Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Perestgeheke berxwedanê: Girê Sor – 1

Dema ku artêşa tirk a dagirker di 23’ê Nîsana 2021’an bi şev li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê êrîşeke dagirker da destpêkirin, yek ji navenda berxwedanê Girê Sor bû. Ev hem çepereke şer bû û hem jî wekî perestgehekê bû

Li qada Avaşînê şerê ku di 23’ê Nîsanê de dest pê kir, dîroka bi xwîn a mêtingeriyê dubare dikir û li hemberî vê jî wêrektiya serbilind a gerîla hebû. Berxwedanên li Mam Reşo, Mervanos, Aris Faris, Werxelê û Basyayayê, fîşekên ji geliyan ber bi lûtkeyan ve dihatin avêtin, dengê bombe û tilîliyan, gotinên ku di demên dawîn de ji demên herî bi wijda re dihat gotin, heqîqeteke wisa diqîriya ku ji zû ve bû dema qebûlkirina wê hatibû. Wê teslîmiyet ber bi îxanetê û berxwedan jî ber bi serfiraziyê ve bibe. Li axa ku Îskender nikaribû tê re derbas bibe, wê alaya mêtingeran jî lê nehate daçikandin… Ev tiştên tên nivîsandin ji berxwedana 10 gerîlayên li lûtkeyeke Kurdistanê ya herî bilind mane. Vegotinên derbarê berxwedana li Girê Sor a ku 80 rojan domiya, belkî wê têr neke ku sanîyeyeke wan rojên bi berxwedan vebêje. Ji wan korîdorên sor ên Girê Sor diherike peyrew û rûpelên dîrokê, nîşaneyek e ya ku bi qasî dilê wan sade.

Me berxwedana Girê Sor a 80 rojan, ji vegotinên Mizgîn Dalaho, Arman Simko û Têkoşîn Devrîm ê di nav berxwedanê de berhev kir. Va ye beşa pêşîn, Girê Sor. Ji ber ku li ber sînorê Avaşînê ye, hem ji bo dijmin û hem jî ji bo me çepereke gelekî stratejîk e. Girê Sor a girêdayî Basya ye, li dora wê girên bi navê Tepê Xwedê, Govendê, Şehîd Serhat, Xapûşkê, Helîkopter, Leylek, Sîvrî û Çarçella jî di nav de gelek gir hene ku berê hatine dagirkirin. Di navbera van qadan û Girê Sor de bi tenê ava Basya heye. Beriya êrîşa dagirkeriyê jî dora Girê Sor hatibû girtin. Pê re jî hewldanên artêşa tirk bi vê êrîşê re nehate destpêkirin. Beriya wê jî bênavber êrîşên hewayî dihatin kirin û ji qereqolan jî obus û hawan dihatin avêtin. Dema ku li gora gir tevgereke biçûk jî dihat dîtin, bi cebilxaneyeke zêde bombe li ser gir dihat barandin fîşek lê dihat reşandin. Artêşa tirk xwe wisa bi cih kiribû lê Girê Sor hê jî di destê gerîlayan de bû. Ev jî artêşa tirk re bûbû derd.

Girê Sor û bicihbûna li wir

Aliyekî Girê Sor li Govendê û aliyê din jî li Çarçella dinihêre. Aliyê ku li Govendê dinihêre wekî keleheke xwezayî ye, bilind e û kendalên kûr in. Aliyê li Çarçella dinihêre jî rast e. Girê Sor ji çar giran (gupik) pêk tê. Hemû bi hev re dibin Girê Sor. Bicihbûna gerîla ango cihê ku tunelên şer lê hene, li ser girê yekemîn bû. Di sala 2014’an de li vir dest bi kolandina tunelê hatibû kirin, ji katê yekemîn hatibû destpêkirin û heta katê bi navê lûtkeyê hatibû avakirin. Vê çepera şer a stratejîk sê qat bû, şikefteke mezin bû û tê de tunelên dirêj hebû. Ji ber ku tunel gelekî dirêj bûn, her qatek ji ya din cihêtir bû. Mesafeya di navbera her sê qatan de hingî dirêj bû, her qatek wekî kampeke cihê bû. Piraniya deriyên wê li kendalan bû û wekî çeper dihat bikaranîn. Ji ber ku gelek deriyên wê hebûn, hewastendina wê jî xwezayî bû. Şikeft bêtir ji bo êrîşên hewayî û hewastendinê bû. Ev tunelên ku kolandin û avakirina wan heft salan domiya, bi saya xwêdan û xwîna bi sedan gerîlayan hat avakirin. Gerîlayên ku di dema êrîşên dagirker de li wir bûn, salek bû di çeperan de bûn. Bi sedan gerîla li van tunelan giriyabûn, keniyabûn, hêrs bûbûn, qîriyabûn, stran strandibûn, govend gerandibûn, birîndar û şehîd bûbûn. Girê Sor bi qasî ku çepereke şer bû wekî perestgeheke cihê ya xwedî wateyên manewî bû.

Ne bi tenê girekî parastinê bû

Li Girê Sor gelek derî û çeper hebûn ku mirov karibe çepera xwe biparêze û di heman demê de li dijmin bide. Beriya êrîşa dawîn a dagirker jî derb li dijmin dihat xistin. Gerîla li vir ne bi tenê di pozîsyona parastinê de bû, di heman demê de çepereke êrîşê bû û li ser hev derb li dijmin dihat xistin. Ew keleheke bi heybet bû û li hemberî qalekolên xwedî teknîkên zêde serî hildabû. Piranî li hemberî Girê Leylek û girên din bi çekên giran çalakî dihatin kirin. Dijmin piştî çalakiyan li ser hev êrîşên hewayî dikir jî lê tu carî encamek bi dest nedixist. Gerîla hawanek biavêta wan, wan jî bi dehan bombeyên kazanê bersiv didan. Carinan dema ku gerîla çopa xwe diavêt derve jî bi dehan obus diavêtin. Artêşeke paranoyak a ku tehamula wan ji çopa gerîla re jî tune. Dema ku êrîşên hewayî dihatin kirin jî, van êrîşan tu bandor li tunelan nedikir. Dema ku êrîşên hewayî dihate kirin, gerîlayan nedizanîn gelo bombeyên kazanê avêtine yan jî obus. Bi tu awayî bandor nedikir.

Bi tenê girek hebû dikaribû wê biparêze

Girê Sor a ku dora wê hatibû kirin bi tenê Girê Suleyman dikaribû ew biparasta. Girê Sor li eyaleta Avaşînê ciha herî dûr û eniya herî pêş bû. Ji ber vê tu girekî din tunebû ku ji eniya paş karibe Girê Sor biparêze. Girê Mam Reşo hebû lê ew ne ewqasî nêz bû ku karibe wê biparêze. Ji ber vî tiştî jî mirov dikare bibêje ku piçekî ji eyaletê qutbûyî ye. Di dema tevgerê de girên ku dijmin lê bûn, ev tevger didîtin. Ji Çarçelê heta Sivrî, ji Leylekê heta Xapûşkê, ji Şehîd Serhat heta Helîkopter û Govendê hemû giran 24 saetan çavdêriya Girê Sor dikirin. Her roj li gir dihate xistin. Artêşa tirk bi taybetî li Girê Sîvrî tevgerek didît, bi tank an jî topên 37’î li gir dida. Ger roj li gir didan, tevger bidîtina nedîtina jî li gir didan. Ji ber ku Girê Sor û çalakiyên gerîla tevgera dijmin asteng dikir. Ji ber vê ev der ji wan re bûbû derd. Dema ku dijmin li berpalên rê çêdikir gerîla bi çekên giran li wan dida û rihetî nedida dijmin. Gerîla tevgera dijmin dida sekinandin.

Amadekariyên pêdiviyên madî kêm bû

Ji ber ku gir piçekî ji eyaletê qutbûyî bû, di warê pêdiviyan de pirsgirêk hebûn. Ji bo temînkirina pêdiviyan divê gelek xetere bidana ber çavên xwe. Qereqolên li derdorê wekî guran ji xwe re li nêçîran digeriyan. Dema tevgerek didîtin, wekî barbaran êrîş dikirin. Yan wê rîsk bihata stendin û pêdivî bihatina temînkirin an jî wê li gorî demsalê tevbigeriyana. Di sala 2021’an de firsend çênebûn ku gerîla karibe pêdiviyan temîn bike. Di meha zivistanê de erzaq û cebilxane hatibû peydakirin lê bi giştî hinek pêdivî hebûn. Ji bo Girê Sor bi salan agahî hebû ku wê operasyon were kirin, ji ber vê hinek tevdîr hatibû stendin. Tunel bi xwe wekî kelehan bûn, hem dirêj û hem jî zexm bûn. Bi taybetî piştî êrîşa Garê li gorî derfetên di dest de, hinek tevdîrên nû hatin stendin lê di 23’ê Nîsanê de dema ku li hemberî Avaşînê hat destpêkirin, ji bo Girê Sor amadekariya pêdiviyên maddî ne bes bû. Moral, îdia û bawerî tam bû. Hemû kes amade bûn di van şertan de li dijî dijmin heta dawiyê li ber xwe bidin.

