Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Sala ku dawiya Erdogan hat

Sala 2021’ê ji bo desthilatdariya Erdogan saleke zahmet bû. Ji ber ku gelek plan û proje danîbûn pêşiya xwe lê hema bêje piraniya wan pêk nehat. Di mehên destpêkê yên salê de berê xwe dan Garê. Li dijî qadên gerîla dest bi tevgera dagirkeriyê kirin. Lê di encamê de têk çûn û esîrên xwe jî kuştin. Dewletek ku esîrên xwe dikuje hat binavkirin. Vê bûyerê mohra xwe li salê da. Erdogan ji bo ku heyfa xwe hilîne vê carê li dijî qadên gerîla tevgereke mezin a dagirkeriyê da destpêkirin. Li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê ketin tevgerê. Lê hesabê wan li wir jî neçû serî. Ji ber ku vê tevgera dagirkeriyê bi mehan ajot û encam jê derneket. Artêşa tirk li dijî qadên gerîla her cûre çekên qedexe, gazên jahrê û çekên kîmyewî bi kar anîn. PDK kir hevkarê xwe û li dijî gerîla bi kar anî. Lê di encamê de tiştek bi dest nexist. Yê ku encam diyar kir jî berxwedana gerîla bû. Ew gerîlayên qehreman di tunelên şer de bersiva dagirkeran dan.

Îsal dewleta tirk ji qadên gerîla derbeke giran xwar. Vê berxwedanê bandora xwe li qada eskerî, siyasî û aborî nîşan da. Li aliyekî lêçûneke zêde li qada şer hat xerckirin. Ewqas balafirên şer, çekên kîmyewî û bi hezaran tîmên taybet ne belaş bû. Dewleta tirk ev şer li ser pişta xelkên li Tirkiyeyê meşand. Ew pereyên ku ji xelkê distînin li şer xerc dikin. Vî şerî jî aboriya Tirkiyeyê têk bir. Lewma buhayê her tiştî li Tirkiyeyê firiyaye. Her kes pê dizane û di ferqa wê de ye, lê kes li sedema vê qeyranê napirse. Li ser gelek malper, televîzyon û bernameyan ev qeyran tê axaftin lê sedema vê qeyranê nayê gotin. Heta ku gel li sedemê nepirse û hesab nexwaze, bi gilî û gazinan çareser nabe. Lewma li şûna gilî û gazinan pêdivî bi lêpirsîneke cidî heye.

Erdogan ê ku çend sal berê li meydanan dikir qareqar êdî di rojên xwe yên dawî de ye. Ji bo vê salê wê bê gotin; ew sala ku dawiya Erdogan hat. Ango dawî li faşîzma wî hat. Dibe ku çend salê din li ser desthilatdariyê bimîne, lê mayîna wî êdî bêwate ye. Li Sûriyeyê jî Esad li ser desthilatdariyê xuya dike. Lê ev deh sal in tiştekî wî nemaye. Ne dikare welat bi rêve bibe, ne jî dikare kontrol bike. Heman tişt îro li Tirkiyeyê xuya dike. Erdogan dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne lê mesele ne mayîna wî ye. Êdî tiştekî ku karibe bi rêve bibe nemaye. Her kesî derew, dizî û talaniya wî dît. Her kesî jê fêm kir ku êdî nema dikare bi vî rengî bimeşe. Kurdan bi têkoşîna xwe ev encam diyar kir. Eger hêzeke mezin a civakê were cem hev dikare di demeke kin de Erdogan ji desthilatdariyê bixînin.

Erdogan di nava salê de xwest ku li dijî Rojava û Şengalê tevgerên dagirkeriyê pêk bîne. Lê ew jî çênebûn. Li dijî Rojava gefên mezin xwarin û hin êrîş jî pêk anîn. Lê wekî her carê tenê karîbû welatiyên sivîl qetil bike. Li Şengalê jî heman tişt kir. Zarokên wê axê bombebaran kir. Jixwe tişta ku di destê Erdogan de maye teknîk e. Wekî din nema dikare li ser erdê şer bike.

Di nava salê de êrîşên nijadperestiyê jî li ser civakê zêde kirin. Yek ji armanca wan jî derxistina şerekî navxweyî bû. Li bajarê Konyayê komkujiya li dijî malbateke kurd nîşaneya vê yekê bû. Li aliyê din li zindanan tecrît giran kirin. Li dijî girtiyên siyasî û şoreşger dest bi komkujiyan kirin. Di meha dawî ya salê de çend cenaze ji girtîgehên Tirkiyeyê derketin. Erdogan ê ku li qadên gerîla derb xwar, li zindanan xwest ku heyfa xwe hilîne. Her wiha bi tu awayî destûr nedan ku hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were. Li beramberî tecrîdê kampanyaya azadiya Rêber Apo jî li qada navneteweyî mezin bû. Li gelek welatan daxwaza azadiya Rêber Apo derket pêş.

Saleke din jî qediya. Ji bo kurdan ev sal bi şer û berxwedanê derbas bû. Kurdan bedelên giran dan û hê jî didin. Lê encama wê jî diyar dikin. Erdogan ê ku dixwest di nava salê de biçe hilbijartinê hêviya wî neçû serî. Gelek encamên bi vî rengî çêbûn. Yên diyarker jî kurd û berxwedana wan bû. Ji bo vê salê jî wê bê gotin ew sala ku dawiya Erdogan hat.

Nûçeyên Têkildar