Ji ber ku li derve jê re bazar nema ye, lewma êdî hemû hêza xwe, hemû hêrsa xwe li dijî hundir û bi taybetî jî li dijî gelê Kurdistanê bikar tîne.
Lewma bi navê dîplomasiya nerm an jî bi navê normalbûnê/asayîbûnê, diçe xwe diavêje hembêza filankes û bêvankesan.
Heta duh, ji Emîrê Eraban re gotinên nayên gotin digot. Em wan gotinên nayên gotin bidin rexekê lê yên tên gotin weke ‘alîkariyê bi terorîzmê re dike’, ‘hevalê FETO ye’ û hwd. hema her roj digot lê hema ji nişka ve û di nava çend rojan de bi lez û bez vexwend qesra xwe û bûne bav û birakên hev!
Heman mijar ji bo Erebistan Siûdî, Misir û gelek welatên din jî di rojeva R.T.Erdogan de ye.
Lê dibe ku ya herî balkêş, mijara hewldana ji bo li gel Israilê normalkirina têkiliyan e. Ji ber ku li vir êdî sixtekariya wan a oldariya îslamiya tûj êdî tazî dibe û rezaleta wan bêhtir derdikeve ber çavan.
Lê belê diyar e gelek tengav bûye, lewma li Tirkiyeyê ew bixwe yekser li gel oldarên wan û serbalyozê wî Murat Mercan jî, li Amerîkayê li gel rayedarên Israilê diyaloga dîplomasiyê xweş û geş kiriye.
Her wiha hewldana normalkirina têkiliyan li gel Sûriyeyê jî, dişibe yên Israilê. Jixwe bi nehînî saziyên wan ên îstîxbaratê, bi rêya Rûsyayê danûstandinên xwe germ kirine.
Li aliyê din, di dest wî de bi tenê firotina ÎHA û SÎHA mabû (ev jî yên zavayê wî Selçuk in), lê wisa tê xuyakirin ku Rûsya li alîkî ew gelek tengav kiriye, ji bo van çekên kujer nefiroşê Ukranyayê û wan dewletên ku Rûsyayê ji wan aciz e, li aliyê din Amerîka jî ji bo firotina van alavên kuştinê nerazîbûna xwe diyar kiriye.
Jixwe ji ber têkiliyên li gel Partiya Îslamiya Turkistanê ya tirkên uygûrê, navbera Çînê û R.Erdogan gelek xerabe ye.
Ê baş e, nema dikare çeteyên xwe bide xebitandin li filan û bêvan welatî. Hemû di stuyê wî de mane, bi kurtayî ev jî weke koçberên Sûriyeyê ev jî li serê wî bûne bela. Weke Cîgerxwîn dibêje lêhatiye “malê wî, bûye bela li serê wî”.
Weke ku bêje “jixwe çi tê serê min, sersebeb hemû hûn in”, lewma dinêre û vedigere êrîşê ser gelê Kurdistanê û bi taybetî êrîşî Rêberiyê û Tevgera Azadiya Kurdistanê dike.
Belê ne êrîşkariyek asayî/normal e, êrîşek weke dînan û haran e. Êdî çi fitne, çi derew, çi çek, çi bêbextî, çi durûtî, bi kurtayî çi siyaset û hemaseta xerab, bêxîret û rezalet hebin li cîhanê, hemûyan li ser gelê Kurdistanê dide xebitandin. Heta mirov êdî dikare bibêje, ne tenê gelê Kurdistanê, hemû gelên Tirkiyeyê ketine ber zilma AKP-MHP’ê. Ji ber ku êdî R.T.Erdogan û çend kesên weke şûreka wî bi tenê mane li ser desthilatiya dewletê ku van jî li qesrê dijîn û xema wan ew in, ne tu kesên din in.
Ji alîkî ve ev dîn û harbûna wî, ew ê zûtir serê serweriya wî jî bixwe. Erê ji bo temenê serweriya xwe dirêj bike ewqas zilmê zêdetir dike û dibe ku bi lezgîn biçe hilbijartinekê jî. Tê gotin ji bo hilbijartinek lezgîn û bi kotekî xwe dîsa li ser desthilatiyê bihêle, ewqas lîskên aborî û dovîza çêdike.
Lê bi giranî pêşbînî ew e ku; çi dike bila bike, êdî nema dikare temenê desthilatiya xwe dirêj bike û di nêz de ew ê têk biçe!
Ev sala nû ya 2022’an ew ê ji bo desthilatiya AKP-MHP’ê ne bi xêr be!