Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Kazakistanê zêdeyî 5 hezar kes hatin binçavkirin

Li Kazakistanê ku welatê herî mezin ê Asyaya Navîn e, ji destpêka çalakiyên şermezarkirinê û vir ve zêdeyî 5 hezar kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan |

Li gorî çapemeniya xwecihî, Wezareta Karên Hundir a Kazakistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya 125 lêpirsînên cuda de 5 hezar û 135 kes hatine binçavkirin.

Li Kazakistanê ku ji aliyê hîdrokarbonê ve welatekî dewlemend e û nifûsa xwe derdora 19 milyon e, vê hefteyê çalakiyên protesteyî rû dan ku ji sala 1989’an ji ragihandina serxwebûnê û vir ve di vê astê de neqewimî bû.

Çalakiyên şermezarkirinê, piştî zêdekirina buhayê gaza petrolê (LPG) di 2’ê çileyê de dest pê kirin û di serî de paytext Almatî li bajarên mezin belav bûn.

Serokkomar hikûmet betal kir, lê belê ji bo tepisandina çalakiyan jî ‘fermana kuştinê’ da. Rêveberiya Kazakistanê hewara xwe gihand Rûsyayê û Rûsyayê jî bi tankan yekîneyên leşkerî şand.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatin parvekirin, ji ber çalakiyan bi 175 milyon euroyî xisar bûye. Wezîr Erlan Tûrgûmbayev diyar kir ku zêdeyî 100 dikan û banka hatine talankirin, zêdeyî 400 wesayît hatine îmhakirin û wiha got: “Îro li herêmên welêt hemûyan rewş aram bûye.” Serokkomar Kasim Comert Tokayev jî got ku rewş aram dibe.

Hikûmet, hewldanên xwe ku di encamê de bi dehan kes kuşt, weke ‘têkoşîna li dijî terorê’ pênase dike.

Çapemeniya xwecihî û navneteweyî radigihînin ku li Almati rewş hîn jî tengazar e.

Rûsyayê sûd jê wergirt

Rewşa li Kazakistanê Rûsya xist nava liv û tevgerê. Şefê berê yê servîsên ewlekariyê Kerîm Masîmov ku kesekî nêzî serokkomarê berê Nûrsûltan Nazarbayev e, bi sûcdariya ‘xiyanetê’ hat girtin. Ev yek weke hewldanek Tokayev a ji bo wergirtina piştgiriya Rûsyayê hat şîrovekirin. Tokayev ji bo otorîteya xwe xur bike ji krîzê sûd wergirtibe jî tê gotin a ku herî zêde sûd wergirtiye Rûsya ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar