Navenda Nûçeyan |
Newaya Jin ku rojnameyeke jinan a mehane ye, hejmara xwe ya 202’an bi manşeta ‘Têkoşîna bêdawî, hesreta bêdawî’ weşand.
Di hejmara nû de gotara siyasetmedar Aysel Dogan a li ser têkoşîna Sakîne Cansiz hat weşandin. Dogan diyar kir ku Sakîne Cansiz bi lêgerîna xwe ya bêdawî tim rêwiyek bû û destnîşan kir ku Sara êdî ji bo jinan hemûyan qîrîna azadiyê û sembola berxwedanê ye.
Çîroka Sakîne doktrîna azadiyê ye
Nagihan Akarsel got ku yên ku jiyanê bi rengê herî baş ava dikin, ew ên ku wateya pratîkê baş fêhm dikin û destnîşan kir ku Sakîne Cansiz ya sereke ji van e û wiha got: “Çîroka hevala Sara aşkera û kûr, bi coş û zelal, serhildêr û esîl bû. Têkoşîna wê ji zûdeyî bûye xwedî ruhê azadiyê.”
Em ê nehêlin bê nixumandin
Ronahî Serhad jî bûyerên ku di sala 2021’ê de qewimîn nirxand û wiha got: “Her jineke kurd, her ciwaneke-î kurd dê sala 2022’yan bi îradeya têknaçe ya Sarayan pêşwazî bikin.” Ronahî Serhad destnîşan kir ku dê nehêlin Komkujiya 9’ê Çileyê bê nixumandin.
Hevpeyvîna bi Sakîne Cansiz re yekemcar di Newaya Jin de hat weşandin
Rojnameyê di hejmara 202’yan de cih da hevpeyvîneke taybet. Sakîne Cansiz sala 2011’an ji bo Konferansa 3’yemîn a Yekitiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) hatibû vexwendin. Bi Sakîne Cansiz re li ser encamên konferansê, girîngiya têkoşînê ji bo jinên rojhilatê Kurdistanê û polîtîkayên rejîma Îranê yên têkildarî jinan hevpeyvînek hatibû kirin. Hevpeyvîna ku ji aliyê Çîmen Aras ve hat kirin, ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya di qeyda deng de heta niha nekarî bê weşandin. Hevpeyvîn yekemcar li Newaya Jin hat weşandin.
Na ji bêcezahiştinê re
L.Michel Destan û Nîlufer Koç pêvajoya hiqûqî ya di dosya dozê de nirxandin û bal kişandin ser nedarizandinê û polîtîkaya bêcezahiştinê.
Hêja Zerya ji Olympe de Gouges heta bi Sakîneyan polîtîkayên komkujiyên li dijî jinan ên dewleta Fransayê nirxand û wiha got: “Yên ku karîbûn her dem û hebûnê bixin nava kêliya azadiyê dê tim hebin.”
Nûnerên meclisên jinan ên ser bi TJK-E’yê li ser mijarê ji Newaya Jin re axivîn û destnîşan kirin ku wê nehêlin komkujiya 9’ê Çileyê û komkujiyên din ên li dijî jinan bêceza bêne hiştin û dê şopdarê dozê bin.
Sêvê, Pakîze û Fatma
Komkujiyeke din a siyasî ya li dijî jinan di 4’ê Çileya 2016’an de careke din ji aliyê dewleta tirk ve li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat kirin. Di vê komkujiyê de ku dema berxwedana xwerêveberiyê hat kirin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin qetilkirin. Roza Metîna agahiyên li ser wê pêvajoyê parve kir û destnîşan kir ku her sê jin ên şoreşger bi fikir, jiyan û çalakiyên xwe nûnerên perspektîfa jiyana azad in.
Di hejmara nû de Bêrîtan Zagros rêxistiniya jinan a li Başûr, polîtîkayên PDK’ê yên li dijî jinan, Peymana Jinan a Kurdistanê ya hat ragihandin û detayên ‘Qanûna Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan’ nirxand.
Endama Komîteya Jineolojiyê ya Îngilistanê Katie Higgins jî qala rêxistiniya destpêkê ya karên jineolojiyê yên li Îngilistan, Galler û Skoçyayê kir.
Kerîma Lorena Tarîman
Gerîlaya Artêşa Gel a Nû ya Komunîst a Filistînê, rojnamevan, hunermend û helbestvan Kerîma Lorena Tarîman (Ella) ku 20’ê Tebaxa 2021’ê de ji aliyê hêzên artêşa Fîlîpînê ve hat qetilkirin, ji aliyê Fîdan Yildirim ve hat vegotin.
Hejmara nû li ser lînka newayajin.net dikare bê peydakirin.