Bêrîtan Sarya |
4 sal ji ser dagirkeriya Efrînê derbas bû ku bi destê dewleta tirk û çeteyan hatibû dagirkirin. Di vê pêvajoyê de dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê sûcên wekî înfaz, cînayet, revandin, tecawiz pêk anîn. Efrîn a ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye, di sala 2021’an de jî bû navenda lîstikên Barzanî, ENKS û dewleta tirk.
Di kanûna 2021’an de komek kurdên ji Efrînê yên ku navê ‘Nûnerên gelên Efrînê’ û ‘Meclisa Sivîl a Efrînê’ li xwe kiribûn ji Ewropayê hatibûn Hewlêrê û bi Barzanî û ENKS’ê re rûniştibûn. Piştre li Hewlêrê bi tevlêbûna hinek efrîniyên din civînek hatibû lidarxistin. Çeteyên ku Efrîn dagir kiribûn, di 18’ê adara 2018’an de dema ku li bajêr peykerê Kawayê Hesinkar hatibû hilweşandin, tev li ‘Kongreya Azadkirina Efrînê’ bûbûn a ku li Dîlokê ji aliyê MÎT’ê hatibû organîzekirin. Derketibû holê ku hewldanên li Hewlêrê yên van kesan ji aliyê MÎT’ê hatiye organîzekirin.
Kesekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê wî were aşkerakirin got ‘MÎT’ê ji me xwest e ku em biçin serdana Barzanî, li Hewlêrê buroyekê vekin û xwe wekî nûnerê Efrîniyan meşrû bikin.”
Ji bo dagirkeriya Efrînê xebitîn û tev li dagirkeriyê bûn
Îbrahîm Korîş ê ku wekî berdevkê wan ê çapemeniyê hatiye diyarkirin jî, armanca wî dijberiya Şoreşa Rojava ye û hewl dide dagirkeriya Efrînê jî meşrû bike. ENKS a ku girêdayî Tirkiye û Barzaniyan e, ji sala 2011’an û şûnde bi çeteyên OSO’yê re tevgeriyan. Di sala 2013’an de bi awayekî fermî ket nav çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê. Di sala 2012’an de dema ku êrîşî taxên kurdan ên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên li Helebê hat kirin, tevî çeteyên ereb, çeteyên Azadî û Selahaddîn ên girêdayî ENSK’ê jî di êrîşê de cih girtin.
Çekdar ê ku şehîdê pêşîn ê Efrînê ye, beriya destpêkirina şoreşê di 4’ê Tîrmeha 2012’an de ji aliyê malbateke girêdayî çeteyên Azadî bi îşkenceyê hat qetilkirin. Di 27-31’ê Tîrmeha 2013’an de dema ku 21 komên çeteyan ên ku DAIŞ, El Nusra, Ahrar Şam jî di nav de bûn, li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên Helebê gelê kurd qir kirin. Komên çeteyên kurd ên girêdayî ENSK’ê jî tev li van qirkirinan bûn. Lê ji ber ku şoreşa Rojava li hemberî hemû êrîşan geş bû û neteweya demokratîk bi rêveberiya xweser a demokratîk ket meriyetê, ENKS bi alîkariya Barzaniyan li welatên Ewropa, Rûsya, Katar û DYE li dijî Şoreşa Rojava dîplomasî kirin.
Ev çeteyên ENKS’ê yên girêdayî PDK’ê di kanûna 2014’an de dema ku YPG û YPJ’ê li Til Hemîs û Til Beraqê li hemberî DAIŞ’ê pêngav dan destpêkirin jî, êrîşî YPG û YPJ’ê kiribûn. Bewar Mûstafa yê ji Efrînê ku berê di nav artêşa Sûriyeyê de serbaz bû û di nav rêveberiya koma Azadî de cih digire, qala vê êrîşê kiribû. 6 komên çeteyan ên girêdayî ENKS’ê bi navê ‘Tûgaya Semerkantê’ tev li dagirkirina Efrînê bûn. Rayedarên ENKS’ê piştre diyar kirin ku 4 komên çekdar li Efrînê li dijî YPG û YPJ’ê şer kirine.
