Seyran Meydana |
Di van salên dawî de mijarek pir girîng hêdî hêdî lê pir bi şiklekî xeter, gef li civaka mirovahiyê dixwe. Çi ye ev gef?
Van salên dawî baran pir kêm dibare. Yan jî nabare. Ji bo çandinî-zîreatê baran divê. Hemû berhemên ku quta mirov û zindiyên din in wekî genim, nok, nîsk, fasûlî, pembo, garis, fêkî û sewze û hwd. bi avê, yan jî baranê çêdibin. Dema ev berhem nebin jî civaka mirov û zindiyên din dikevin xetereyê.
A din berf e; berf, kêrî çi tê? Berf çavkaniyeke girîng a ava kaniyan e. Hemû kanî, çem, rûbar xwe bi ava berfê xwedî dikin. Eger ne ji Dîcle, Firat, Nîl û hwd. be ava çandinî û vexwarinê ya li Rojhilata Navîn ma wê ji ku were! Ne tenê ji bo herêma me, ev ji bo hemû çem û rûbarên cîhanê û pêve girêdayî ji bo hemû zîreata cîhanê bi vî şiklî ye. Mînak çemên amazonê ku jiyanê didin perava Amerîkayê bi çemên li herêmê, çem û rûbarên Ewropayê bi berfa çiyayên Alp û hwd. bixwedî dibin. Ya din jî hemû bajar û navçeyên cîhanê piraniya ava vexwerinê û ava bikaranînê ji van çeman bi dest dixin. Mînak hemû welat û bajarên wan bi ava li bendavan tê komkirin xwe xwedî dikin. Ev av piraniya wê ji berfê yan jî beşa din ava baranê ye.
Dema tê gotin ‘av jiyan e (berf û baran)’ hema ne tenê ji ber ku av pêdivêyên me yên rojane dide pêşwazîkirin, ev wekî şiyareke hinde estetîk û radîkal xuya dike. Bi rastî jî av ne tenê ji bo mirov pirsgirêkeke hebûn-nebûnê ye. Ji moriyekê, kezikekê, meşeke hingivîn, fîlekî, heya bi balînayekê, ji bo jiyana hemûyan jî av divê… Em bifikirin li herêmek daristan an jî çoltere, yan jî çi herêm dibe bila bibe ku debara xwe bi meşên hingivîn, hezar curê zîreatê dikin eger çend salan baran an jî berf asayî nebare, şînatî û giyayê wê kêm derdikeve… Dema kêm giya, kêm gul û kulîk hebe meşên hingivîn an piranî telef dibin an jî pir kêm berhem didin. Em filmê xwe hinekê din reştir bikin; em bi hesibînin li herêmeke berfireh a cîhana me çend deh salan li ser hev berf û baran nebarî yan jî ne rêk û pêk barî. Di encamê de her cure kêzik û meşên hingivîn û hwd. qira wan tê. Dema nijadê kêzikan zeyif dibe tovê gul û kulîk û şînatiyan dimînin li şûna xwe fêkî û gelek curên bax û bexçeyan an dimirin an jî pir lewaz dibin û êdî herî kêm ji bo mirov qîmeteke wan a debare namîne. Me ev resmê reş tenê wekî temsîlî ji bo çend cure zindiyan û mirov girt dest. Lê li cîhanê jiyana hemû zindiyên li xwezayê bi hev ve girêdayî ne.
Baş e çi tişt dibe sedem, tewzina ekolojik a cîhana me têk biçe?
Li gorî lêkolînên zanistî, berhemên wekî şewatekên fosîl tên binavkirin, dema bi sedemekê tên şewitandin (ji santralên elektrîkê yên bi komirê kar dikin bigire, di pîşesaziyê de bi encamên bi destxistina enerjiyê tên şewitandin, berhemên petrolê yên wekî benzin, mazot bi sedema dema di erebe yan jî febrîkayan de tên şewitandin) karbondioksîta diçe ezman, ji ber ji hewayê siviktir e dimîne li qata jor a armosferê. Tebaqayekê çêdikin. Ji ber vê tebaqa karbondioksît û gazên sivik ên ji ber pîşesaziyê derketine cîhana me jî ji sînorê xwe zêdetir germ dibe. Ev germahiya giştî ya global dihêle ku qeşaya cemseran pir zêde bihele, helîna qeşaya zêde ya cemseran tewzina avhewayê têk dibe û li hin cihan pir zêde baran di demeke pir kurt de dibare yan jî bi heman awayî ev germahiya global a giştî li ser çêbûna ewran rasterast bandor dike, ewrên baranê têra xwe nikarin çêbibin.
Çareserî?!!!
Çandin û parastina her curê şînatî, dar û daristanan…
ÇIMA DARISTAN, ŞÎNATÎ? Ji ber ku şînatî ji atmosferê karbondioksîtê distîne û dike fêkî, dike dexl û dan ew jî ji bo civakê û hemû zindiyan dibe qût… nabe karasat û tufan.
Hêzên hegemon bi xwe jî; ji ber ku ev krîz li ser serê wan e jî hin kombûn li dar dixin. Di forumên dide çêkirin de jî dibêje; divê mirovahî hê kêmtir şewatekên fosîl bi kar bîne. Baş e, kî van tiştan zêde zêde bi kar tîne û kî daristanan dişewitîne?
Daristanên Amazonan û bi taybet daristanên derdora Ekvatorê ku wekî ‘daristanên baranê’ hatine naskirin wekî cîgerên cîhanê bi nav û deng bûne. Kartel û trostên zîraet û pîşesaziyê yên cîhanê ji bo ku ji xwe re erd vekin, febrîqeyan çêbikin van dişewitînin. Ne tenê li Amerîkayê li hemû cîhanê jî cîgerên cîhanê ne xema sermayedaran e. Dîsa dewleta dagirker a tirk di şerê li dijî Tevgera Azadiyê de her sal bi hezaran donim dar û daristan dişewitîne. Ne tenê li Kurdistanê hemû hêzên dagirker, şewitandina xwezayê li dijî hêzên azadîxwaz weke çek bi kar tînin.
Piraniya şewatên fosîl (benzîn û hwd.) ku hewaya cîhanê xera dikin ji aliyê dewletên G-20 ve tên bikaranîn. Hemû seyare û amûrên hatin û çûyînê ji aliyê şîrket, kartel û trostên dewletan ve tên çêkirin û firotin. Hemû febrîqe û kargehên li cîhanê beşek enerjiya xwe bi şewitandina şewatekên fosîl (benzîn, gaz,mazot û hwd.) bi dest dixin.