1’ê çileyê wek destpêka salê tê pênasekirin. Alema mesîhî 25’ê kanûnê wek rojbûna Hz. Îsa qebûl dike û wek cejna noel pîroz dike. Ji ber ku li gor teqwîma mîladî 1’ê çileyê wek destpêka salê tê qebûlkirin, cejna noel û sersal bi hevre tên pîrozkirin. Ji ber vê yekê jî alema mesihî wateyek olî dide cejna sersalê. Di aliyê olî de wateyek wî wiha heye. Lê hîn roj her çiqas herêmî be jî aliyê wî yê gerdûnî jî çêdibe. Ji ber vê yekê ev roj bûye gerdûnî. Mesihî wek rojbûna Îsa pêşwazî dikin, hemû cîhan wek destpêka salê pêşwazî dikin. Li gor teqwîma hîcrî sersal 13’yê çileye ye. Ji ber vê yekê jî kurd dibêjin sersala kurdan 13’yê çileyê ye. Di teqwîma mîladî de roj esas hatiye girtin, a di hîcrî de jî heyv esas hatiye girtin. Ferqa 13 roj jî di vir de ye. Her wiha mijara me ne ev e. Esas mijar di aliyê têkoşîna leşkerî siyasî û civakî de nirxandina salê ye. Ji ber ku dema salek xilas dibe, salek nû destpê dike, hemû hêz, kes, civak sala derbasbûyî dinirxîne û bernameya sala nû çê dike.
Dewleta tirk 2021’an dixwest bike sala serkeftinê. Ji ber vê yekê jî di destpêka salê de, Wezîrê berevaniya tirk Hulusî Akar li Baxdayê û Hewlêrê hîn hevdîtinan pêk anî. Piştî hevdîtinan operasyona dagirkirina Garê destpê kir. Lê li Garê tiştê ku hêvî dikirin çênebû. Garê li ber xwe da û dewleta tirk paşve reviya. Garê bû bingeha têkçûyîna faşîzma AKP-MHP’ê. Piştî binkeftina Garê, di nav dewleta tirk de nîqaşên têkçûyîne destpêkirin. Dema li Garê darbe xwarin, vegeriyan ser HDP’ê û doza girtinê li HDP’ê vekirin. Di 24’ê Nîsanê de ji dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê dan destpêkirin. Lê ji ber ku gava yekemîn ne li gor wan çû, gavên pişte ji tu wateya wî nema. Dixwestin Garê dagir bikin, paşî jî Zap, Metîna, Avaşîn, Qendîl, Şengal û Maxmûrê. Eger bi ser biketan dê di payîzê de hilbijartin li dar bixistana û serkeftina xwe îlan bikira. Wê sedsaliya komara tirk bi awayeke serkeftî pîroz bikira. Lê çênebû. Ev hesap li Garê darbe xwar. Li Zap, Metîna û Avaşînê ji têk çû. Ji ber vê yekî jî ket qeyranek mezin. Ev qeyran, di dîroka komara Tirkiyeyê de qeyrana herî mezin û dijwar e. Hemû kes qeyran wek qeyranan aborî dibîne. Lê esasî qeyrana siyasî ye û dewletî ye. Di dawiya salê de êdî hemû kes îkna bûye ku AKP-MHP xilas dibe. Di dawiya sala 2021’ê de hêviyek mezin çêbûye.
A niha herkes amadekariyên sala nû dike. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo ku neçe dê hemû îmkanên xwe seferber bike. Çiqas planên qirêj û gemar hebe dê bixe meriyetê. Di dawiya salê de hîn sinyalên bi vî rengî dan. Êrîşên li ser HDP û CHP’ê xuyaye ku dê plana kaosê bixe dewrê. Wê hem netewperestî derxe asta herî jor, hem jî olperestiyê. Bi neteweperestiyê êrîşê HDP û kurdan bike, bi olperestiyê jî êrîşên CHP û hêzên din bike. Wê tawanê xwe yê neteweperest û olperest sor bike û berde ser hemû muxalîfan. Divê di serî de gelê kurd û hemû hêzên demokrat û hêzên muxalîf xwe ji bo vê yekê amade bikin.
Lê çi dikin bila bikin, kes nikare êdî wan xilas bike. Bi her awayî dê têk biçin. Kaos derxin jî dê biçin, hilbijartin bikin jî dê têk biçin. An bi hilbijartin, an bi rengek din dê sala 2022’yan bibe sala têkçûyîna faşîzma AKP-MHP’ê. Dê bibe serkeftina gel kurd, hêzên demokratîk û hemû Rojhilata Navîn. Dê coş û beroşiyek Newrozî bi xwe re biafirîne. Di sala 2021’an de hêvî hat avakirin, sala 2022’yan dê bibe sala serkeftinê.