Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera şehadeta yek ji damezrînerên PKK’ê û ji pêşengên Tevgera Jinan a Kurd Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez peyamek weşand.
Peyama KJK’ê wiha ye:
“Em di salvegera 9’an de ne ku kadroya pêşeng a PKK’ê û Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, nûnera dîplomasiyê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ji aliyê MÎT a tirk ve bi fermana şefê faşîst ê AKP’ê Tayyîp Erdogan di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hatin şehîdxistin.
Hevrê Sakîne rêya azadiyê nîşanî jinan da
Serpêhatiya jiyanê ya hevala Sakîne Cansiz di heman demê de dîroka jinên kurd e. Her kêliya jiyanê ya ku di şexsê hevala Sakîne Cansiz de hat dîtin daxwaza azadiyê ye. Ev yek jiyaneke fedayî daxwaza azadiyê ye. Wê qalibên jiyana sîstema kapîtalîst, kevneşopiya ku jinan dike kole bi wêrekî qetand û bû berxwedêra herî mezin a jinan ku zindanên tarî yên 12’yê îlonê ronî kir. Hevrê Sakîne bi sekn û tevlibûna xwe bû çavkaniya sûdwergirtinê ji tevgera me û gelê me re. Bi rengekî serketî nûnertiya jin a kurd a leheng kir. Di jiyana xwe de her wiha şervaneke azadiyê ya dilxwaz bû. Tu carî dest jê nediqeriya, bi biryardariyeke mezin her tim pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinan û gelê me re kir. Nîşanî me da ku jinek çawa dikare di nava jiyanê de azad bibe û bi vî rengî pêşengiya jineke xurt di jiyana xwe de şênber kir. Bû mînak ji me re. Li ser vê bingehê di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de em şehîdên jin hemûyan bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Şehîdên me yên jin mîrateya berxwedanê û azadiyê ya gelekî mezin li pey xwe hiştin. Em ê hêjayî bîranînên wan bin. Û teqez em ê bi ser bikevin.
Nirxên ku her sê şoreşgeran temsil kirin, gerdûnî ne
Ev komkujiya qirêj a li Parîsê hat kirin, rûyê rastî yê dewletên mîna Fransa û Almanyayê jî careke din raxist pêş çavan. Tevî ku 9 sal di ser re derbas bûn hîn nehatiye ronîkirin ku ev yek ji bilî daxwaza tarîkirina rastiyê û vî sûcê mezin nayê tu wateyê. Ev dewletên ku xwe weke pêşverû, demokratîk û azad dibînin, ji bo rûyê rast ê Komkujiya Parîsê aşkera nebe, ji bo kiryar neyên cezakirin pîvanên hiqûq û edaletê binpê kirin. Bi vî rengî nîşan dan ku bi çi awayî nêzî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û tevgera me ya azadiya jinan dibin. Lewma ne tenê dewleta tirk, her wiha di serî de Fransa û Almanya sîstema modernîst a kapîtalîst ji Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê berpirsyar e. Ji ber vê yekê jî li gel berpirsyarên sereke yên vê komkujiyê em Fransa û Almanyayê jî şermezar dikin.
Xeta azadiyê û nirxên ku hevalên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez temsîl dikirin di heman demê de nirxên gerdûnî ne. Ji bo mirovahiyê û jinan dixwestin jiyana azad û wekhev ava bikin. Êrîşa li ser jinên ku nirxên bi vî rengî yên gerdûnî di kesayetiya xwe de hildigirtin, rûyê qirêj ê sîstema desthilatdar û dewletperest careke din bi şênberî nîşan da. Lewma di şexsê van hevalên me de êrîş li dijî jinên cîhanê, li dijî azadiya gelan hatiye kirin.
Tevgera me ya jinan û pêşengên wê di hedefa dewleta tirk de ne
Jinên kurd, bi saya îdeolojiya azadiyê ya Serok Apo em tim bi pêş ket. Ji avabûna PKK’ê û vir ve li refên herî pêş ên têkoşîn û berxwedanê cih girt. Tevgera me ya azadiya jinan ku bi Sakîne Cansiz dest pê kir, îro li ser bingeha partîbûn û artêşbûna jinan, gihîştiye asta avakirina konfederalîzma jinan a demokratîk. Bi Şoreşa Rojava em şoreşa jinan pêk tînin. Lewma pêşengiyê ji şoreşa jinan re dikin. Bi karên xwe em bûne çavkaniya sûdwergirtinê ji tevgerên azadiyê û tevgerên jinan ên li tevahiya cîhanê.
Ji ber vê yekê dewleta tirk a faşîst ku dijminê jinan û gelan e, pişta xwe dispêre dewletên Amerîka û Ewropayê û bi awayeke sistematik êrîşî tevgera me ya azadiya jinan dike.
Zîhniyeta ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kir, piştre piştgirî da DAIŞ’ê, ew bi rê ve bir û di komkujiyên jinan de bi rola sereke tevgeriya, hîn jî bi heman rolê radibe. Ji komkujiya jinan a li Şengalê ya sala 2014’an heta bi revandin û destavêtina li jinan a li Efrînê ku sala 2018’an dest pê kir û hîn jî dewam dike, ev zîhniyet berpirsyar e.
Li bakurê Kurdistanê bi salan e êrîş li dijî jinan tên kirin. 4’ê Çileya 2016’an di şexsê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar de bi komkujiyê bersiv ji jinên berxwedê re hat dayîn û xwestin peyama ‘Eger hûn li ber xwe bidin hûn ê bên qetilkirin’ bidin. Li gel êrîşên bi her awayî jinan her tim serî hildan û li ber xwe dan. Komkujiyên li dijî jinan îro jî dewam dikin. Qetilkirina Denîz Poyraz a HDP’î, kiryarên taybet ên li dijî jinên kurd ên li zindanan di asta îşkenceyê de her roj dewam dikin. Di encama van kiryaran de 9’ê kanûna 2021’ê Garîbe Gezer hat qetilkirin.
Ne tenê li bakurê Kurdistanê, li her qada ku dikare xwe bigihînê bi taybetî êrîşî jinan dike. Li Rojava di sala 2019’an de Hevrîn Xelef, sala 2020’î Leyla Agirî, sala 2021’ê li Hesekê rêveberên meclisa jinan Hind û Sena yên ereb, her wiha li Kobanê sê pêşengên jin ên ciwan Viyan, Nûjiyan û Rojîn hatin qetilkirin. Em van şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Jiyan û armancên şehîdan ji bo me çavkaniya bingehîn a hêzê ye. Ev hemû nîşan didin ku Tevgera Jinên Kurd û pêşengên wê dibin hedefa dewleta tirk.
Di şexsê Cansiz de êrîş li dijî xeta azadiya jinan a gerdûnî hat kirin
Bi komkujiya ku di şexsê hevala Sakîne Cansiz hat kirin de dewleta tirk gelek peyamên rojane û dîrokî da gelê me, jinên berxwedêr. Weke ku tê zanîn dewleta tirk li bakurê Kurdistanê bi Komkujiya Dêrsimê xwest ku pirsgirêka kurd bi temamî biqedîne. Pêngava azadîxwaz a PKK’ê ev plan pûç kir. Rastiya jinên kurd, gelê kurd ên têgihiştî û rêxistinbûyî afirand. Hevala Sakîne Cansiz yek ji hevrêyên bêhempa bû ku baweriya xwe bi azadiya gelê me, jinan û mirovahiyê anî. Milîtaneke pêşeng bû ku ji dil ji jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan bawer kir. Sakîne Cansiz û piştre bi dehan jinên ku baweriya xwe bi vê tevgerê anî, li ser vê bingehê bûn hedef. Bi hezaran jin ên çalak bi neheqî û bêhiqûqî hatin girtin. Bi sedan gerîlayên jin şehîd hatin xistin. Keçên ciwan ên kurd, jinên kurd li ser bingeha polîtîkayên şerê taybet bûn hedefa fihûş, narkotîk, sîxurkirin û polîtîkayên destavêtinê. Dewleta tirk bi reya van polîtîkayên xwe yên hovane, qirêj, bêexlaq û bêwijdan di şexsê jinên kurd de êrîşî doz û xeta azadiya jinan kir. Îro jî jinên kurd bi Şoreşa Rojava re pêşengiyê ji Tevgera Azadiya Jinan a li Rojhilata Navîn û cîhanê re dikin. Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên dijminatiya li jinan, ne tenê li dijî tevgera jinên kurd e, di şexsê jinên kurd de li dijî xeta azadiyê ya jinan a gerdûnî ye.
Tevî ku sîstema modernîst kapîtalîst bi durûtî û bêwijdanî ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî ve bi her awayî piştgiriyê dide desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî di serî de berxwedêrên jin ên YJA Starê û yên li zindanan li her qadê dayikên me, jin ên ciwan, li her qada ku tevgera me ya jinan heye berxwedaneke civakî ya her timî dewam dike. Li ser vê bingehê em xwedî li şehîdên xwe hemûyan derketin.
Hevala Sakîne Cansiz pêşenga tevgera jinên kurd e. Li hemberî vê komkujiyê em xwedî hesteke mezin a tolhildanê ne. Em bi hêrs in ku ev doz di tarîtiyê de hatiye hiştin. Jinên li Ewropayê, dostên me ji bo ronîkirina vê dozê, ji bo cezakirina kujeran tim têkoşiyan. Li Ewropayê gelê me, jin û dostên me yên enternasyonal ên ji bo vê dozê tim çalakiyan dikin, em wan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin.
Tu hêz nikare li ber daxwaza azadiyê ya jinan bisekine
Eleqe û tevlibûna li têkoşîna azadiya jinan ên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Ev yek jî hêzên desthilatdar ên bi serweriya mêr ditirsîne. Aliyê lawaz ê sîstema modernîst kapîtalîst, têkoşîna azadiyê ya jinan e. Kapîtalîzm bi mêtingeriya li ser gelan û jinan, bi gemarîkirina eşq û hezkirinê, bi avakirina hiyerarşiyê sîstema bi serweriya mêr ava kir. Em tevî dostên xwe di sedsala 21’ê de tola herî mezin ji vê sîstemê hiltînin. Bi berxwedana tevgerên azadiya jinan, tevgerên li dijî sîstemê û jiyana wekhev azad a alternatîf, bi keda di vê oxirê de tê dayîn, bi fikir, rêxistin û çalakiyên tên lidarxistin ku weke parçeyên gerdûna azadiyê ne, em her roj jiyanê ji nû ve ava dikin.
Daxwaz û baweriya me ya bi azadiyê mezin e. Jinên kurd berê xwe dane azadiyê û serketinê. Tu hêz îro nikare li ber daxwaz û hesta jiyana wekhev û azad a jinan bisekine. Mîna Sakîne Cansiz em ê timî li ber xwe bidin û jiyana azad û wekhev a bi rûmet bi jinên ji hemû gelan, bi têkoşînê teqez bi dest bixin. Serketin wê ya jinan hemûyan be yên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin.” BEHDÎNAN