Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyeyê sewqî Başûr dike

Dewleta tirk ku di êrîşên xwe yên li ser deverên girêdayî başûrê Kurdistanê de tengav bûye, tê gotin ku ji ber vê yekê hêzên paramîlîter ên ji Sûriyeyê sewqî van deveran dike

Artêşa tirk ji 23’yê Nîsana 2021’an ve li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve dest bi êrîşan kirie û ji wê demê heta niha tu pêşveçûnek nikare pêk bîne û tengav bûye. Vê carê çeteyên ku wek deriyê hêviyê ji xwe re dibîne sewqê van herêman dike.

Tirkiye wan hêzên paramîlîter ku di kampên taybet de perwerde dike, li bakur û başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê û li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî HSD-YPG/YPJ’ê dide şerkirin. Her wiha tê gotin van hêzên paramîlîter dişînin heremên Zap, Avaşîn û Metînayê.

Li gor agahiyên li ber destê, Tirkiye nêzî hezar çeteyên Koma Feyleq El Şam li gundê Meydan Ekbez a li ser navçeya Raco ya Efrînê kom kiriye, tê gotin ku ji bo piştgirî bide artêşa tirk, li heremên Hirorê, Werxelê, Tabûra Ereban û Şehîd Munzur ên bi ser heremên Zap, Avaşîn û Metînayê ve sewq kiriye.

Piştî navê hezar çeteyan li navenda Hîwar a ser Kilîsê ya Tirkiyeyê qeyd kirine û ji van 850 çete di 30’ê kanûnê 2021’an de teqwiye şandine heremên Werxelê, Tabûra Ereban û Şehîd Munzur.

Çeteyên ji turkistanî jî birin qada şer

Li gor agahiyan ji Çiyayê Zawiya nêzî 150 endamên bi xwe eslê Turkistanî ne kom bi kom şandine qada Hirorê ya ser Metîna, Avaşîn û Heftanînê û li wir bi cih kirine. Li van herêman ji bo çeteyên Turkistanî û artêşa tirk bi hevkarî bikar bînin 35 noqteyên leşkerî hatine amadekirin.

Parastin û Roj dibin alîkar

PDK ku ji roja êrîş dest pê kiriye heya niha hevkariya Tirkiyeyê dike. Artêşa tirk a ku li van deveran tengav bûye, hêzên taybet ên girêdayên PDK’ê digihijin hewara wan. Li gor agahiyan Tirkiye endamên komên çeteyên ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’ ku girêdayî wê ne di 4’ê kanûna 2021’an de şandine deverên operasyonê û tê gotin ev kes ji aliye îstîxbarata PDK’ê Parastin û pêşmergeyên Roj ve derbasî van deveran hatine kirin.

Berê jî hatibûn şandin

Fermandariya Biryargeha HPG’ê berê daxuyanî dabû ku Tirkiye endamên komên çete yên girêdayên xwe şandine heremên Zap, Avaşîn û Metîna. Ji destpêka operasyonê ve heya niha gelek komên çete yên ji Sûriyeyê şandine başûrê Kurdistanê û bi rêya hêzên taybet ên PDK’ê hêzên Gulan, Zêrewanî û pêşmergeyên Roj ew li heremê li dijî gerîlayan bi cih kiribûn.

Çavkanî: MA / Erdogan Altan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar