Navenda Nûçeyan |
Şaxê ÎHD’ê yê Stenbolê têkildarî koçberê sûriyeyî Naîf Elnaîf ê li Bayrampaşayê hat qetilkirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Elnaîf li mala xwe ji aliyê komeke nijadperest ve hatiye kuştin.
ÎHD’ê bang li Serdozgeriya Komarê kir ku ji bo ronîkirina komkujiyê bikeve nava liv û tevgerê û xwest vê bûyera kuştinê ronî bike.
Li Tirkiyeyê, li gel kurdan penaber tim dibin hedefa êrîşên nijadperestî.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 23’ê kanûnê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ciwanekî helebî li Dîlokê bi êrîşeke çekdarî hatiye kuştin.
SOHR’ê di 16’ê mijdarê de jî diyar kiribû ku 3 penaberên sûriyeyî li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê di xew de ji aliyê êrîşkarekî ve hatin qetilkirin û şewitandin.