Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Divê jin ji bo siyaseta demokratîk bixebitin

Divê jin ji bo siyaseta demokratîk bixebitin. Di akademiyên ku min pêşniyar kiriye de jin dikarin perwerde bibin. Dikarin xwe perwerde bikin. Bi heman rengî li akademiyên din de jî bi hezaran kes dikarin bêne perwerdekirin. Çima hûn nikarin akademiyan ava bikin? Xebatên akademiyê girîng in. Ev akademî ji xebatên sporê heta siyasetê, ji hiqûqê heta felsefeyê, heta xebatên kargehan, xebatên çand û hüner jî di nav de. Her cure xebatên xwe dikarin bikin. Dîsa ev akademî divê hemû aliyan bigire nava xwe. Mînak divê xwendevaneke zaningehê jî, jineke malê jî di nava xebatan de cih bigirin. Demekê enstituyê gundan hebûn. Dixwestin xebatên bi heman rengî bikin. Lê akademiyên ez pêşniyar dikim, enstituya derbas dike. Nav ne girîng e, akademî, enstîtutî jî dikare bê gotin. Malbat, li derdora jin çêdibe. Jin hilberînêr in. Yên hildiberînin dikarin pirsgirêkên xwe yên aboriyê jî çareser bikin. Nimûne dikarin bi kirêkirina zeviyekê çandiniya organîk bikin. Bi vî awayî di çareserkirina pirsgirêka bêkariyê de dê bibin alîkar. Xebatên jinan heyecanê didin min, jin dikarin ji xwe bawer bin. Ku giraniya xwe bidin ser azadiyê tiştekî ku bi ser nexin tune.

Desthilatdarî, xwe bi jinan, bi pereyan û bi meqam diwazin xwe bi hêz bikin. Ji bo min a girîng azadî ye. Ez rêza bêdawî nîşanî her kesên ku têkoşîna azadiyê didin, didim, ev zarokek biçûk jî be, ji bo min bêbandor bihêlin li vir li ser min çewisandina kargêrî, siyasî, adlî bi pêş dixin. Heta ku bixwazin dikarin imha jî bikin. Li vir li ser min pergala dewleta mîkro tê sepandin. Kargêriya girtîgehê heye, ev karên kargêriyê dişopînin. Ji bilî vê tiştek ji destê wan nayê. Yên li ser min tên sepandin encamên siyasetê ne. Siyaset çi ye? Siyaset bi du hevokan bi şêwazekî xweşik ji we re bêjim. Siyaset ji herêmî heta gerdûnî, ji kes heta civakê, pirsgirêkên xwe yê nasnamê nîqaşkirin, nasnameya xwe azad bi şêwazekî wêjeyî îfade kirin e, anîna ziman e. Siyaseta demokratîk tiştekî wisa xweşik e.

Min ji bo jinan, akademiyên siyaseta demokratîk û çandê pêşniyar kiribû. Ji bo ciwanan, ji bo yê dîtir min pêşniyar kir. Divê ev hemû gavek berî gavekê bikevin meriyetê. Divê herdem li akademiyan bên gel hev niqaşan bikin, tu tiştek çênebe jî dê hişê wan vebe. Siyasetmedar ji van deran derkevin. Perwerdeya akademîk naşibe perwerdeya li dibistanên dewletê yên asayî. Bûyera dibêjin civaka aşkera ev e.

Pêwîst e ligel dewletê jî civak bê demokratîkkirin. Rêya vê jî di her mijarê de têkildarî hemû persgirêkên civakî rêxistinbûyîn e . Rêxistinên ku ez dibêjim kom û komûn wê îfade dike. Wa ye bi pirsgirêka jinan re pêwendîdar, bi hindikahiyan re pêwendîdar hwd. diyardeyek û her bûyerek civakî ku tê aqila re pêwendîdar dibe. Bi şêwazên komîn rêxistin çêbibin. Komûnên çandiniyê, komûnên gundan, komûnên taxan hw d. dikarin bên zêdekirin. Dîsa dibe ku wekî mînakeke hêsan bê dîtin, lê mînak komelên parastina darên mazî, zêdekirina wan daran bê kirin. Li her gundî sed darên mazî çandina wan gelekî girîng e û bi sûd e. Em dikarin hemû xwezaya xwe bikin daristan. Hemû rêxistinên sivîl dema di bin sîwana konfederasyona civakî ya sivîl an jî komînalîzma demokratîk de bigihêjin hev dê hêzek mezintirîn a demokrasiyê derkeve holê.

Divê kurd bêyî ku desthilatiyê armanc bikin, civaka demokratîk ava bikin. Pêşniyaza min a ji kurdan re divê rêxstinên demokratîk ên sivîl ên siyasî, civakî, aborî û çandî li her qadê ava bikin, divê van tiştan ji dewletê hêvî nekin. Divê em van bi hêzên xwe yên cewherî bi ser bixin. Komalên hawîrdor, komalên hawîrdorparêz û femînîst, rêxistinên kedê, saziyên piştgiriyê û wekî wan bi hezaran komele, rêxistin divê bên avakirin. Bi avakirina komeleyên hawîrdorparêz û femînîst ku bi pêşkevin û bigihêjin gel, dikarin kuştinên namûsê û töre bên astengkirin. Divê di wê mijarê de civak û jin bên hişyarkirin. Tenê wê demê dikarin azad bibin. Di qada siyaseta demokratîk de kêmasiyên ezmûn perspektîfên ciwanan hene. Ji ber vê sedemê ciwan dema têdikoşin bêsebir tevdigerin. Ez zanim her kes ketiye rewşekei bûne dîlê kapîtalîzimê û bi taybet di ciwanan de sift e. Ji ber vê sedemê ciwan ji bo serkeftinê divê ji pere, pûl û ji derdorên kapîtalîzmê dûr bisekinin. Jiyan ji bo wan dê wisa bi wate be. Saziyên ciwan û jinan hêza wan a motor e. Lê divê ku ji ciwan û jinan hinek kes û beş bikar bînin. Divê ciwan û jin li hemberî van şiyar bin. Xwe nedin bikaranîn. Di vê mijarê de pir pirtûk û nivîsên min derketin, dikarin ji wan sûd werbigirin.

Min di parêznameya xwe de xwest pirsgirêka jinan bigirim dest. Civak jî weke jinan çawa tê pelçiqandin û mêtingehkirin min xwest vebêjim. Ango di van parêznameyên xwe de min xwest jinkirina civakê dahûrînim, em di pêvajoyekê de ne ku bi taybet di roja me de jiyan bêwate bûye, ji bo bêwatebûyînê derbas bikin, armanckirina azadiyê girîngiya kilîtkirina azadiyê, min xwest vebêjim. Bi taybet ji bo jinan ku di nav de ne, jiyan bêwate ye, ji bo rewşa di nav de ne derbas bikin, jiyanek bi angaşt bi armanc bigirin pêwîst e xwe kilîtî azadiyê bikin.

Berê min vegotibû ku pirtûka ‘jina azad kê ye, çawa bê jiyandin’ pêş bixin, hûn dikarin li ser vê sift bibin. Pirtûka ku min pêşniyaz kir dê bi pêşbixin ez vê bi wate dibînim, divê zêde bawerî li zilaman nebe. Jin serxwebûna xwe dê bi xwe biparêzin, bila parastina xwe bikin. Pêwîst e ji azadiya jinan neyê tirsîn. Divê jin namûsa xwe bi xwe biparêzin. Jin wê bibin mirova ku xwe biparêzin. Ez bi jinên wisa re rêheval im. Tişta zayenda çors çîrok e. Min bi jinan re rêhevaltiyek balkêş ava kir, bi jinan re hevaltiyeke min a bi hêz heye. Ev meseleyeke hêz û baweriyê ye. Zilamên wisa hebin ew jî dikarin bibin alîkar. Ez wiha bersiva keda wan a li ser xwe didim. Ez wisa rêzdariya dayika xwe didim. Pir rêhevalên min ên jin ên ku ji bo min xwe şewitandin, çêbûn. Ez wisa bersivê didim bîranînên wan. Jinên bi sîxurvanî rawestiyan hebûn. Li hemberî yê ku dixwazin min bikar bînin ez ê şerê xwe bidomînim, ji bo Fûadan min pêşniyar kir, çawa biaxivin ji bo jinan jî pêşniyazî dikim. Her hefte yek derkeve biaxive bi zimanên cûrbercûr bi erebî, kurdî, farisî divê axaftinên heftane dest pê bikin, bi sepandina min şîroveyên xwe jî tev li bikin û her hefte derkevin biaxivin.

Nûçeyên Têkildar