Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Planên PDK û AKP’ê yên li ser Şengalê

Ger mirov bi raste rast li herêma Şengalê binêre, ji bo gelê êzidî cihekî xwe yê stratêjîk û cografîk dide îfadekirin ku bê wê gelê Şengalê nikarin debara xwe bikin. Çawa ku mirov nikare bê tenefûs bijî, her wiha gelê êzidî jî nikare bê Şengal bijî. Ango Şengal cihê pîroziyê ye û nabe ku mirov qala wê neke. Li ser vî bingehê ger mirov li gera dîrokê binêre, gelê Şengalê di oxira hebûna xwe de têkoşînên pir mezin daye ku bi azad bijî û heta mirov dikare bibêje bi giraniya dîrokê ve gelê me yê qedîm, çanda berxwedan û qehremantiyê ji xwe re bingeh girtiye.

Bêguman di roja îro de, êrîşên ku hiş û wijdanê mirov nikare rake hem li ser Rojhilata Navîn, hem jî li dijî gelê me yê qedîm yê êzidî tê meşandin. Îro bi rengekî hovane bi ser gelê me ve diçin ku armanc ew e bikaribin hafîzeya mezin a civakan desteser bikin. A rast ev bûyer li Şengalê bi giranî dewam dike. Ji ber dibînin ku şengaliyan êdî xweserî bi dest xistine û ji raya giştî re bûye mînake ku di her gavê de deng vedide.

Bêguman wekî her kes vê rastiyê dibîne ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de PDK bi awayekî bêbext Şengalê radestî DAIŞ’ê kir û gelê êzidî li hemberî fermana 74’an rû bi rû hişt. Îro jî herhal di planên PDK’ê de heya ku di bin her mercî de Şengalê radestî AKP’ê û hêzên wê bike ku xweseriya gelê Şengalê tune bike. Jixwe di astekî mezin de dike, rojana bi hevkarê xwe AKP’ê re li dijî hêza parastina Êzîdxanê YBŞ’ê her cure planan bi awayekî veşartî dike. Lê rastiyekî domdar e ku dê gelê êzidî li hemberî van planan, bi rola parastina hebûna xwe rabin û dê xeta berxwedanê bingeh bigirin.

Rewşa ku îro li Şengalê tê jiyîn asteke pir giran û xeteriyan dide îfadekirin. Ji ber PDK di her demî de dixwaze Şengalê bi awayekî lez bêstatu bihêle û di nava pêlên xedar de ragire. Li ser vî bingehê tê dîtin ku gelê êzidî van planan qebûl nake û bi helwestekî giran van êrîşan raber dike ku rê nade çi kes xwe li ser vîna vê bi cih bike.

Her wiha dîsa li Kurdistanê bi fermana PDK û hevkarê wê AKP’ê re qîrîna gelê kurd û Kurdistanê di meriyetê de ye. Li ser axa Kurdistanê mirovahiya resen her tim li hemberî desthilatiya xwînmijan rastî gelek bûyerên ku di dîroka mirovahê de nînin, tên. Lê wekî ku em di dîroka mirovahiyê de gelek caran rastî tên, xeta îxanetê û ya berxwedanî wekî çemekî, ber hev derbas dibin. PDK jî xeta îxanetê ji bo xwe bingeh girtiye.

Mirov dikare diyar bike ku tu ferq di navbera PDK û AKP’ê de nîne, jixwe armancên wan jî yek in û her kurd ji vê lîstoka wan xwedî zana ne. Ev jî ne tiştekî nû yan jî veşartî ye. Hevkarî û hevalbendiya wan aşkera li holê ye. Çi planên tirk li dijî kurdan hebe PDK’ê vê dixe meriyetê. Dibe ku cudahiya di navbera PDK’ê de ew be ku bi kurdî diaxive, lê rastiyekî domdar e ku tu car PDK xeta gel ji xwe re esas negirtiya.

Îro jî li Kurdistanê PDK û hevkarê xwe AKP di nava her cure qirêjiyan de ne ku kurdan bifetisîne û xwe li ser mîrasê wan bi cih bikin. Lewma bi êrîşên xwe dixwazin gelê kurd di nav de gelê êzidî bêdeng bikin û rola desthiyatiyê li ser wan ferz bikin. Bi vê jî namîne, ji bo emrê desthilatiya xwe dirêj bike hewil dide ku civakeke bi nasmeya gelê kurd li holê nemîne.

Li ser vî bingehê di vê serdema ku em têde derbas dibin de, pêwîst e hemû gelê kurd û yê demokrasîxwaz li hemberî êrîşên PDK’ê û dewleta tirk hişiyar bin û helwesta xwe ya dîrokî nîşan bikin ku li hemberî êrîşen bi vî rengî yên li ser gelê me tên bibin kelem.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar