Serokê Desteya Parastina Hawirdorê ya Başûrê Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ebdulrehman Sidîq diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê bûn sedem gelek jîngeh ên li Kurdistanê wêran bibin û got ku ji ber bombardûmana artêşa tirk xisar li qadeke ji milyonek donimî ya Kurdistanê bû.
Dewleta tirk a dagirker bi mehan e êrîşên giran dibe ser herêmê. Di van êrîşan de ku êrîş yekser li jîngehên sivîlan dibin, gelek gund bi zext û zordariyê hatin valakirin. Di dema êrîşên dagirkeriyê de li dijî gerîla jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn. HEWLÊR