Şehîd Helîn Murad |
Ji sala 2003’yan şûnve guhertina paradîgmayê bi paraznameya Atînayê ve pêş dikeve. Divê di zîhniyetên me de paradîgmaya me jî di mîhvera azadîxwaziya jin de cih bibe, civak bi vî rengî bê tehlîlkirin, pê re jî azadiya civakê jî pêş bikeve. Azadiya jinan ji bo jinan esas e lê bi qasî wê ji bo zilaman jî derbasdar e. Ji ber vê yekê divê zilam jî di vê bingehê de ji bo azadiya civakê bibin xwedî ked, divê her du alî jî bi vî rengî bibin xwedî têkoşînê.
Jina azad tê wateya zilamê azad. Divê her kes di vê bingehê de paradîgmaya civaka demokratîk bikin bingeha têkoşînê.
Di her paraznameyekê nû de Serokatî hîn baştir dahûrandina pergalê dike û dibêje: “Pergala pênc hezar salî, pergala ku em niha dijîn ‘Pergala şaristaniya navendî’ ye lê belê ji pênc hezar sal û vir ve jî tê gotin ‘Pergala moderniteya kapîtalîst’ li hember vê yekê jî ‘Şaristaniya Demokratîk û pergala Modernîteya Demokratîk’ tê pêşxistin.” Di vê bingehê de armanca Sosyolojiya Azadiyê înşakirina Demokratîk Modernîte ye. Ev jî di bingehê de avakirina jiyana azad e. Armanc; jiyana azad e lewra pergala kapîtalîzmê dijî jiyanê ye, lewra jiyan qetil dike pê re girêdayî jî dijî jinan e, ev jî di wateya herî rast de mirin e. Jiyan, bi tepisandinê re rû bi rû ye, hatiye tunekirin, ji ber vê divê pêşî lê bê girtin. Ber bi tunekirinê ve diçe, jiyan; ne tenê kirêtiyên pergalî jiyane lewra bi vî awayî tê qetilkirin.
Serokatî dibêje; “Niha însan heye, di şêweyê de mirov e lê belê cewher hatiye tunekirin, jin heye lê belê sexte ye.” Niha di cîhanê de şer û hovîtî heye, li hember mirovatiyê tevkujî heye, xwîn nasekine. Li ser mirinê pergalên xwe xurt dikin. Ji ber wê Serokatî di Sosyolojiya Azadiyê de got; “divê derketinekî xurt bê kirin lewra divê têkoşîneke mezin bê dayîn, ger hovîtî hebe em ê di jiyana azad de bi israr bin.” Di sedsala 21’an de Serokatî wek dirûşmeyekê esasî dibêje; “Ya jiyan an barbarî ango hovitî” Adorno jî dibêje; “Jiyana çewt rast nayê jiyîn” lewra ew bi xwe jî yahudî bû, got; “piştî tevkujiyê komkujî nabe, ger tevkujî û komkujî hebe wê demê hovîtî heye wê demê di nava van şaşitiyan de rast jiyîn jî nabe.” Lê Serokatî ew rexne dike lewra tenê rexnekirin têrî nake, alternatîf pêş xistin girîng e. Pêdîvî heye ku li şûna şaşîtiyan a rast bê avakirin. Tu girêdanbûna barbarî ango hovîtiyê bi mirovatiyê re tune ye bêguman bi çanda nêçîrvantiyê re girêdanbûna wê heye. Li cihekê ku hovitî hebe jiyan tune ye, lewra em nikarin bi vê hovîtiyê re bijîn. Pergal xwe bi xwe nikare guhertinan bide çêkirin, ji ber wê divê em wê bidin guhertin. “An jiyan an jî hovîtî ango barbarî” an em ê li dijî hovîtiyê bisekinin an jî di navberê de jiyîn nabe. Di sedsala 21’ê de divê Şoreşa Jinan çê bibe lewra pêdîvî bi şoreşa jinan a duyemîn heye. Serokatî dibêje; “Encax bi şoreşa jinan re serkeftin çê bibe, pergal bê guhertin.” Şer, komkujî, hovîtiyên ku niha di civakê de tê jiyîn di cewhera civakê de tune ye. Şoreşa neolotîk şoreşa jinan e ji ber ku kedîkirin û çandinî pêşdikeve, ev jî di mîhvera jinan de tê afirandin. Çanda Rojhilata Navîn bi barbariyê re rû bi rû ye lewra divê şoreşa duyemîn a jinan pêş bikeve. Sedsala 19 û 20’emîn sedsala karkeran bû, çînîtî û şoreşên neteweyî li pêş bûn lê sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinan. Bi paradîgmaya jinên azad re şoreş çêbibe bêguman ev jî radîkalbûnê dixwaze.
Serokatî dibêje; “Dê di sedsala 21’an de, di navbera têkîliyên jin û zilaman de pergalekê hevsengî bê avakirin. Divê careke din tanzîmekê bê kirin” Lêwra zilamê desthilatdar, jina kole divê bên guhertin û wiha berdewam dike; “Dê di vê sedsalê de guhertin bê afirandin.” Ev yek jî bi şoreşa jinan re gengaz e. Teqez dê ev serdem bibe serdema jinên azad ji ber wê em dibêjin ‘Şoreşa jinan.’ Di sedsala 19-20’emîn de nakokiyên neteweyî, di sedsala 21’emîn de jî nakokiyên zayendî ango nakokiyên jin li pêş in. Serokatî dibêje; “Azadiya jinan ji azadiya welat girîngtir e lewra azadiya jinan, beriya azadkirina neteweyê tê, beriya her tiştî azadiya jinan, navend jin e. Paradîgmaya sedsala 21’emîn azadîxwaziya jinan e û birdoziya wê jî Birdoziya Rizgariya Jinan e.”
Ger esas nakokî zayend be wê demê divê azadiya jinan werê misogerkirin, wê çaxê pirsgirêka jinan pirsgirêka herî esasî ye. Serokatî dibêje; “Pirsgirêka jin weke girêkê ye” Pirsgirêka jin pirsgirêka bingehîn e lewra divê sereke bê destgirtin. Eger ev yek bi awayekî baş bê tehlîlkirin pê re girêdayî dikarin ji bo pirsgirêkên civakî jî çareserî bibînin ji ber ku Serokatî got; “Dagirkeriya yekemîn û ya dawî li ser jinan hatiye pêş xistin” Bi kolekirina jinan re pirsgirêkên civakî jî destpê kir.
Sala 1997’an CIA ango pergalên desthilatdar dibêjin; “Destpêkê jinan bixin” li hember vê yekê Serokatî dibêje; “Beriya her tiştî jinan rizgar û azad bikin lewra dê bi jinan re cîhan azad be. Ronesansa jinan pêş bikeve.” Ronesansa jinan jî tê wateya ronakbûna jinan, ji koletiyê rizgarbûn û ev yek jî guhertineke mezin e, lewra di bingeha azadiyê de pêş bikeve. Serokatî digot; “Ez ji bo we çîroka afirandina jinan vedibêjim.” Bi rastî jî di encama têkoşîna me de em ji nûve zayîna xwe dijîn, em ne wek berê ne, bi pergala azadiya jinan re şoreşa jinan diafirînin. Berê her tiştî divê pirsgirêka jin bê dahûrandin, civaka zayendperest bê derbaskirin. Ji ber wê di sedsala 21’emîn de pêşxistina jineolojî mohra xwe li vê serdemê dixe. Zanista jin hilbijêra (alternatîf) zanista pozîtîvîst e.
Şoreşa jinan, şoreşeke pêşeng e ji ber ku nav şoreşê de şoreş e. Berê her tiştî şoreşa jinan e ji ber wê em dibêjin sedsala 21’emîn sedsala şoreşa jinan e. Şoreşa jinan tevahiya gerdûn û civakê digire nava xwe. Pirsgirêka jin were çareserkirin wê demê tevahiya pirgirêkên civakî jî dê bên çareserkirin.
Serokatî ji bo jineolojiyê dibêje: “Derketineke ber bi azadiyê ve.” Zanista jineolojiyê di wateya zanista jinan de ye. Lojî; bi zimanê yewnanî zanist e û logosê (pîvan, zagon) tê. Di têkoşîna azadiya jinan de jineolojî rolekê girîng dileyîze. Jineolojî nebe em nikarin civaka zayendperest derbas bikin û civaka demokratîk ava bikin. Di vê serdemê de zanistên pozîtîvîst xitimandin û rûxandinê dijîn ji ber ku kesek êdî bawer nake, di bingeha desthilatdariyê de hatiyê avakirin ji ber wê her kes pergala heyî lêpirsîn dike. Di rewşên kaosê de valatî çêdibin ji ber wê bi jineolojiyê re heqîqet bê nîşandan û afirandin.
Dema em zanistên pozîtîvîst û zanista jineolojiyê bînin beramberî hev em ê bibînin ku di tevahiya zanistan de cihê jinan tune ye. Zanista sosyolojiyê ya roja îro, zanista civakî ye lê cardin hebûna jinan tê de tune ye. Jineolojî, rastiya jin lêkolîn dike û ji bo azadiya jin zemîneke xurt ava dike, heqîqeta jin ronî dike. Cewherên rast a ku di tarîtiyê de hatiye hiştin derdixe ser rûyê erde, ji ber vê yekê girîng e. Cara yekemîn di cîhanê de zanista jin pêşdikeve. Beriya Rêber Apo kesek rastiya jin di vê astê de nexistiye mijara zanistê. Bi femînîzmê re hewldanên sînordar çêbûne lê belê bi tevgera me ya azadiyê re jin dibin mijarê zanistê ji ber vê yekê Serokatî her tim rexne li zanistên sosyolojî û tevahiya zanistan dike. Dema ku tê gotin ‘zanist’ ev yek tê wateya ku di wir de lêkolîn heye ji ber ku armanc derxistina holê ya heqîqetê ye. Serokatî dibêje; “hebûna jin xwedî girîngiyeke mezin e.” Jin, jiyan e ji ber ku heman wateyê de ne. Ji ber ku zanist di destê zilamên desthilatdar de ye hebûna jin jî nakin mijara lêkolînê ji ber vê Serokatî bal dikişîne ‘Dagirkeriyekî mezin li ser rastiyên jinan heye.’
Dema ku tiştekî bibe mijara zanistê armanc fêmkirina heqîqetê ye, razberên wê derxistine. Rastiya jinan ewqasî ber bi çav lê belê wek mijareke zanistî pêş neketiye. Tevgerên femînîst di vê mijarê de bi hewldanên xwe bal kişandine ser vê mijarê lê belê cardin ji bandorên pozîtîvîzmê rizgar nebûne.
Jineolojî wek zanist lêkolîna rastiya jinan, heqîqeta jinan dike û di vir de armanc rastiya jin ango hebûna jin û heman demê de derxistina xwezaya jinan e. Di vê mijarê de mirov dikare gelek navên din jî lê bike ji ber ku zanista jinan wek naverok gelek berfireh e. Heqîqeta jinan di heman demê de heqîqeta civakê ye. Serokatî dibêje; “Gerdûn di şexsê mirovan de xwest ku were li ser ziman û dîtin.” Ferqê jiyanê di mirovan de tê ziman û di nava mirovan de jî di cewhera jinan de tê ziman. Bi lêkolînkirina jinan re jiyan tê lêkolînkirin, ji ber vê di heman demê de jineolojî; zanista jiyanê ye û pêşxistina jiyana azad dike armanc, ji ber vê yekê azadî pêş dixe. Serokatî dibêje; “Jin jiyan azadî” ev yek formûla efsûnî ye ji ber ku guhertin û veguhertin zindî ye. Bi vê formûlê re jineolojî tê şîrovekirin. Li cihekê jiyan hebe di wir de xiluqdarî û zindîbûn heye. Jiyan bê civak nabe ji ber ku jin û civak ji hevdu ne qut in.
Ji bo pênasekirina xwezaya yekemîn, duyemîn û sêyemîn jî divê baş bê lêkolînkirin. Di pênasekirina xwezayê de sê merhele tê destgirtin. Xwezaya yekemîn; beriya her tiştî hebûnên ber bi çav ango fizîkî dûvre jî ajal û nebat e. Piştî ajalan bi mirovan re civak tê avakirin û xwezaya duyemîn pêş dikeve. Civak bi xwe dibe xwezaya duyemîn, parçeyeke xwezayê ye û civakbûnê re xwezaya duyemîn ava dibe. Ji ber têkîliyên di navbera xwezaya yekemîn û duyemîn de xirab dibe şûnve, di nava civak û xwezayê de pirsgirêk rû didin. Pirsgirêkên civakî di xwezayê de jî teyîsandina xwe dibîne, xweza bi xwe jî tengezariyekê dijî. Wê komkujiya civak û xwezayê jî wiha dom nake, ji ber vê em wek xwezaya sêyemîn dibêjin; “Civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jin” cardin bi vê pradîgmayê re pirsgirêkên civakî û xwezayî dixwazin çareser bikin, di navbera civak û xwezayê de dostaniyekê ava bikin. Di xwezaya sêyemîn de civak, di nava civakê de jî ya herî girîng xwezaya jinan e. Hebûna jin ango xwezaya jin divê baş bê pênasekirin.
Jineolojî, milekê ve rexne dike hêla din ve jî ava dike. Heta niha zanistên baviksalar desthilatdar bûn. Jineolojî heta roja îro her tim di dîrokê de hebû û dema ku em lêkolîna dîrokê bikin jinên zanyar derdikevin holê. Jixwe di neolotîkê de zanist li pêş e û ya diyarker jî jinên zanyar in. Zanista neolotîkê; anîmîzîm (her tişt zindî dîtin) li kêleka vê mîtolojî, (çîrok, destan) re her tişt zindî tê dîtin, jinên şîfacî, efsûnbaz pêşeng in. Lê piştre di zanistê de zayendperestî pêşdikeve. Jin beriya zilam bi zanistê re mijûl dibe lê bi demê re zilamê kal jî tev li dibe, heman demê de şaman jî bi ol re mijûl dibin, bi avabûna dewletê re pey hev; rahîb, peyxamber, fîlozof û zilamên zanist pêşdikevin. Jinelolojî herî zêde bi anîmîzmê re lêkolîn dike da ku rastiyên xwe bibîne. Di zanistên pozîtîvîst de mîtolojî tê reşkirin. Arîsto û Platon ji bo ku mîtolojiyê reş bikin gelek hewl dane. Lê Serokatî her tim ji bo pêşxistina zanistê lêkolînên mîtolojî pêşniyar dike û dixe rojeva me. Eger em dixwazin zanista jineolojî pêş bixin mîtolojî çavkaniya herî girîng e ku em jê sûd werbigirin. Heqîqeta civakî herî zêdetir di mîtolojiyê de heye. Bandora mîtolojiyê gelekî li ser jiyanê heye, ji ber vê divê mîtolojî bê lêkolînkirin. Her tişt zindî ye ji ber vê jineolojî kuantumê esas digire.
Merheleyên zanistê bi lêkolîna xwezaya jinan re zanebûn pêş dikeve pê re zanistî û zanist pêşdikeve. Mirovên lêgerînvan ango jinên zanyar bi lêkolînê re dikeve ferqê, wateya rast derdixe holê û di dawiyê de ronakbûn û pê re jî azadî pêşdikeve. Rastiya jin bi zanistê re tê şîrovekirin. Divê zanist ji felsefe, exleq û estetekî qut nebe. Pozîtîvîzm her tiştî parçe kiriye, tevahiya zanist ji hev du cuda kirine. Divê zanist ava bike, nerûxîne, estetîk be. Jineolojî heman demê de ji dîrokê ne qut e û civakî ye. Di jineolojiyê de tevahiya jiyan û zanistan heye ji ber ku jiyanê lêkolîn dike. Jiyanê komkirin, yekkirin heye. Bi jinelojiyê re jiyana azad pêş dikeve. Zanistên pozîtîvîst dijî jin û jiyanê ne, bi xwe re hovîtî ango barbarî ava dikin, berovajî di jineolojiyê de jiyan heye.
Her roj dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ tên avêtin lê em dixwazin di zîhniyetê de guhertinan çê bikin, ev jî bi yekparebûna jiyanê re pêşdikeve. Jineolojî, zanista navendî ango sereke ye. Divê jiyan bi yekbûnê were destgirtin, jixwe di jineolojiyê de qutkirin tune ye. Jineolojî zanista jiyan û jinan e ji ber ku sereke ye lewra navend e. Mijarên herî jiyanî çibe divê esasî bê lêkolînkirin. Serokatî wek pirsgirêka sereke jin girt dest û got şoreşa jinan. Mijara jin esasî ye lewra jiyanî ye ji ber wê em dibêjin zanista sereke ye. Di neolotîkê de dibêjin jiyan, li derdora jinan pêşdikeve ji ber wê bi qasî jinan lêkolîn dike heman demê de jiyanê jî lêkolîn dike, lewra jiyan li derdora jinan pêşketiye. Berî jin û jiyan bi hev re bûn, şoreşa neolotîk hebû lê bi baviksalariyê re qutbûn, dijminahiya jin çêbû ji ber vê jineolojî lêkolîna jin û çareserkirina pirsgirêkên heyî, derxistina heqîqeta jinan dike armanc.
Jineolojî derfetê eşqê jî çê dike. Têkîliyên di navbera eşq û jineolojiyê de zanisteke xurt pêşdixe, zanista herî kûr û xurt jî eşq e. Dema ku zanist digihîje eşqê wê çaxê asta heqîqetê di herî bilind de ava dibe, ronî dibe, hîn zêdetir fêm dike, dikeve ferqa jiyan û hebûnê. Wateya hebûnê pêş dikeve, coş, kelecan, keyfxweşî tê jiyîn, weke ku mirov efsûnî dibe, hebûna jinan mirov re pir xweşik tê û heyecan jê tê girtin. Wê demê zindîbûn, hişyarbûn, kelecan pêşdikeve ev jî eşq e. Dema ku mirov hin tişta keşf dike ango hebûna xwe derdixe zanebûnê, xwe diafirîne ev jî eşqa gerdûnî û civakî ye. Eşq bi zanist û ronahiyê re têkîldar e. Bi eşqê re azadî tê afirandin ji ber vê jineolojî zemîna eşqê ava dike. Heta niha nîn bû ji ber ku heta niha jin bi awayekî kole û mirî dijiyan lê bi jineolojiyê re cardin zindîbûn û derfeta eşqê pêşdikeve. Di neolotîkê de jiyaneke wek bihûştê, efsûnî û watedar heye. Jineolojî jî bi mêjî, hest û yekbûna wateyê re eşqê pêş dixe. Divê pênasekirina eşqê di mejiyê me de jî baş û rast bê rûniştin. Di pergala kapîtalîzmê de eşqeke sexte heye ev jî kuştina wateya eşqa rast û heqîqetê ye. Di eşqa civakî de ronahîbûneke mezin pêşdikeve. Di pergala modernîteya kapîtalîzmê de heqîqeta eşqê heta xistina xeriziyê lewra kirêtiyekî mezin e. Eşq bi zayendîtî re hevpar tê destgirtin lê belê ev xapandineke mezin e bi vî awayî rastî berovajî dikin. Jineolojî di heman demê de, jinên eşqê ava bike. Di neolotîkê de tê gotin ku Înanna, Aafrodît û hwd. xwedawend û jinên eşqê ne. Yek ji taybetmendiyên jinên azad, bûyîna jinên evîndar in. Lê di pergala niha de berovajiya vê yekê ye. Serokatî dibêje; “Ez dixwazim bi jinan re li ser felsefeyê nîqaş bikim.” Xwegihandina asta eşqê tê wateya di asta herî bilind de heqîqetê jiyîn e, ronahiyê re êçandin, weke ku bûyîna şewqên ronak e. Cîhana hestan û mêjî vedibe, mirov li cihê xwe nikare bisekine. Jin nûneriya eşqê dikin, eşqa civakî diafirînin. Lê di pergala kapîtalîzmê de zanista pozîtîvîzm înkara eşqê dike. Her kes behsa eşqê dike lê li holê tune ye ji ber ku jiyan hatiye kuştin, cihê ku mirin hebe çawa eşq hebe. Eşq bi jiyanê re têkîldar e. A niha jî zilamê eşqê ango zilamê nêçîrvan (bi zimanê kapîtalîzmê) li derdora jinan digerin. Dema ku rûpoşê zilamê aşiq bê rakirin li pişt wî zilamê fênek, nêçîrvan derbikeve. Wê çaxê jî ji bo xistina jinan her tiştî dike ji ber vê mirin e. Di mîtolojî de Ares an jî xwedayê eşq û şerê, her tim tîr diavêje di vê wêneyê de jî tê dîtin ku dikuje. Ji ber vê divê pênasekirina eşqê rast bê kirin. Eger em dixwazin bibin jinên azad divê lêgerîn jî di asta eşqê de pêş bikeve. Encax bi zanist, felsefe û eşqê re em dikarin azad bibin.
Jineolojî herî zêde dikare li çiyayên Kurdistanê pêş bikeve. Şoreşa jinan a duyemîn li Kurdistanê, li kendalên Zagrosan pêş bikeve. Di çanda Rojhilata Navîn de mîrateyeke pir xurt heye ji ber ku bingeha mîrateya jinên azad li Rojhilata Navîn heye. Kevneşopiya jinên azad li Rojhilata Navîn xurt e ji ber vê jineolojî li vir pêşdikeve. Ferqa femînîzm û jineolojî jî di vir de ye. Ji ber wê divê jineolojî li çiya, gund ango ji pergalê dûr pêş bikeve. Yên ku dixwazin lêkolîna jineolojî bikin divê zimanên aryen û semîtîk bizanibin. Bi taybetî divê kurdî bê zanîn ji ber ku gelek heqîqet di wir de veşarti ye. Di heman demê de jî lêkolînên mîtolojîk xwedî girîngiyeke mezin e. Serokatî dibêje; “Jinên azad ên çiyayî”. Di heman demê de ev yek bi awayekî cudatir di destana Gilgamêşê de jî wiha tê vegotin: “Jinên ku li çiyayan dimînin azad in lê jinên li deşt û bajaran dimînin fahîşe ne”. Bala xwe bidin cara yekemîn fahîşetî li bajaran pêş dikeve. Di vir de wek mînak em dikarin jinên başûrî bidin lewra di wan de jinitî pêş e lê di jinên çiyayî de asta azadiyê tê dîtin. Pir balkêş e, piştî hezaran sala bi hezaran jinên şerker cardin li pala çiyayên Zagrosan ji bo azadiyê têdikoşin.
Nînhûrsag di Mîtolojiyên Sûmeran de tê dîtin ji xwe berê Înanna Nînhûrsag heye. Înanna bajarê Urukê bi rê ve dibir û her kes jê bawer dikir. Nînhûrsag jî li çiyayên Zagrosan Star, li sûmeran jî Nînhûrsag tê nasîn. Nîn=jin, hûrg=çiya, sag=cih e. Ev jî tê wateya jinên azad, herêmên çiyayî ew jî jinên azad in, çanda xwedawenda ne. Di mîtolojiyê de jinên azad çiyayî tên qabûlkirin. Zanista jineolojî divê ji çiyayan qut nebe. Jineolojî li çiyayên herî bilind ango li Zagrosan pêş dikeve. Felsefeya yekem car ji hêla Zerdûşt ve li Zagrosan pêş dikeve. Çanda jinên azad cardin li Zagrosan pêş dikeve. Jineolojî ji bo hebûna jin xurt bike, fikra azadiya jin di nava yekbûnê de pêş bixe, kolebûn derbas bike, zanista azadiyê pêş dixe. Jineolojî zanista azadî, rastî û xweşikbûnê pêş dixe, di vê bingehê de jî jiyan xweşik, rast û azad dibe. Formûla zanist, afirandin û hebûnê divê esas bê girtin. Bi zanistê re xurtbûn, hêzbûn pêş dikeve. Zanista azadiyê enerjiyeke pir xurt a jiyanê ye û hêzeke mezin ava dike pê re jî şexsiyet xurt dibe. Eger tiştekê bê zanîn wê demê bê afirandin. Bi zanista azadiyê re guhertin çê bibe, bingeha nûbûnê ava dike. Zanîn, afirandin e. Zanebûn, xiluqandin e. Bêyî zanebûn em nikarin tiştekî bikin lewra divê fikir û ked hebe. Tevahiya şoreşan di bingeha zanistê de pêş ketine, lewra zanist xiluqandin pêş dixe. Madde, hewl dide ku xwe bigihîne wateyê ango zanebûnê, zanebûn jî dixwaze xwe ji qilifên maddeyê rizgar bike. Heta ku hêza wateyê ava nebe guhertin jî çê nabe. Bi lêgerîna rastiya jinan re zanist û pê re jî azadî pêş dikeve. Zanist bi jiyanê re têkîldar e.
*Nivîs ji malpera YJA STAR’ê hatiye wergirtin