Kongreya dagirkirina Efrînê, daxuyaniya Alîko
Nava bajêr ji aliyê çeteyên dewleta tirk hat dagirkirin, roja ku 300 hezar efrînî neçar man koç bikin, MÎT’ê li Dîlokê ji bo hevkarên xwe civînek organîze kir. Di 18’ê Adara 2018’an de li Dîlokê kesên têkiliya wan bi ENKS’ê re hene, MÎT’a tirk ew li hev kom kirin û bi navê ‘Kongreya Rizgariya Efrînê’ kongreyek li dar xistin. Di vir de bi navê ‘Meclisa Herêmî ya Efrîn’ê komeke kontrayî ya ji 30 kesan pêk hat avakirin. Hasan Sindî yê ENKS’yî yê ku ji sala 2011’an ve têkiliya wî bi MÎT’ê heye û di sala 2013’an de du teqînên li Efrînê organîze kiribû, kirin berdevk.
ENKS’yiyan berê xwestin têkiliya xwe ya bi vê kongreyê veşêrin lê piştre bi awayekî ne yekser neçar man ku qebûl bikin. Di dawiya meha adarê de Fûat Alîko di Rûdaw TV’yê de got ‘Me û Tirkiyeyê li hev kir. Êdî wê efrînî, Efrînê bi rê ve bibin.’
Di dawiya Adara 2018’an de Hasan Şindî daxuyanî da û diyar kir dê Efrîn bi Hatayê were girêdan û divê zimanê perwerdehiyê ne kurdî lê Erebî be. Careke din derket holê ku nêta rastîn a ENKS’ê ev e ku Efrînê bi Tirkiyeyê ve girê bidin.
Efrîn dan dagirkirin lê nekarîn li bajêr bimînin
Endamên qaşo meclisê ne, piştî dagirkeriyê çûn Efrînê lê nekarîn zêde bimînin. Hinek çete ji ber zextan hinek çete jî ji ber ku nekarîn para xwe ya ekonomîk a dagirkeriyê werbigirin, çûn Ewropa û başûrê Kurdistanê. Yek ji van jî Hasan Şindî bû. Hasan Şindî hê jî li Hollandayê li hemberî rêveberiya xweser antî propagandayê dike. Gelek endamên vê meclisa dagirkeriyê li Almanya û Swîsreyê xwe rêxistin dikin.
Vê komê di Tebaxa 2018’an de li Ewropayê civînek li dar xistin û wekî ku nûnerên kurdên Efrînê ne, peywira ku MÎT’ê dabûn wan domandin. Bi tenê çend kesên di wê meclisa li Dîlokê de hatibûn hilbijartin, li Efrînê man. Di rastiyê de jî Waliyê Hatayê û MÎT Efrînê bi rê ve dibe. Ji bo propagandayê bikin ku hemû derfetên bajêr bi gel re tên parvekirin, di Nîsana 2018’an de, pêkhateyên dagirkeriyê yên bi navê ‘Meclisên herêmî’ hatin avakirin.
Di kongreya dagirkeriyê de ya li Dîlokê Saîd Osman jî bû serokê ‘Meclisa Herêmî ya Efrînê’. Saîd Osman her dem di medyaya dewleta tirk de propaganda dikir ku li Efrînê azadî heye. Lê ligel van propagandayan hin kurdên ENKS’yî yên di ‘Meclisên sivîl’ de cih digirtin jî îşkence dîtin. Gelek ENKS’yî neçar man ji bajêr birevin. Di Kanûna 2019’an de Sekwan Hesen û Bangîn ê ku endamên ‘Meclisa herêmî ya Efrînê’ bûn hatin girtin. Hin ENSK’yiyên li bajêr man jî giliyê kurdên welatparêz kirin. 4 sal in destûr nehatiye dayîn ku ENKS li bajêr buroyekê jî vekin.
Hevdîtina Nasir Harîrî û Barzanî
Ligel ku hevkariya dagirkeran kirin jî ENSK’ê tiştek bi dest nexist û hevkariya xwe domand. Beşeke zêde ya ENKS’iyan di bin bandora Barzaniyan de bin jî heta sala 2021’an Barzaniyan ji bo ku di nav gelê kurd de li hemberî wan nerazîbûn neyê nîşandan, di warê dagirkeriya Efrînê de xwe dernexistin pêş.
Di 20’ê Kanûna 2018’an de dema ku dagirkeriya Efrînê dest pê kir û heta dawiya sala 2020’an li Efrînê herî kêm 637 kesên sivîl hatin kuştin û 7 hezar û 800 kes hatin revandin. Demografiya bajêr hat guherandin. Di sala 2021’an de Barzanî û ENSK ji bo meşrûkirina êrîşên dagirker ên ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê dike û ji bo belavkirina berxwedana Şehbayê xebitîn. Şefê siyasî yên çeteyên SMO Nasir Harîrî di 3’ê Adara 2021’an de çû Hewlêrê û Mesût Barzanî ew ezimand. Rayedarên ENSK’ê jî di nav heyetê de cih girtin. Li Parlamentoya Kurdistanê ya Federe civînek hat kirin û di civînê de hat gotin ‘Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji terorê hatin rizgarkirin’
Derbarê hevdîtinê de hinek kes ji ANF’ê re axivîbûn û diyar kiribûn ji bo ku ENKS li Efrînê buroyan veke, Newroz were pîrozkirin, gelê Efrînê yên li Şehbayê li ber xwe didin koçî başûrê Kurdistanê yan jî Ewropayê werin kirin, nîqaş hatine kirin. Sûcên ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê kirine di gelek raporên navneteweyî de cih girt lê ji ber ku Barzanî Harîrî pêşwazî kir û Şoreşa Rojava sûcdar kirin, ev tişt di nav gelê kurd de bû sedema nerazîbûnên gelekî mezin. Ji ber ev bertek û berxwedana hinek komên çeteyan plana ku bila ENKS buroyan veke hat sekinandin an jî taloqkirin.
Abdulhekîm Beşar xwest berxwedana Şehba were belavkirin
Piştî hevdîtina Barzanî û Harîrî hinek efrînî û ENSK’iyan yeko yeko telefonî efrîniyên li Şehbayê kirine xwestine wan vegerîne bajêr. Alî Sîno yê peywirdarê MÎT’ê bû, ev xebat koordîne kir. Alîkarê Serokê SMDK’ê û Endamê Desteya Rêveber a ENKS’ê Abdulhekîm Beşar ji ARK Tvyê re axivî. Ev tv li Duhokê weşanê dike û gelek endamên MÎT’ê tê de dixebitin. Abdulhekîm Beşar di tv’yê de îdîa kir ku raporên li ser sûcên li Efrînê ne rast in. Beşar ê ku endamê ENKS’ê ye got ‘Rêveberiya xweser derewan dike, li Efrînê problem tune.’
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku MÎT û ENKS ji bo belavkirina berxwedana Şehbayê û rêveberiya xweser a li vir, dixwazin mirovan qanih bikin û wan bibin Efrînê. Şêxo diyar kir gelek kesên ji Şehbayê birine Efrînê jî îşkence li wan hatiye kirin û fîdye ji wan hatiye xwestin.
MÎT me şand cem Barzanî
Di 12’ê Kanûnê de komên bi navê qaşo ‘Nûnerên gelê Efrînê’ û ‘Meclisa Sivîl a Efrînê’ ji Ewropayê hatin çûn cem Mesût Barzanî û piştre bi ENKS’yiyên li başûrê Kurdistanê re rûniştin. Di vê komê de Fevzî Qedûr, Bengîn Elo, Îbrahîm Korîş, Ferîd Rewşîd û Berxwedan Mustafa cih girtin. Ji nav rêveberên ENSK’ê jî Abdulhekîm Beşar, Îbrahîm Buro, Nîmed Davûd, Faysal Yûsûf, Şelal Gedo û Îsmaîl Hesaf amade bûn.
Çavkaniyekî ku nexwest navê wî bê aşkerakirin, diyar kir Mesût Barzanî ji vê komê re gotiye ‘Xwe nêzî kom û partiyên siyasî nekin. Jixwe nûnerên gelê Rojava, ENSK ye’ li gorî vê çavkaniyê Abdulhekîm Beşar û Îbrahîm Buro xwestine ev kom bi fermî tev li nav ENKS’ê bibe û divê gelê Efrînê di vê çarçoveyê de li hev kom bibin. Çavkaniyê diyar kir ku Feysel Yûsûf û Nîmet Dawûd jî gotine ‘Divê têkiliyên bi dewleta tirk û mûxalefetê zêde xuya nebe. Ji bo ku rola wan a di nav ENSK’ê de qels nebe, wisa baştir e.’
Çavkaniyeke ji Ewropayê ya di nav komê de jî diyar kir MÎT’ê ev kom şandiye ba Barzanî û got: “Armanc ev bû ku bi hevdîtina bi Barzanî re, di nav kurdan de meşrû bibin. Wê li Hewlêrê buro bihata vekirin, sûd ji çavkaniyên ekonomîk were stendin û wê bi vî awayî kurdên li Efrînê li dora vê komê xwe rêxistin bikin.”
Piştî hevdîtina bi Barzanî û ENSK’ê komê bi beşdariya 100 kesan li Hewlêrê civînek li dar xist. Îbrahîm Korîş û Bengîn Elî ji medyaya PDK û MÎT’ê Rûdaw û Ark Newsê re axivîn û diyar kirin ev civîn dûmahîka ‘Kongreya Rizgariya Efrînê’ye ya ku di 18’ê Adara 2018’an de li Dîlokê hatibû kirin.
Korîş di hemû nirxandinê xwe de wekî Barzaniyan diyar kir ku tu problema wan bi Tirkiyeyê û dagirkeriyê tune û Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî sûcdar kir, got ‘Em şer naxwazin. Em ji Barzanî dixwazin ku ji bo dîplomasiyê alîkariyê bide me’ û aşkera kiribû ku armanca wan a sereke dijberiya li hemberî rêveberiya xweser û berxwedanê ye.
Korîş di sala 1992’an de ji dayik bûye û di sala 2011’an de dema ku şoreşa Sûriyeyê dest pê kir kete nav tevgera ciwana a girêdayî Barzaniyan. Wê demê di nav Partiya Azadî ya ENKS’ê de xebitî. Di sala 2012’an de dema ku ENKS’iyan li Efrînê pêşmergeyên roj ava kir ew jî tev li wan bû. Di sala 2014’an de çû başûrê Kurdistanê di bin banê Pêşmergeyên Roj de ji MÎT’ê perwedehî stend. Di sala 2014’an de dema ku hat Efrînê Asayîşa Rojava ji ber têkiliya wî ya bi MÎT û çeteyan ew girt û ji Efrînê derxist. Korîş ji Efrînê çû Tirkiyeyê li vê derê têkiliyên xwe yên bi MÎT’ê re domand û piştre ji Tirkiyeyê çû Ewropayê. Korîş têkilî bi dewleta Katarê re jî daniye. Katar ji bo dagirkeriya Efrînê alîkariyeke siyasî û maddî dabû Tirkiyeyê. Birayekî Korîş ji Katarê ye.
Divê Efrîn were azadkirin
Di dawiya sala 2021’an de rêxistinên mafên mirovan derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrînê bîlanço weşandin. Li gorî bîlançoyê di 4 salên dagirkeriya Efrînê de 8 hezar û 455 kes hatine revandin, aqûbeta nîvê van kesan ne diyar e. Dagirkeran di nava 4 salan de herî kêm 486 kesên sivîl kuştin. Beriya dagirkeriyê nifûsa Efrînê 500 hezar bû piştî dagirkeriyê nêzî 400-500 hezar Selefî li Efrînê hatin bicihkirin. Li Şehbayê nêzî 100 hezar efrînî lê dijîn û dewleta tirk û çeteyên wê her roj Şehbayê bomberdûman dike.
Divê gelê kurd, dostên gelê kurd û hêzên demokrasiyê piştgiriyê bidin rizgariya Efrînê. Efrîn ne bi tenê pirsgirêka kurdan e. Efrîn îro bûye navenda komên terorîst û cîhadîst.
Çavkanî: ANF