Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Ji ber sîxurtiyê qebûl nekir, PDK’ê ew dersînor kir

Zilm û girtîgehên dewleta tirk wisa kir ku Hemdullah Aktaş ê ji bakurê Kurdistanê ye, neçar bibe koçî Başûr bibe. Lê vê carê PDK zexta sîxuriyê lê dike û ji ber sîxuriyê qebûl nake Dihok û Hewlêrê tê dersinorkirin

Hemdullah Aktaş welatiyek ji bakurê Kurdistanê ye, di sala 2012’yan de berê xwe daye başûrê Kurdistanê. Destpêkê li Dihokê bi cih dibe, Aktaş dixwaze li Dihokê jiyana xwe berdewam bike lê hîn zû zilma PDK’ê wî bêzar dike.

Hemdullah derbarê hatina xwe ya ji bo başûrê Kurdistanê wiha got: “Ez li bakurê Kurdistanê endamê rêxistinên kurdan bûm. Ez û havalên xwe ji aliyê dewleta tirk ve hatin birîndarkirin. Sê mehan li nava cihan de mam. Piştre cezayê girtîgehê yê çend salan li min hat birîn. Piştî hatim berdan, min biryar da werim Başûr. Min hinek kesan li Başûr nas dikir. Wan cih dan min û min dest bi kar kir. Min salek û pênc mehan kar kir lê heqê min nehat dayîn.”

Heqê wî yê 17 mehan hat xwarin û gefa kuştinê lê hat kirin

Armanca hatina Aktaş a Başûr ew bû ku dûrî zilmê jiyanek bi aramtir bijî. Lê zêde wext derbas nebû, zilma PDK’ê ew bêzar kir û wek ew dibêje, kesek heqê karkirina wî ya 17 mehan xwar û piştre jî gefa kuştinê li wî xwar.

Hemdullah der barê zilma ku li Dihokê lê hatî kirin de ev tişt anî ziman: “Şevek bi sê wesayîtan bi ser min de girtin, ji min re gotin, ger ji vir neçî, yan em ê te bikujin an jî radestî Tirkiyeyê bikin. Min jî ji wan re got, min li vir ked daye, ev 17 meh in ez li vir dixebitim û min heqê xwe wernegirtiye. Min got, heqê min bidin ez ê ji vir herim. Ji min re gotin tu heqê te û tiştek wisa nine, divê ji vir herî. Me nêzî saetek li gel hev axivîn. Ez yek ji wan nas dikim, navê wî Yunus Barzanî bû, herî dawiyê ji min re gotin, ger ji Dihokê dernekevî, ez ê te bi wesayîta xwe ve girêdim û di nava Dihokê de bigerînim, ji bo bibe îbret. Min jî jê re got, ez ji vir naçim, çi ji destê çi tê bike.”

Di dewamê de Hemdullah da zanîn piştî çend rojek hinek kesên nenas ji wî re dibêjin were Zaxo, ger neyê ew ê werin wî bibin û wiha axivî: “Ez çûm Zaxoyê li wê derê du kes hatin cem min, ji min pirs kirin, çima hatî başûrê Kurdistanê, min jî ji wan re got, ez mirovek kurd im, li Tirkiyeyê ceza li min hat birîn, ji bo wê hatime vir. Min dikarî herim Ewropa, lê Kurdistan xaka min e.”