Dil û mejî xurt bû

Di 23’ê Nîsanê dema li Mam Reşo dengê helîkopteran hat, ev tişt dihat wateya pêvajoyeke nû. Dema ku êrîşa pêşîn dest pê kir, wekî ku tiştên çend meh şûnde pêk werin hatin dîtin û li gorî wê amadekarî hat kirin. Çekên xwe, çeperên xwe û herî zêde jî dilên xwe… Di vî şerî de dil hewce bû. Kesên ku dilê wan ne zexm be wê di nav evqas êşan de çawa ji bo şer cesaret bikira? Di bîra gerîlayan de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Bila dil û mejiyê we zexm be’ hebû. Li qadên Mam Reşo û Mervanosê dema êrîşên dagirker hat destpêkirin, hemû gerîla ketin nav hewldanan. Ji ber ku alavên teqemeniyê kêm bû, sabotajvanan fikrên nû derdixistin holê, sûîkastvanan çekên xwe amade dikirin. Hemû çek li çeperan hatin bicihkirin. Ji bo ku bi xurtî li êrîşan bidin, hemû kes seferber bûbû û tişta ji destê wan dihat, dikirin. Ji bo ku amadekarî were temamkirin, çûnûhatina di nav tunelan de û atmosfera heyî heyecaneke mezin ava dikir. Dihate nîqaşkirin ku wê çawa li dijmin were xistin. Di tunelan de amadekarî dihat kirin û di heman demê de ji bo tiştên wê li Mam Reşo were kirin jî nîqaş dihate kirin. Dihate gotin ‘Em derkevin derve li Sîvriyê çalakiyê bikin an jî li Çarçellayê li rêya tê çêkirin bixin û divê em rihetiyê nedin dijmin.” Li ba hemû gerîlayan ev daxwaz û ruh hebû ku divê ji bo Mam Reşo teqez tiştek were kirin. Li her qatî nobedar hebû û çavdêriya tevgerên dijmin dihate kirin. Dema ku helîkopter digeriyan bi doçkaya 12,5 li helîkopteran dida û dixwestin alîkariyê bidin gerîlayên li Mam Reşo û Mervanosê. Dixwestin bala dijmin bikişînin û barê gerîlayên berxwedêr ên li wir sivik bikin. Bi israr dixwestin bala dijmin bikişînin Girê Sor, ev jî awayê herî şênber ê hestên rêhevaltiyê bû ku bi salan bû di dil û bîrê de hatibû komkirin. Dijmin li Mam Reşo dida, leşkera datanî wir lê hemû girên li dora Mam Reşo ji bo ku bala dijmin bikişînin ser xwe, tişta ji destê wan dihat dikirin.

Tecrube dihat komkirin

Li keleha Girê Sor derî zêde bûn, bêyî ku derkevin derve jî dikaribûn derbê li dijmin bixin an jî çekê giran bi kar bînin. Di dema operasyonê de di hundirê keleha Girê Sor de doçka dihat bikaranîn û vî tiştî bandoreke psîkolojîk li ser dijmin çêdikir. Bi doçkaya 14,5 ji deriyê Çarçella li qereqolên Sîvrîyê dihate xistin. Gerîla carina li cihê ku leşkeran rê çêdikir dixistin. Bi vî awayî dixwestin piştgiriyê bidin hevalên xwe, ji aliyê din ve jî amadekarî dikirin. Tişta li Mam Reşo dihate kirin, dibû tecrube. Ev şerekî nû bû û dijmin taktîkên nû diceriband. Geşedanên li Mam Reşo, Zendûra û Şehîd Serdar dişopandin û ji bo şerekî li girê wan pêk were, tecrube distendin.

Mîrateya Mam Reşo rê nîşan da

Li Mam Reşo ji 23’ê Nîsanê heta 3’ê Gulanê bi pêşengiya Serhat, Rûken, Canfeda, Kamûran, Zafer, Xebat û Sarya berxwedaneke destanî hat kirin. Berxwedana wan ji me re bû mîrat û rê nîşanî me da. Ji bo ku ji berxwedanên piştî xwe bibin ronahî wan şerekî wisa giran kiribû. Mam Reşo fîşeka pêşîn a şerê li Avaşînê bû û li hedefê dabûn. Çi bibûya jî serfirazî wê ya gerîlayan bûye. Li Mam Reşo piştî berxwedana 10 rojan û dijmin bi çekên kîmyewî gerîla şehîd xist, li Girê Sor jî êşeke mezin hebû. Lê ev hê serê şer bû û divê li hemberî vî dijminê nemerdê bi moral bûna. Piştî Mam Reşo hat gotin ‘Em ê wê berxwedanê bêbersiv nehêlin, ne bi gotinê lê bi çalakiyan em ê bibin bersiv’ di hemû sohbet û nîqaşan de ev îdîa hebû.

Serhildan fermandarê yekîneyê bû. Li korîdoran bi qîreqîr strana ‘Berxwedana Serdemê’ wekî ‘Berxwedana Girê Sor’ distra û moral dida hemû hevalên xwe. Bi rastî jî îdîaya hemûyan mezin bû. Di dema her xebatê de hemû gerîlayan digot ‘Ev gir wê ji dagirkeran re bibe goristan’.

Beriya êrîşa li ser Girê Suleyman

Gerîlayan di zivistanê de Girê Suleyman berdabûn. Ji ber ku biharê wê dîsa biçûna gir, haya gelek gerîlayan jê tunebû. Di biharê de peywirdariya Armanc û Baz ji bo wir hatibû kirin lê roja ku wê biçûna Girê Suleyman, êrîşa dagirker dest pê kiribû. Ligel vê jî roja dîtir çûn gir. Li wir bicihkirina mayînan jî tê de, gelek amadekarî hat kirin. Ji ber ku li Girê Sor alavên sabotajê tunebû, ji herêma Stûnê teqemenî anîn. Teqemenî berê dan Girê Suleyman ji ber ku hejmara wir hindik bû û ew der çepereke girîng bû. Li eyaletê girê herî bilind bû û li ser Basya û Stûnê bû. Dihate zanîn heke dijmin êrîşî Basya bike wê yekser têkevin wir. Tunelên Girê Suleyman ne zêde zexm bûn, bi tenê sê deriyên wê hebû. Tunel li lûtkeyan hatibû çêkirin û tehtên wê bixweber hildiweşiyan. Girekî stratejîk bû lê ji ber rewşa tunelên şer, berdana wir wê baştir bûya. Li Girê Suleyman bi qasî têra yekîneyekê bike heta payîzê erzaq hebû. Ji ber ku li Girê Sor pirsgirêka pêdiviyan hebû, biryar hatibû stendin wê hemû erzaq, alavên teknîkî û cebilxaneyê bikişînin Girê Sor. Her carê komek diçû alavên li wir dianîn. Di wê demê de yek ji problema mezin pîl bû. Tunelên Girê Sor gelekî dirêj bû. Ji ber ku çiraya destan a kesî tunebû, li dîwaran diketin û wisa dimeşiyan. Gerîla di tunelên tarî de gelekî zehmetî dikişand, hemû kesan heste vêdixistin û wisa diçûn û dihatin, ji ber vê nedikarîn li tunelan bi lezgînî tevbigerin. Li gorî plansaziyê wê erzaq û pîlên li Girê Suleyman bînin. Jixwe dema li Mam Reşo êrîş hat kirin, kampa Şehîd Şoreş ketibû bin kontrolê, nedikarîn ji wir pêdiviyan bînin, ji ber wê ew ê ji Girê Suleyman bianîna. Her şev du kesan erzaq û malzeme dianîn Girê Sor. Beriya ku êrîş dest pê bike bi qasî du rojan, Botan, Ozgur û Baz wê biçûna Girê Suleyman, pîl û alavên din bianîna.

Êrîşî Girê Suleyman hat kirin

Di 14’ê Hezîranê de barê xwe amade kiribûn dema ku dikira derketina saet di 20.00’an de êrîşê dest pê kir. Dijmin berê bi obus û tankan li Girê Sor û Suleyman da. Piştre balefirên şer sê caran li Girê Suleyman û carekê jî li Girê Sor da. Piştre helîkopter geriyan û li nêzika Girê Suleyman û ser wê, li ser wê qada dirêj nêzî 20 caran leşker danîn. Helîkopterên êrîşê zêde lê nedan û lê gelekî geriyan. Gerîla jî ji kamerayê li êrîşê dinihêrtin. Dijmin digot qey Girê Suleyman vala ye, çawa ku hate qadê çû ber deriyê tunelan. Dijmin dixwest teqemeniyê li deriyan bi cih bike. Gerîlayan teqemeniya ku berê bi cih kiribûn di dijmin de teqandin. Dema ku dijmin hat ser teqemeniyê saet 05.00’ê sibehê bû. Dema ku hatin ser teqemeniyê, teqemeniya pêşîn hate teqandin. Li vir 3 leşker mirin û ji kendalan ketin xwarê. Li Girê Sor ji kamerayê li teqemeniyê û ketina leşkeran dihate nihêrtin. Gerîla rojekê du rojan li wir man. Çepera li wir biçûk bû û ji bo şerekî demdirêj ne guncav bû. Deriyekî wê hê deşîfre nebûbû û dijmin ew der nedîtibû. Gerîlayan bombe avêtin û heta demekê şer kirin. Gerîlayên li Girê Sor ji derve koordîne dikirin û tevgera dijmin radigihandin. Herî dawîn biryar hate girtin divê çeper bihata berdan. Ji bo ku gerîla derkevin anons dihate kirin, doçka dihat bikaranîn û gerîlayan dixwestin bala dijmin bibin ser Girê Sor. Botan tu carî bêçare nedima û ji hevalên li dora xwe her dem çareseriyek didît. Bi rastî gelekî afirîner bû. Negotin ‘Em sê kes in, ma em dikarin çi bikin’. Sê kesan li hemberî sedan dagirkeran çepereke şer diparastin û bi çalakiyên ku dagirker dikuştin. Gerîlayan ji hundir li dijmin didan û li derve jî teqemenî di dijmin de diteqandin û li ser dijmin bandoreke mezin çêdikirin.

Ji bo derketina wir qanih bûn

Gerîlayan saet di 21.00’an de teqemeniya duyemîn di dijmin de teqandin. Teqemeniyên din ji aliyê Girê Sor nedihat dîtin. Heta êvarî li vir li ber xwe dan û ji cîhaza mezin ji bo ku derkevin israr dihate kirin. Her sê gerîla li ser fikra xwe bûn û wê digotin dê gir bernedin û şer bikin. Ji ser cîhazê ji bo ku derkevin ferman dihate dayîn û dihate gotin wê takviye were şandin. Roja dîtir bi şev saet di 20.00’an de qanih bûn ku derkevin. Jixwe dijmin deriyê Çarçella nedîtibû. Berê Baz derketibû derve, xwe bera jêr dabû û piştre Ozgur û Botan jî derketibûn. Dema ku heval derketin, kesekî ku fêm nekirin bê ka leşker e yan jî cerdevan e, ew dîtine. Ozgur ji Botan re dibêje ‘Heval leşkeran em dîtin’ Botan jî dibêje ‘Xwe zûka bera jêr bide.’ Îxtîmaleke mezin cerdevan e û ji ber tirsê dengê xwe nake. Bi vî awayî xwe bera jêr didin.

Berê gundê Herkî pişre jî Girê Sor

Piştî ku derketin rêyeke dijwar li pêşiya wan bû. Ne hêsan bû ji xeleqa dijmin derkevin û di nîveka havînê de tî ewqasî rê bimeşin. Ji ber ku wan nedizanîn dijmin çiqasî li qadê belav bûye, ew hatibûn li biniya dijmin cihekî sekinîbûn. Laserk bi wan re bûn û têkilî bi Girê Sor re danîn. Gotin gelo li gir leşker hene yan na, bersiva ‘Erê heye’ stendin. 400 metreyan nêzî dijmin dibin lê dijmin wan nabîne. Dengê leşker û kûçikan tê, bêyî ku dijmin wan bibîne ew ji wir derdikevin. Piştre diçin aliyê Gundê Herkî. Di 17’ê Hezîranê de bi şev bi selametî xwe digihînin Girê Sor. Dema ku digihêjin Girê Sor, li wir kêfxweşiyeke mezin çêdibe. Li şikefta biçûk a Girê Suleyman ji nav gaza kîmyewî û xeleqa dijmin derketibûn û bi selametî xwe gihandibûn cihê xwe, wateya vî tiştî gelekî cihê bû. Di nava çend rojan de ji tiştên wir tecrubeyeke mezin stendibûn, tarza dijmin fêm kiribûn. Botan di wê pêvajoyê de digot ‘Divê em xwe bigihînin Girê Sor, pêdiviya hevalan bi me heye, divê em pîlan ji wan re bibin’ Botan gazî bû, birîndar bû lê ji îradeya mirovan hêzeke mezin distend. Ozgur jî digot “Min ji berê ve tu wate nedida çêkirina van çeperan lê piştî Suleyman min fêm kir.” Êdî ji bo çêkirina çeperan wî bi xwe israr dikir. Bi hatina wan re tecrube û hejmar zêde bû li deriyan bêtir tevdîr hat girtin. Êdî amade bûn, li benda hatina dijmin bûn. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar