Navenda Nûçeyan |
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, çeteyên Feyleq El Şam ên girêdayî dewlet tirk, nêzî 700 darên din ên zeytûnê birîn ji bo weke qurmik û êzingan bifiroşin.
Hat ragihandin ku ji darên hatine birîn 250 jê yên kesê bi navê Ebûd Bekir e.
Dehlên Ebûd Bekir ê ji darên zeytûnê li ser rêya Kefer Nebo-Birc Heyder a li Şêrawa ye.
Dewleta tirk ku sala 2018’an Efrîn dagir kir, li vê herêmê rejîmeke ji teror û talanê ava kir. Li gel firotina zeytûn û zeyta herêmê li bazara navneteweyî, her wiha bi hezaran dar birîn û birin Tirkiyeyê yan jî li qadên dagirkirî firotin.
Li gorî rapora 30’ê kanûna 2021’ê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, di nava çar salan de 333 hezar û 900 darên zeytûnê û darên li qadên daristanî hatin birîn. 12 hezar darên zeytûnê û darên ji cûreyên cuda hatin şewitandin.