li ser gelê Kurdistanê xedartir kirin. Li gel êrîşên (vîrûsa) van dewletan, alîkariya derzî û dermanan jî, qasî welatên din negihiştin an nehiştin alîkariya cîhanî bigihêje gelê Kurdistanê. Di vî warî de, yê ku herî bêpar ma ji alîkariya derzî, derman û hwd.gelê me yê Rojava bû.
Mirov dikare hinek mînakên berbiçav û şênber ên vê sala derbasbûyî wisa destnîşan bike:
2021
Bûyerên cîhanî
- Li gel pandemiyê, li hinek welatên bernas weke DYA’yê guhertina serokatiyê çêbû; yê nû bû Jeo Biden. Li Israilê jî, bi hilbijartina giştî rêveberî nû bû. Her wiha DYA leşkerê xwe ji Afganistanê paşve kişand, rêveberiya vî welatî dan destê Talîban û aloziyek pir mezin heye li vî welatî. Li Şîlî û Almanyayê hilbijartin çêbûn û rêveberiyên kevn çûn û bi giranî çepgir hatin ser rêveberiya van welatan.
- Hem dost û hevalê Nelson Mandela û her wiha dostê gelê kurd û Rêberê Gelê Kurdistanê, hem oldar hem jî demokrat û aştîxwazê li cîhanê jî bi nav û deng Desmond Tûtû çû ser dilovaniya xwe. Heta roja koça dawî kir jî, di çalakiyên navneteweyî yên ji bo Kurdistanê û Rêber Apo de, li rêza pêş, li gel hinek navdarên weke xwe, mîna Dalai Lama, Gerry Adams, Jimmy Carter û hwd. cih girtibû.
Bûyerên kurdistanî
Weke li despêkê hat behskirin, dewleta tirk, êrîşên xwe ji hemû sala zêdetir û dijwartir kir. Li gel çekên berhema tekonolojiya herî pêşketî, çekên gaza kîmyewî jî bê navber da xebitandin. Mînak;
- Li Garê, Metîna, Zap, Avaşîn, Şingal, Mexmûr û hwd. hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê, heta niha jî bê navber êrîş dewam dike.
- Her wiha li Rojava jî, hema êrîşî her cihî dike.
- Dewleta tirk bi SÎHA û MÎT’a xwe ve, bi hevkariya xiyaneta PDK û ENKS’ê re, gelek êrîşên qirker ên weke Nexweşxaneya Gundê Sikêniya Şengalê, Hilêliya Qamişloyê, Kobanê û hwd. pêk anîn.
- Li zindanan jî êrîşên xwe, hem ji salên berê zêdetir kiriye hem jî stratejiya xwe jî guheriye. Di serî de li Îmraliyê, bi tecrîda temamî re, êdî hevdîtin jî û agahî jî nine. Ji salekê zêdetir e, Rêber Apo bi tenê carekê 4 xuleka, li gel birayê xwe Mihemed axivî ye, ewqas! Her wiha ew hevalên li gel wî jî di heman şerd û mercan de dijîn. Jixwe wisa jî gotinek digere, dibêjin; jiber ku li derve û bi taybetî ji gerîla derbeyên mezin dixwin, êdî vedigerin tola xwe ji zindaniyan distînin.
- Li zindanan bi giştî stratejiya wan a nû; ji ber ku îdam nîne, êdî bi mirînê re rû bi rû dihêlin; şerd û mercên girtiyan bi giştî xerabtir kiriye, hema mirov dikare bêje paralelî Îmraliyê dide meşandin. Di van heyvên dawî de hejmarek kesên nexweş di zindanan de şehîd ketine û li gorî saloxan gelek zindaniyên din jî nexweş in weke Aysel Tugluk û hwd. Eger guhertin çênebe şehadeta wan jî ne dûr e.
Şehadet
- Li Şingalê bi êrîşên dronên SÎHA’yan Seîd Hesen, Merwan Bedel û gelek şehadetên din. Li Silêmaniyê, bi destê MÎT’ê û xiyanetê Şukru Serhed, li Qamişloyê Ûsib Gulo û hwd. jî bi heman şêwazê êrîşan gelek şehadet çêbûn. Li Kobanê jî Nûjiyan Ocalan û 4 hevalê xwe şehîd ketin.
- Bi êrîşên plankirî yên AKP-MHP’ê, Denîz Poyraz û hwd.yên HDP’î û li zindanan li ser stratejiya wan a nû ya li jor behsa wê hat kirin, Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Vedat Erkmen û hwd. hatin şehîdkirin.
2022
Weke li jor bi kurtasî hat behskirin, sala derbasbûyî, hem ji bo cîhanê hem ji bo gelê Kurdistanê gelek dijwar derbas bû. Wisa diyar e sala li ber me jî ew ê ne gelek bi hêsanî derbas bibe.
Dîsa ji alîkî ve xetera wê pandemiyê ew ê dewam bike, her çendîn hewldan gelek hene ji bo çareseriyê û derman peydakirinê jî.
Lê dibe ku ya girîngtir rewşa siyasî ya cîhanê ew ê çawa bibe?
- Li gorî diyar dibe, berberiya navbera eniya DYA û Çîn- Rûsyayê dê tûjtir û dijwartir bibe. (nakokiya navbera eniyên NATO–ŞANGAY). Yek; Eniya DYA (NATO), YE, Îsraîl, Avusturalya, Japonya, Ukrayna, piraniya dewletên ereb û hwd. Dudu; eniya Çîn-Rûsya (Şangay), Îran, Koreya Bakur û hwd. (dewletên weke Hindistan jî nih bêalî xuya dikin).
- Li Tirkiyeyê, alozî û qeyran her diçe mezintir dibe. Desthilatiya AKP-MHP’ê êdî xetimiye, senaryoya wan a aborî ya van rojên dawî jî, nikare wê rizgar bike. Ya hilbijartina ji nişka ve dike ya jî bi ragihandina rewşa awarte, bêyî hilbijartin temenê desthilatiya xwe bi kotekî direj dike û bi vî awayî faşîzma xwe dewam bike.
- Bê gûman ev desthilatî, di encama berxwedana lehengî ya gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi ronahiya felsefeya Rêber Apo ve dimeşe, ketiye vê qeyranê û xetimandinê. Lewma mirov dikare bêje li ser vê bîr û baweriyê ev têkoşina gelê Kurdistanê ew ê hîn bi xurttir di vê sala nû ya 2022’an de birêve biçe. Her wiha di encamê de ev sala nû, ew ê bibe sala destkeftiyên hêjatir û ew ê bibe sala serkeftina gelê me!