Daxwaza sîxuriyê lê dikin

Hemdullah Aktaş diyar kir dema ew diçe Zaxoyê li wê derê daxwaz jê dikin ku karê sîxurtiyê ji wan re bike û wiha behsa wê demê dike: “Wan kesan çekek bankê li pêş min danîn, ji min re gotin, ji te re çend pere pêwîst e li ser çekê binivîse lê tu yî ji bo me kar bikî. Gotin em ê te bişînin Mexmûr û Qendîlê tu yî agahiyên li wan deran hene, ji me re bînî. Min ji wan re got, hûn min li vir parçe parçe bikin, ez vî karî nakim. Ji min re gotin, an divê li gel me kar bikî, yan jî ji vir herî. Min jî çeka bankê radestî wan kir û ji wan re got, ger xwefiroşbûma, min ê li Bakur xwefiroşiyê bikira û pereyê wan ji yê we zêdetir bû. Ez ne dibim MÎT ne jî dibim sîxûr.  Ji min re gotin, madem wisa ye, em ê te radestî Tirkiyeyê bikin. Min ji wan re got hûn bê minet in. Yek ji wan ji min re got, ji vir here, li vir nemîne ji ber ku tu nikarî li vir bijî. Got ez ê heqê rêya te jî bidim û here. Min jî jêre got, pêwîstiya min bi pereyê te nine.”

Piştre Hemdullah peywendî li gel nûnertiya HDP’ê ya başûrê Kurdistanê dike û rewşa xwe ji wan re dibêje. Piştre jî ji Dihokê tê Hewlêrê. Ew dizane li Hewlêrê jî wê rastî heman kiryaran were. Ji bo wê bi yekcarî ji Hewlêrê jî derbasî Silêmaniyê dibe û li wir peywendî bi rêxistina HDP’ê re datîne.

Li Silêmaniyê jî MÎT û Parastin zextan lê dike

Zêdetirî çar sal in Hemdullah li Silêmaniyê niştecih bûye û kar dike. Lê li Silêmaniyê jî MÎT û Parastina PDK’ê zextan li Hemdullah û bi dehan kesên din ên wek wî dikin ku ji bo wan sîxurtiyê bikin. Têkildarî mijarê wiha got: “Belge li cem me hene, piştî hatîn Silêmaniyê jî bi rêya telefon û facebookê daxwaza sîxuriyê ji me dikin. Telefonî zêdetirî 10 hevalên me kirine ku bi pere sîxurtiyê ji wan re bikin. 10 roj ji beriya niha jî kesek bi wesayîtê êrîşê min kir û bi tirkî xeber dan min. Ger min xwe ji ber wesayîtê nedaba aliyek wê bi wesayîtê pêl min bikira.”

Hemdullah Aktaş tenê mînakeke ji sedan welatiyên ji bakurê Kurdistanê ye ku ji ber razî nebûne karê sîxurtiyê ji MÎT û Parastinê re bikin, ji aliyê PDK’ê ve ji Hewlêr û Dihokê hatine dersinorkirin. Her wiha niha jî ew dibin zextên van her du dezgehên sîxuriyê de ne da ku kar ji bo wan bikin.

Hemdullah ev tişt anî ziman: “Ger kesek xwedî îrade be û kesayeta xwe baş nas bike, wê sîxurî neke. Ez bang li hemû welatiyên ji Bakur ku niha li Başûr dimînin dikim, dema daxwaza sîxuriyê ji we kirin, qet netirsin. Mirin her heye lê bila mirinek bi rûmet be. Ger li vir cihê me nemîne jî em dikarin herin çiyayên azad ên Kurdistanê. Em kurd in û birayê hev in. Qendîl û Gare berfireh û mezin e. Em dikarin herin wir bijîn. Wê li wir jî her pariyek nan hebe em bixwin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye tenê di nava du mehên borî yên sala 2021’an de, du malbatên din ên ji bakurê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve ji Hewlêrê hatin dersînorkirin. Yek ji wan malbatan a Hesen Kaçar e ku li gel hevjîn û du zarokên xwe di 23’yê mijdara 2021’an de ji Hewlêrê hat dersînorkirin. Piştî wê jî Asayîşa Hewlêrê 10’ê kanûnê welatparêzê bi navê Gûngor Alp ku di heman demê de endamê HDP’ê ye û ji ber doza siyasî ya kurd koçê başûrê Kurdistanê kiriye, bi zorê ji Hewlêrê derxist. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar