Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gardiyaniya Sûrê didin Bahçeliyê faşîst

Di sala 1975’an de Alparslan Turkeş berê xwe dabû Amedê. Digot, ‘Ez ê biçim fetha Moskovayê biçûk.’ Ji hemû bajar û navçeyan bi hezaran faşîst jî bi tevî Turkeş berê xwe dabûn Amedê.

Amedî rabûn ser pêyan. Ji 7 salî heta 70 salî, hemû Amedî li kolanan bûn. Mamoste û xwendekarên şoreşger, pêşengiya vê tevgerê dikirin. Her ku faşîst dixwestin ber bi qada xwepêşandanê biçin, şoreşgerên kurd rê li wan digirtin.

Dewleta tirk li benda berxwedanekî wisa nebû. Dîtîn ku berxwedana li dijî hewldana Turkeşê faşîst mezin dibe, berê bi polîsan êrîşî berxwêderan kirin. Ew jî têr nekir, leşkeran derxistin kolanan.

Amedî yek gav bi paşve neavêt. Berxwedana xwe bi israr meşandin. Digotin ‘Heta ku Turkeş venegere pîna xwe, em ê kolanan bernedin.’

Li Amedê hin dibistanên dewletê ya razayî hebûn. Di Enstîtuya Perwerde û Lîseyê Mamosteyan de wê demê beşên xwendekarên razayî hebûn û her du dibistan jî piranî di bin kontrola faşîstan de bû.

Mamoste û xwendekarên şoreşger van her du dibistanan jî ji faşîstan paqij kirin. Her wiha Turkeş ê faşîst kir û nekir, amedî îzna yek peyvek neda wî. Ew jî mecbûr ma revî revî ji Amedê derket. Faşîstên ku bi wî re hatibûn, ew jî reviyan.

Di dîroka Amedê de cihekî taybet a vê berxwedanê heye. Piştî wê rojê tevgerên şoreşger a kurd li Amedê xurt bûn. Tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê jî li Amedê ji xwe re cih dîtin. Komeleyên ciwanan li pey hev hatin vekirin. Newroz û 1’ê Gulanê, hem bi awayekî aşkera, hem jî dehî bi girseyî hatin pîrozkirin. Pêşketinên Amedê bandora xwe li bakurê Kurdistanê jî kir û tevgerên kurd her çû mezin bûn.

12’yê îlonê pêşî li vê pêşketinê girt. Faşîzm careke din bi rûyê xwe yê aşkera hat ser hukim. Metîngehkarî, careke din bi hemû saziyên xwe ve li Kurdistanê bi cih bû. Li zindanan, li gund û bajaran her cûre îşkence û cînayet çêbûn.

Kurd dîsa li ber xwe dan. Li zindanan, li çiyayan, li kolanan berxwedanek bêhempa meşiya. Ev berxwedan îro jî didome. Dewlet jî her carê xwe bi lîstîkên nû diemilîne û dixwaze berxwedana gelê kurd bişikîne, kurdan bê şexsiyet bike. Bi gotineke din, şerê xwe yê qirêj ne tenê li ser kesayetên kurdan, li ser jin û ciwanên kurdan dimeşîne, her wiha dixwaze bi hiş û hizrên civatê jî bilîze.

Girtina saziyên çandî, hunerî û wêjeyî, astengkirina zimanê kurdî, xerakirina wargehên dîrokî û hwd. hin kiryarên ev şerê qirêj in. Dewleta xwînxwar çawa karanîna madeyên hişbir û fihuşê teşvîk dike, her wiha bi şexsiyet û dêrûniya kurdan re jî dilîze. Vekirina daristanekî ya li ser navê Devlet Bahçeliyê faşîst jî yek ji van gavan e.

Waliyê Amedê Munîr Karalogluyê diz, her wiha qeyûmê şaredariyê ye. Ev Gestopayê nû ya Amedê, çendê hanê biryarek da ku navê Devlet Bahçeli yê faşîst bide daristanek. Amadekariya danîna vê daristanê destpêkiriye. Li vê daristanê ew ê 10 hezar dar werin çandin. Daristan li Çiyayê Kirklarê ku girêdayê navçeya Sûrê ye tê damezrandin.

Ew Sûra ku dîroka wê digihêje hezaran salan, şibandin zindaneke. Niha jî bi daristana navê Devlet Bahçeli yê faşîst lê kirine, dixwazin gardiyaniya Sûrê berxwêder jî teslîmî faşîstên tirk bikin.

Ameda berxwêder, divê rê nede vê rûreşiyê. Çawa 47 sal berê Turkeşê faşîst ji Amedê qewirandin, hizrê şoreşgeriyê li Amedê qewî kirin, divê niha jî li hember kiryarên qirêj rabin ser pêyan û hiş û hizra şoreşgeriyê careke din ji bin bandora kiryarên qirêj a dewleta tirk derxînin.

Nûçeyên Têkildar