Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

HPG: Artêşa tirk a dagirker xwe ji 3 herêmên Zapê vekişand

Artêşa tirk a dagirker ku derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwar, neçar ma ku xwe ji qadên Girê Şehîd Mûnzûr, Girê Şehîd Serxwebûn û Cîloya Biçûk ên Zapê vekişîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Weke ku tê zanîn artêşa tirk a dagirker di 23’ê nîsanê de li ser Herêmen Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşeke berfireh a ji bo dagirkeriyê kiribû. Di nava 8 mehan de ev hêzên dagirker gelek caran bûn hedefa hêzên me û derb li ser derban ji hêzên me xwarin. Bi taybetî di pêvajoya dawî de hêzên me yên eyaleta Zapê di 8-9’ê kanûnê de li Girê Şehîd Mûnzûr li dijî dagirkeran operasyoneke şoreşgerî pêk anîn û koka dijmin li vê derê anîn. Di 9’ê kanûnê de vê carê li qada Cîloya Biçûk a Zapê li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt hat kirin. Di van çalakiyan de ku bi rengekî koordîneyî bi taktîkên serdema nû hatin lidarxistin û tu windahiyê me çênebûn, artêşa tirk derbên giran xwar û ji bo têkçûna xwe binixumîne dest bi derewên şerê taybet kir.

Dawiya dawî artêşa tirk a dagirker li herêma Zapê li qadên Girê Şehîd Mûnzûr, Girê Şehîd Serxwebûn û Cîloya Biçûk nekarî zêde îdare bike û neçar ma xwe vekişîne. Artêşa tirk ku bû hedefa çalakiyên xurt ên gerîla û mîna li qadên Werxelê û Tabûra Ereban fêhm kir ku wê li vê derê jî derbên gelekî girantir bi xwe, neçar ma ku xwe vekişîne.

Artêşa tirk a dagirker ku ji bejahî ve li hemberî gerîla bi kêr nayê, weke çareya yekane êrîşên hewayî dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewl dide bi vî rengî encamê bi dest bixe. Lê belê ev bombardûman jî bi temamî bêencam ma û tiştek bi hêzên me nehat. Nûçeyên ku îdîa dikin, di van bombardûmanan de windahiyên me hene, nûçeyên derewîn e, dûrî rastiyê ne.

Êrîşên hewayî

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên hewayî wiha ne:

27’ê kanûnê saet di navbera 14:00-15:00 de li herêma Metînayê qadên Girê Ortê û Girê Hakkarî bi balafirên şer hatin bombekirin.

28’ê kanûnê saet di navbera 16:20-18:00 de qada Gundê Silê yê herêma Qendîlê bi balafirên şer hat bombekirin.

29’ê kanûnê saet di 17:10’an de derdora Ava Lolanê ya li herêma Xakurkê bi balafirên şer hat bombekirin.

29’ê kanûnê saet di navbera 11:00-17:00 de qadên Şikefta Birîndaran û Kurojahro yên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Êvara 30’ê kanûnê li qada Mervanosê ya Avaşînê helîkopter geriyan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar