Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...
Pazar - 17 Kasım 2024

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

YJA Star: Bi Sarabûnê em ê bersivê bidin dijmin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Bi baweriya azadiyê ya ku Sarayan di dilê me de çandine, em ê xwedî li nirxên jiyanê derkevin û tolê ji dijmin bistînin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hat diyarkirin:

“Di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêbertiya me re komploya navneteweyî hatibû destpêkirin û bi qetilkirina hevala Sara, Rojbîn û Ronahî jî xwestin komployê kûrtir bikin.

Li nîveka Ewropayê li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye qetlîama di 9’ê Çileya 2013’an de careke din durûtiya Ewropayê derxistiye holê. Bêtehamuliya li hemberî rastiya jinên azad a ku di şexsê Jan D’arc û Rozayan de pêk hat, di şexsê Sakîne Cansiz de xwe dubare kiriye. Şaristaniya Ewropayê ya ku qaşo mafên jinan diparêze, careke din nîşan daye ku ew şirîkên vê qetlîamê ne. Bi qetlîama li ser Sarayan re, rûyê wan ê rastî derket pêş û maskeya wan a demokrasî û mafên mirovan a sixte jî ket. Fransa ya ku nûnerê şaristaniya Ewropayê ye, ji bo ku kujerên vê qetlîamê dernekeve holê, bazarên qirêj kiriye û îxanet li nirxên Ewropayê kiriye. Dewleta Fransayê bi cezakirina kujerên vê qetlîamê dikare civaka Fransayê ji vê şermê rizgar bike.  Heta ku tola Sarayan were stendin dê hêrsa me ya li hemberî dewleta Fransa û di şexsê wê de hêrsa me ya li dijî şaristaniya Ewropayê kêm nebe. Wê qetlîama li ser Sarayan neyê jibîrkirin û dê berdêla wê bi kujeran were dayîn. Hêzên komployê divê tu carî ji bîr nekin ku Sara sedema me ya şer e. Heta ku fedaiyên azad ên Rêbertî hebin, wê xwîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan li erdê nemîne.

Têkoşîna Sarayan mezin dibe

Îro li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran ciwan li ser şopa Sarayan dimeşin û li eniyên azadiyê şer dikin.  Têkoşerên li Heftanîn, Xakurk, Zap, Metîna û Zagrosê şer dikin li pey xeta Sara ne. Li Botan, Amed û Amanosê şervanên di çeperan de, fedaiyên xeta Sara ne. Bi hezaran jinên ciwan ji bo wergirtina alaya azadiyê ya Sara hatin çiyayan. Bi deh hezaran jinên ciwan cesaret ji wê stendin û gihiştin biryardariya xwebûnê û daketin qadan. Têkoşîna Sarayan roj bi roj li metrepol, kolan û çiyayan geş dibe. Di şexsê Sara de hêzên komploya hegemonîk xwestin derbê li lêgerîna azadiya jinên azad bixe lê ev hêzên hegemonîk negihiştin armanca xwe.  Sara bi helwesta xwe ya jiyana watedar careke din derb li rastiya pergala ku qirêjî û tarîtî heye xist. Sara nîşanî hemû dinyayê da ku ew berxwedêra mezin a jiyana watedar e. Em gerîlayên jin ên YJA Starê ji bo ku heta dawî xwedî li vê jiyana watedar derkevin em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe têbikoşin û ji bo mezinkirina vê wateyê şer bikin.

Sara li zindanên Amedê hevrêtî ji Mazlûm, Kemal û Hayrî re kir. Li hemberî îşkenceyên dermirovahiyê yên dewleta tirk ew bi kesayetiya jina azad û mirovên azad, bû sembola berxwedêriya jinan. Wê dema ku rastiya PKK’ê pênase dikir, got ‘Li Kurdistanê valahiyeke rûmetê heye. PKK’ê vê valatiya rûmetê dagirt.’ Sara bi kesayetiya xwe ya berxwedêr bû semboleke hêja ya ku valatiya rûmetê ya li Kurdistanê dagirtiye. Sara ne bi tenê sembola berxwedêriya serhildêr a Dêrsimê ye. Ew tolhildana Terteleya Dêrsimê ye jî. Sara ne tenê li zindana Amedê, berxwedêr e. Wê kesayetiya jinên azad di nava xwe de şênber kir û bûye sembola ku rastiya mirovên azad a hemû deman.  Sara ya ku di zindanên Amedê de hovîtiya dijmin dîtibû, bersiva herî mezin bi gerandina li çiyayên azadiyê da. Bi baweriya azadiyê ya ku Sarayan di dilê me de çandine, em ê xwedî li nirxên jiyanê derkevin û tolê ji dijmin bistînin. Wê xwîna heval Sara li erdê nemîne, wê her dilopeke xwînê bibe fîşeke azadiyê û wê li dil û mejiyê dijmin bikeve.

Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa heval Sara bimeşin. Bi hezaran gerîlayên jin ji bo ku utopyaya azadiyê ya Sarayan pêk bîne, amade ne. Em ê hem vê qetlîamê bişopînin û hem jî li ser esasê avakirina paradîgmaya jiyana azad, çeperên şer xurt bikin û berdêla herî giran bi dijmin bidin dayîn. Bersiva me ya ji bo dijmin wê Sarabûn, Zîlanbûn û Bêrîtanbûn be. Wê paradîgmaya jiyana azad û Rêbertiya wê bi ser bikeve. Di vî warî de em bang li jinan dikin ku bibin Sara û li çiyayan şopdarê xeta wê bin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar