Îro serê sibehê hikûmeta Kazakistanê ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanên gel ên li dijî zêdekirina buhayê gazê, rewşa awarte li bajarê Alma Ata îlan kir û ket û derketina ji wir xist bin kontrolê.
Serokê Kazakistanê Kasim Comert Tokayev duh bang li gelê Kazakistanê kiribû ku xwe radestî hêzên hundir û derve nekin bi taybetî ew hêzên ku dixwazin ewlekariya welatê wan xira bikin.
Tokayev di axaftina xwe de wiha got: “Ez bang li gelê xwe dikim ku xwe radestî hêzên derve nekin û ez soz didim ku em ê di civîna xwe ya roja çarşemê de hemû daxwazên gel nîqaş bikin û çareyekê ji wan daxwazan re bibînin. Her wiha bang li xwepêşandêran dikim ku zirarê nedin sazî û dezgehên dewletê.”
Piştî wê di civînê îro de serokê Kazakistanê bi biryarnameyekê serokê hikûmeta heyî ji kar dûr xist û alîkarê serokwezîr Alîxan Smaîlof li şûna wî destnîşan kir. ALMATÎ